Gulistan Çoban: Temsîlîyeta jinê di wêjeya kurdî de kêm û qels e

Gulistan Çoban: Temsîlîyeta jinê di wêjeya kurdî de kêm û qels e

PeyamaKurd - Romanûsa Kurd Gulistan Çoban, pîştî çend berhemên tirkî berhema xwe ya dawî ya li ser evîna Feqîyê Teyran sînemê bi kurdî derket pêşberê xwendewanên xwe.

Gulistan Çoban li ser xebatên xwe ji PeyamaKurd re axivî. Çoban ji bo wergera kitêbên xwe yên tirkî dibêje: “Ger wergereke wan a baş bê kirin, ez dixwazim bi Soranî werin wergerandin. Ji xwe mijarên wan berheman tarîx, wêje û çanda hevpar a hemû Kurdan e.”

Gulistan xanim, serî de em bejin pirtûka te pîroz be. Gelo çi bû sedem ku te xwest tu jîyana Feqîyê Teyran weke roman binivîsînî?

Malî ava, hûn sax bin.  Sedema nivîsîna romana Feqîyê Teyran ev e ku Feqî helbestvanê Kurd ê ewil e ku min xwend û ez di bin bandora wî da mam. Lê ew ne tiştekî wisa bu ku min doh xwendibe û îro jî biryar dabe ku ez romana Feqî binivîsim. Ew tesîra xwendina ewil a wek tovekî ketibe bin axê, piştî salan zîl da û bû sedema kitêba min a ewilîn ku min bi zimanê dayikê jî nivîsî. Lewra şairê ku minê bikira mijara romana xwe stêrkek ji stêrkên herî geş ên wêjeya kurdî bû ku bi her helbest û risteyên xwe ava heyatê dabû zimanê kurdî. Ala zimanê Kurdî bilind kiribû. Helbestên wî yên wek “Ey Av û Av, Ay Dilo, Ay Dilberê” û hwd. bandoreke wisa li ser min çêkirin ku her wekî dengê wî yê pesindan û şerkirinê, dengê wî yê  libergerîn û xeyidînê, dengê wî yê serkeftin û têkçûyinê têkeve guhê min û ez gav bi gav li dû wî dengî biçim. Ez dibêjim ez li dû wî dengê Feqî hatim û gihîştim vê  encamê.  

Beyî ku te dest bi nivîsandina romanê kir te di derbarê jiyana Feqî de lêkolînên çawa kir, tu dikarî hinek behsa xebata xwe bikî?

Wek  hûn jî dizanin di derbarê jîyana şairên serdema klasîk de agahîyên zêde di dest me da tunene. Em jî pirê caran hewl didin ku wan di nav helbestên wan de bibînin. Di destpêka dîwana Feqî de hinek agahîyên ku wek cîhê jidayikbûn, cihê ku lê perwerde ditîye û cihê lê wefat kirîye hene. Hinek menqibeyên di nav xelkê de tê gotin hene. Ji wan menqibe û hikayetan yek jî evîna Feqîyê teyran û Sînemê ye. Lêkolînên min kirin jî li ser şopa van agahîyan bûn. Ez bi giranî bi dû evîna wî û Sînemê ketim. Ji bo lêkolînê çûm Hîzanê, çûm Miksê, Serkanîya Çemê Miksê û Gundê Werezozê, kavilên qesra Hîzanê, kavilên Taxa Medreseyan û yên wek medreseya Mîr Hesenê Welî. Wekî din jî min bi niştecîhên wan deran ra jî xeber da. Ji kal û pîrên wan pirsa Feqî û Sînemê kir. Ji xeynî van yek dudu belgefîlm û klamên dengbêjîyê jî ji min ra bûn çavkanî.    

Te berê vê pirtûkê jî çend roman nivîsandibû, bes ewna tirkî bûn. Vegera te ya bi zimanê kurdî çi hêstê dide te?

Belê romanên min ên din her çiqas mijarên wan tarîx û destan û jîyana kurdan be jî bi zimanê Tirkî hatibûn nivîsîn û nivîsîna bi zimanê Kurdî her tim ji min ra wek hesretekê bû. Ne ku min nedixwest bi kurdî binivîsim, lê ji ber ku min ji zaroktîyê da bi tirkî dest bi nivîsinê kiribû, min cesaret nedikir ku bi Kurdî binivîsim. Yek jî berê xwendina helbestên Feqî min digot qey bi Kurdî nivîsîn tiştekî mexsûsê hin kesan tenê ye. Lewra hin ciwanên me yên diçûn zanîngehan û dihatin henekên xwe bi kurdîya me dikirin, cesareta me ya hebû jî dişikandin. Lê gava min Feqî xwend, min dît ku zimanê wî wek zimanê me ye. Zimanekî hêsan, herikbar e û tê fêmkirin. Ez niha xwe wek seyyaheke ku piştî salên dûr û dirêj zivirîbe welatê xwe hîs dikim. Hestek gelek germ û xweş e. Ewê ku bû sedema Kurdî nivîsîna min jî Feqîyê Teyran e. Lewma dest neda ku ez wî şairê ku ava heyatê ya kurdî dabû min, bi Tirkî binivîsim. Ez xwe wek minetdarê Feqî hîs dikim.

Te berî niha jîyana Seleheddîn Eyûbî û Zembîlfiroş bi tîrkî nivîsand. Gelo tu difikî wan jî wergerînî kurdî? 

Gava meriv li gor rastiyê, realîteyê binirxîne, li Tirkiyeyê berhemeke ku bi Tirkî hatibe nivîsandin, wergera wê ya bi Kurdî exleb nayê xwendin. Lewra kitêbeke bi Tirkî hatibe weşandin, pir hindik  kes vedigere Kurdiya wê dixwîne.  

Ger wergereke wan a baş bête kirin, ez dixwazim bal bi Soranî ve werin wergerandin. Ji xwe mijarên wan berheman tarîx, wêje û çanda hevpar a hemû Kurdan e.

Di nav nivîskarên jin ên Kurd de nîvîskara ku tu herî zêde berhemên wê dixwînî û dîecebînî kê ye? 

Bi ya min meriv tenê navekî bide, wê li yên din niheqî bibe. Ji wan heryek çirayek e, serbilindî û serfirazîyek e ji bo ziman û edebîyata kurdî. Ger divê navekî bidim ez ê bêjim Mahşeref Mestûre Erdelanî. Lewra her wekî wê jî gotiye “ew serbilindîya serdema xwe ye.”  Hetta ne tenê di nav edebiyata Kurdî de, her wisa di nav edebiyata Rojhilata Navîn û dunyayê de jî semboleke sereke ye û serkeftineke jinê ye.

Îsal bi wesîleya Sempozyumeke navdewletî ya ku ji hêla Universiteya Kurdistanê ve hatibû lidarxistin li Senendejê, em çûn warê Mahşeref Xanimê û Erdelana tarîxî. Me li wir qesra mîrê Erdelanê ku Mahşeref Xanim ku tê de wek jineke mîrzade heyata xwe borandiye û şiîr û kitêb nivîsîne, zîyaret kir. Peykerê wê yê li nav bajarê Sineyê û ew eserên tarîxî yên li wir, heybet û îhtişameke medenî û edebî ya Kurdî nîşan didan. Min Mahşeref wek lale û guleke geş a wê gulzara muhteşem dît. Hê jî ez di bin bandora wan dîmenan de me.    

Rola jina kurd di edebiyata kurdî de çawa dibînî?  

Jinên Kurd bi hebûna xwe, bi hestên xwe, bi fikr û ramanên xwe nîvê civatê temsîl dikin. Lê ev temsîliyeteke nuxamtî û veşartî ye, yanî berbiçav nîne. Herçiqas  nîvê civatê jin bin jî temsîlîyeta jinê di wêjeya kurdî de kêm û qels e, him wek nivîskar him jî wek motîfeke berhemên nivîskarîyê. 

Li gor dîtina min du tiştên ku here zêde li hev dikin jin û pênûs e. Lê gava meriv dinihêre tiştên ku here ji hev dûrmayî jî dîsa jin û pênûs e. Ev tişt qebahat û kêmasîya jinê nîne bêguman. Lewra qelem ji jinê hatîye veşartin. Min bi xwe jî pir zor û zehmetîyên vê yekê dîtin. Têkilîya min û qelema min di nava malbat û civaka ku tê da mezin bibûm da zû bi zû nehat pejirandin. Pêvajoyeke gelek bi êş û zehmet bû. Ji ber ku di jîyan û dîrok û çîrokê da rol û statuya “bêrîvanî û bermalîyê”dane jinê. Zarokên keç jî li ber çavên xwe ev yek dîtine û mînak girtine û wisa buye qaîde û edetek û hatîye heta vê rojê.

 Di nav civaka kurd da pir jinên wek pîrika min hebûne ku wek gencîne û xezîneyên wêje û çandê bûne. Lê mixabin ji ber ku xwendin û nivîsîna wan tunebû, ew xezîne jî bi xwe ra birine bin axê û ev tişta ji bo miletekî awha qedîm mehrûmîyet û jidestçûyineke mezin e. Lê hêvîdarim wê di pêşerojê da tikilî û evîna navbera jin û qelemê zêdetir bibe. Jin jî li qada qelem û kelamê hespê xwe bibezînin.

Ji bo ku te pirsên me bersivand gelek spas.

Spas xweş. Bimînin di xweşîyê da.

Gulistan Çoban Kê ye?

Di sala 1982 de li Erxanîyê ya Dîyarbekirê hatîye dunyayê. Mekteba xwe ya seretayî û navîn  li Erxenîyê xwend. Beşa ziman û edebîyata tirkî ya zanîngeha ESkîşehîr Anadoluyê qedand. Zewîcîye û dayika 2 zarokan e.

Kitêbên wê yên hatine weşandin:

  1. Asîlerîn Dönüşü (Şıir ), 2004.
  2. Elma kokusu, ( şıir ), 2008.
  3. İtirafçı, ( Roman ), 2010.
  4. Zembilfıroş, ( Roman ), 2011.
  5. Bir Kürt Hanedanşığının Hikayesi Selahaddini-i Eyubi, ( Roman ), 2013
Ev nivîs 210907 car hatiye xwendin.