Hasan Aslan: Nezanîna zimanê zikmakî dibe sedema problemên derûnî…
PeyamaKurd - Pirtûka Nivîskar Hasan Aslan ya bi navê “Ferhenga Wergerê ya Îngîlîzî û Kurdî ji nav weşanên Ar dêrçû.
Hasan Aslan bersiv da pirsên PeyamaKurd ên derbarê pirtûka xwe û têkilîyên Kurdan bi zimanên bîyanî, zehmetîyên wergerê û her wekî din.
Aslan dibêje: “Xwedîderketina li ziman wê bi xwe re rûmetê bîne, me nêzîkî dinyaya pêşketî bike û em dê hêsantir hînî îngîlîzi û gelek hêsantir jî fêrî farsî bibin.”
Di serî de pirtûka cenabê te pîroz be. Gelo te ji bo çi pîwîstî bi nivîsandina “Ferhenga Wergera Îngîlizî û Kurdî” dît?
Sedsala îro em têde dijîn wekî sedsala wergerê jî tê binavkirin ber vê sedemê jî dinya wekî gundeke global lêhatîye,zimanê vî gundê global jî zimanê îngîlîzî ye.îro ev ziman ji hêla Neteyên Yekbûyî ve fermî tê bikaranîn ,her wiha zimanê devletên pêşkeftîye mînak emerîka ,avistiralya,Yekîtîya Kralîyeta İngilistanê,kanadayê û zimanê gelek devletê din yê fermî ye.1 mîlyar 800 mîlyon insan bi vî zimanî diaxivin ,gelek sazî û dezgehên navneteweyî avayeke fermî îngîlîzî kar tînin. Wekî tê zanîn Kurdî û Îngîlîzi herdû ziman jî ji malbata zimanekêne mantiqa wan zimanan di gelek waran de dişibe hev mînak sedan peyvên wekî hev hene .Ev xebata wekî pêngaveke xizmeta ziman bike hatîye kirin.Devlemendbûna zimana girêdayê xwenûjenkirina wan a li gor şert u mercê dinyayê ne.Werger ware pişkeftina zimanan de roleke pir girin sereke dilîze.Dİ wi warî de em dikarin bêjin zindîmayîna ziman û şaristanîya girêdayê wergerê ye.
Dema ku em berê xwe didin ebasîyan an ewropayê rola wergerê tişteke bingehîn e.Devleta tirkîyeyê piştê avabûnê di sere Sazîya Ziman û ofisa wegerê wekir hemi berhemê bingehîn û yên rojhilatê û rojavayê dane wergerandin.Divê heman tiştê em jî bo zimanê xwe bikin.Bi kurt û kurmancî ziman rûmet,mifteya netewebûnêye.Xwedîderketina ziman tê bi xwe re rûmetê bîne me nêzikê dinya pêşkeftî bike em dê hêsantir hînê îngîlîzi gelek hêsantir farsî bielimin,tackî talişî….
Di nivîsandina vê pirtûkê de zehmetîyên herî zêde te dît çibû?
Zimanên xwedî dewlet ;xwedî dezgeh û sazîyên fermîne ,ev sazîyene ji hêla devlete ve piştgiriya wan tê kirin herwiha xwedî zanîngehin ji bo pêşvebirina ziman kar û xebatan dikin.îro em bê dezgeh û piştgirîn, bi awayeke din zimaneke sêvîye zarê me.
Rastî hişmendîya ziman jî di nava me de gelek kêmas e.Heta vê gavê hêla kesan ve xebatên giranbiha hatine kirin lê mixabin xebateke rêk û pêk ji bo wergerê nehatiye kirinê.Kêmasîya çavkanîyan zehmeteke mezin bû… Heta vê gave sedema nebûna sazîyê ziman yên fermî rastnivîsa peyvan de pirsgirêk hene helbet vî warî de xebat hene lê gelemperî nayên pejirandin ev yeke jî xebatkarên ziman problemeke mezin e taybetî bo nivîsandina ferhengan.Helbet tê kêmasiyên vê xebatên jî hebin pêngaveke jib o wergera kurdi .têkarîyeke me a biçûk jî bigehe ziman bo min rûmeteke mezin e..Heger ku em jî dixwazin vê dinya serbilind û xwedî rûmet bijîn wekî neteweyekê dive em zimanê xwe piparêzin herwiha pêşve bibin.heger ne em dê belengaz û derbeder bijîn.
Têkîlîyên gelen Kurd, taybet Kurdên Bakûrê Kurdistanê bi îngîlîzî çawa ye?
Îngîzi jî wekî zimanê Kurdî ji malbata zimanê Hînd Avrûpayî ye mantiqa wan ji hev dûr nîn e.Em dikarin bêjin eleqeya Kurdên bakûr bi zimanê İngîlîzî zêdeye sed mixabin ji ber nezanîna zimanê dayîke sernakevin.Mirov bi zimanê xwe yê dayîkê gelek hêsantir hînê zimaneke din dibe.Xasma zimanê ku hûn dixwazin hîn bîn di heman demê malbatê zimanê hûn hîn dibin be ev yek derfeteke mezin e. Kesê dikarin biaxivin û bixwînin kêm in.Nezanîna zimanê zikmakî hem dibe sedemê problemên derûnî hem dibe sedemê têkçûna hînbûna zimanê bîyanî.Kurd nezanîna zimanê xwe hem dêrê dibin hem camîyê.Hem ji xwe ,çanda xwe ji dûr dikevin hem jî dinyayê .Zimanê tirkî astengeke mezine a din e kesê ku zimanê xwe jibîr dike tenê zimanê tirkî dizane pir zehmetîya dikêşe hînê zimaneke din bibe sedem ev e ku mantiqa wan zêde ji hev dûr in.Çanda ku ji hêla devletê ve tê parastin pirsgirêke din e ,ev çanda yek zimanîyê ye .Kesê bi vê jehrê hatine jehrdayîn xeynê zimanê fermî hemî çandan ,gelan û zimanan biçûk dibînin hurmetê û rûmetê nadin pirzimanî pirçandîyê.Zimanê fermî ligel xwe ware ziman ve kûrefahmîyekê bi xwe re tine.
Berî niha tu xetabên te yên li ser wergerê hebûn û ji vir şûnde xebatên te yên ser wergerê wê çêbibin?
Dema min li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de mamostetî kir, wê demê komê xebatan ji bo ziman hatibûne avakirn yek ji wan jî beşa me ya wergerê bû, me wê demê li ser wergerê û pirsgirêkên wergerê xebat dikirin.
Di heman demê de wekî koma wergerê me dest bi xebata ferhengê kiribû. Min taybetî alîyeke din xebata ferhenga wergerê dikir. Piştre re me çend hevalan kovarek ji bo zarokan derxist kovara perperok.
Kovara perperokê de min çîrokên farsî û îngîlîzi werdigerandine zimanê kurdî. Herî dawîyê min lîsansa bilind li ser wergerê xebata xwe temam kir.
Xebata min a lîsansa bilind li ser wergerê û ferhenga wergerê bû. Ferhenga wergerê cilda yekem derket îngîlizî-Kurdî ez niha li ser beşa Kurdî-İngîlîzî dixebitim. Piştî vê xebatê heger ku xwedê bike nesîb dxwazim li ser ferhengeke taybet li ser têkilîyê navneteweyî çêbikim. Piştî vê dixwazim li ser pirsgirêkên wergerê û teorîyên wergerê bixebitim.
Dîsa spasîya we dikim ji bo we serkeftinê dixwazim.
Ev nivîs 210886 car hatiye xwendin.