HEVPEYVÎN | Aştî Koçer: ‘Heta hemû xalên Rêkeftina Şingalê bicih neyên rewş aram nabe’

HEVPEYVÎN | Aştî Koçer: ‘Heta hemû xalên Rêkeftina Şingalê bicih neyên rewş aram nabe’

PeyamaKurd – Bi ser êrîşa hovane ya terorîstên DAIŞê ya 3yê Tebaxa 2014an a ser Şingalê de ku zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî bi awayekî dirindane hatin komkujkirin, 9 sal derbas bûn. Piraniya wan li Duhokê zêdetirî 325 hezar Kurdên Êzidî ji Şingalê û derdora wê koçberî Herêma Kurdistanê bûne û zêdetirî 120 hezar Kurdên Êzidî jî penaberî welatên Ewropayê bûne. Li gorî amarên dawî ji 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî yên ketibûn destê DAIŞê, 3 hezar û 570 kes hatine rizgarkirin ku ji wan 339 zilam û 1214 jin û 2017 kes jî zarok in.

Êş û azarên xelkê Şingalê tevî ku 9 sal bi ser wê komkujiyê mezin de derbas bûye jî bidawî nebûne; li kampên penaberan di nav şert û mercên gelekî giran û nemirovî de dijîn. Hê jî warê wan ji bo vegereke bi rûmet aram nebûye û bûye herêmeke ku hêzên çekdarên nerewa û biyanî hespê xwe lê dibezînin.

Di salvegera 9emîn a komkujiya Şingalê de, li ser rewşa dawî herêmê û astengên li pêşiya vegera xelkê Şingalê bo cih û warên wan, me wek PeyamaKurd bi Berpirsê Liqa Şingalê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Aştî Koçer re hevpeyvîneke taybet pêk anî.

Aştî Koçer behsa hebûna hêzên nerewa yên PKK û Heşda Şeibî yên li Şingalê dike û dibêje; “Gelo îro çima Şingal di destê xerîban de ye û deshilateke fermî nîne? Ev pirs divê ji hikûmeta Iraqê bê kirin. Xelkê me ger niha vegere Şingalê ava vexwarinê jî bi dest wan nakeve. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku alîkariyên mirovî digihîne gelek deverên cîhanê niha nikare bikeve Şingalê. Di vê rewşê de kompaniyeke Amerîkî û welatekî din çawa dikare li Şingalê kar bike?”

Birêz Aştî Koçer diyar dike; “Heta hemû xalên Rêkeftina Şingalê neyên cîbicîkirin û misogeriya ewlehiyê û xizmetguzariyê bo xelkê Şingalê neyê dayîn, ne mimkun e rewş asayî bibe û xelkê Şingalê bikare bi kerameta xwe vegere ser erda xwe. Ev şermeke mezin e ku xelkê Şingalê di sedsala 21ê de, hê jî di nav çadirên naylonî de dijî.”

Berpirsê Liqa Şingalê yê PDKê dide zanîn ku niha li Şingalê zêdetirî hezar çekdarên PKKê ji xeynî hêzên bi navê YBŞê hene û dibêje; “Ger li Rojavayê Kurdistanê kar bike, belê raste divê em wê xaka Kurdistanê ji bin destê şovenîzma erebî rizgar bikin. Lê îro ger di nav erda Şingalê ya Kurdistanê de ku bi xwîna hezaran şehîdan hatiye rizgarkirin, bicih dibin û bi hêsanî teslîmî şovenîzma erebî û ajandeya dewleteke din dikin, ev tê çi wateyê?”

Berpirsê Liqa Şingalê ya PDKê Aştî Koçer wiha bersiva pirsên me da:

Di 9emîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî a Şingalê de hîn jî rewş aram nebûye. Rewşa dawî niha çawa ye û çi hewldan bo cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê hene?

Ji bo rewşa Şingalê aram bibe divê koçberên Şingalê vegerên cih û warên xwe ku îro vegera wan problemeke mezin e. Çunkî niha wargeh û şûngehên Kurdên Êzidî di bin destê deshilateke ku kes nizane ew deshilat kî ye de ne. Gelo ew deshilat hikûmeta Iraqê ye, YBŞ ye, PKK ye, Heşda Şeibî ye, yan Artêşa Iraqê ye, kes nema zane ew hêz kî ye. Ji bo vegerê divê asayîş hebe û bikarî bi hêsanî derkevî ber mala xwe, lê niha li Şingalê di warê ewlehiyê de tiştekî wiha nîne. Her çendî beşek ji xelkê vegeriyaye jî ji ber van sedeman gelekî zehmet e xelkê me yê Şingalê vegere ser cih û warên xwe.

‘Heta hemû xalên Rêkeftina Şingalê bicih neyên rewş aram nabe’

Herwiha yên vegeriyane jî rewşa wan ne aram e, ji ber ku nizanin çarenivîs û pêşeroja wan çi ye. Heta ku hikûmetek nebe deshilat jî rewş naguhere ku ev 9 sal in jî hikûmeta Iraqê ti hewlek bo cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê nedaye. Gelek caran dibêjin, lê ti kiryareke wan a diyar bo bicihanîna rêkeftinê û avadankirina Şingalê çênebûye. Heger hemû xalên rêkeftinê werin bicihkirin dê rewşa Şingalê jî bigihîje asteke baştir.

Xelkê Şingalê ji bo di rewşeke aram de vegerin cih û warên xwe, di serî de daxwaza ewlehî û parastinê dikin ku ji bo vê jî pêwîstî bi vegera Pêşmerge heye.

Wek tê zanîn piştî êrîşên DAIŞê xelkê Şingalê terka şûnûwarên xwe kir. Rewşa koçberên Kurdên Êzidî yên Şingalê niha di kampan de çawa ye?

Piştî êrîşên terorîstên DAIŞê bi ser Şingalê de, xelkê Şengalê cih û warên xwe bicih hişt û li Kurdistanê bicih bûn ku bi rêz û hurmet ji aliyê miletê xwe ve hatin pêşwazîkirin. 

Lê niha rewşa koçberên Şingalê pir xirab e. Ev neh sal in di bin çadiran de dimînin û ew çadir jî wekî çar parçeyên naylonî ne. Di rewşeke nemirovî de dijîn ku di sedsala 21ê de ev şermeke gelekî mezin e. Di germa havînê û serma zivistanê de koçberên Şingalê di nav wan çadiran de dimînin. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û vî halê wan bibîne.

Sedema ku xelkê Şingalê 9 sal in di vê rewşa dijwar de dijî di serî de hikûmeta Iraqê û welatên zilhêzên cîhanê ne ku alîkariyeke baş nedane. Hikûmeta Iraqê heta îro jî wek welatiyên xwe li xelkê Şingalê nanêre û wekî xelkekî ji derve hatiye wan dibîne.

‘Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî nebe wê xelkê di çadiran de ji nêza bimire’

Rewşa jiyana koçberên Şingalê li kampan çawa ye û çi daxwaziyên wan hene?Ji aliyê Iraqê û civaka navdewletî ve ti alîkariyek bo wan tê kirin?   

Sala 2014an piştî êrîş û komkujiya terorîstên DAIŞê bi ser Şingalê de, Neteweyên Yekbûyî (NY) û welatên derve alîkarî didan koçberên Şingalê, lê ev du sê sal in ti alîkariyeke wan tune ye. Niha bi hezaran malbat di wan çadir û kampan de dimînin û qûtê wan ê rojê jî nîne. Niha tenê hin rêxistinên alîkariyên mirovî berê xwe didin xelkê Şingalê. Ew jî di serî de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ye. Ger ji alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî nebûya, bawer bikin dê ew xelk ji nêza bimira.

Ka Neteweyên Yekbûyî li ku maye, zêdetirî 15 kampên koçberan li Kurdistanê hene, yek nûnerekî NY li wan nîne. Tenê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî heye ku alîkariyan digihîne wan.

‘Niha xelkê Şingalê vegere ava vexwarinê jî bi dest naxe’

Li gorî agahiyan projeyên avadankirin û xizmetguzariyê yên kompaniyan û hikûmeta Iraqê rastî astengiyam tên ku komên çekdarên li Şingalê rê nadin. Derbarê vê babet de çi agahî û malumatên we hene?

Li Şingalê ti dezgeheke hikûmî tune ye ku kompanî û karsaz bikarin ligel wê pêwendî deynin û projeyên avadankirin û nûjenkirinê pêk bînin. Ger nikaribe ti kontratekê çêbike û misogeriyekê bistîne, wê çawa li wir kar bike? Li şûna deshilatekê 5 deshilat li Şingalê hene. Li navenda Şingalê deshilatek heye, li derdora wê deshilatek heye, tu dikevîn Şingalê deshilatek û derdikevî jî deshilateke din heye. Wê kompanî û karsaz bi çi bawer bin û kontratê bi wan re bikin? Di vê rewşê de çawa xizmet û projeyên nûjenkirina Şingalê werin bicihkirin? Lazim e ewlehî hebe û ji bo pereyên ku ji bo projeyan xerc bikin jî deshilateke fermî hebe. Li vir pirs ji dewleta Iraqê tê kirin ku divê weke dewleteke serbixwe erka xwe bicih werîne.

Gelo îro çima Şingal di destê xerîban de ye û deshilateke fermî nîne? Ev pirs divê ji hikûmeta Iraqê bê kirin. Xelkê me ger niha vegera Şingalê ava vexwarinê jî bi dest wan nakeve. Wek nimûne Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku alîkariyên mirovî digihîne gelek deverên cîhanê niha nikare bikeve Şingalê. Di vê rewşê de kompaniyeke Amerîkî û welatekî din çawa dikare li Şingalê kar bike?

‘Zêdetirî hezar çekdarên PKKê li Şingalê û derdora wê bicih bûne’

 Tê gotin ku ji derveyî hêzên YBŞ jî derdora 600-700 şervanên PKKê bi xwe li Şingalê hene, gelo ev rast e?

Her kes dizane ku YBŞ jî di nav de hemû PKK ne. Hejmara şervanên PKKê bi xwe jî li Şingalê bi ser hezarî kesî de ye. Îro beşeke mezin ji Şingalê, Xanesor û hawîrdorê wê di destê PKKê de ne. Li qubletê Şingalê jî deshilata xwe daniye. PKKê xwesepandineke gelekî baş li ser Şingalê kiriye. PKK bi baweriya min li ser ajandeya hêzên biyanî li herêmê kar dike.   

Diyar e PKK niha ji berê zêdetir gringîyê dide Şingalê. Bo çi ji bo PKKê Şinngal wisa grîng e?

Divê ev pirs ji berpirsên PKKê bi xwe bê kirin. Gelo çima Şingal ji bo wan cihekî ewqas girîng û stratejîk e? Lê ger ji min bipirsî, reng e ku PKK xizmetê ji bo aliyekî biyanî yê dijminê Kurd dike. Wek rêxweşkerekê kar dike ji bo dijminên gelê Kurd bikevin nav cergê Kurdistanê û li Şingalê ji wan re cî xweş bike. Heke na çi girîngiya Şingalê ji bo PKKê heye?

Ger li Rojavayê Kurdistanê kar bike, belê raste divê em wê xaka Kurdistanê ji bin destê şovenîzma erebî rizgar bikin. Lê îro ger di nav erda Şingalê ya Kurdistanê de ku bi xwîna hezaran şehîdan hatiye rizgarkirin, bicih dibin û bi saxlemî teslîmî şovenîyeta erebî û ajandeya dewleteke din bikin, ev tê çi wateyê?

‘PKK wek kanser ketiye ser dilê Şingalê û piç bi piç dide xwarin’

Girîngiya Şingalê ji bo PKKê ew e ku bi baweriya min ajande, stratejî û aqlîyeta xelkekî biyanî di Şingalê de bicih tîne. Niha PKK di Şingalê de wekî kanserê ye ku ketiye ser dilê beşeke resen a Kurdistanê û xak û cesedê wê beşa Kurdistanê piç bi piç dide xwarin.

‘PKK û Heşda Şeibî di bin çadira dewleta Iraqê de ji bo stratejiyên Îranê kar dikin’

Pêwendiyeke çawa di navbera Heşdî Şabî û PKKê de li Şingalê heye û ew pêwendî çawa têne meşandin?

Di serî de bibêjim ku ew hemû hêzên PKK, Heşda Şebi û hêzên din ên li Şingalê ajandeyên derekê ne. Heşda Şeibî li ser fikreke felsefî û olî hatiye avakirin ku ew jî girêdayî dewleta Îranê ye. Şingal ji bo Îranê xwedî stratejiyeke cografî û siyasî ye. Lewma jî Heşda Şeibî di nava Şingalê de PKKê bicih dike û bihêz dike heta ku ajandeyên xwe cîbicî bikin. Ji bo paşerojê jî mebest lawazkirina Herêma Kurdistanê ye di Şingalê de. Lewma jî pêwendiyên wan gelekî kûr û bihêz in. Hemû jî di bin çadireke bi navê dewleta Iraqê de wekî yek hêzê kar dikin. Her du hêz jî xizmeta derekê dikin ku ew jî heta hedeke mezin Îran e.

‘Naskirina wek jenosîd têr nake, divê pêşî birgên wê bên bicîkirin’

 Wekî tê zanîn hejmarek welatên Ewropî bi fermî komkujiya Şingalê wek jenosîd nas kirin. Xrbatên bo qerebûkirina qurbaniyên Şingalê di çi astê de ne?

Em ji bo wan welatên jenosîda Şingalê bi fermî nas kirine serê xwe diçemînin. Lê mixabin ew tenê ne destkeftek e û têr nake. Tiştekî eşkere ye ku 3yê Tebaxa 2014an bi destê terorîstên DAIŞê komkujiya Şingalê çêbû. Bixwe jenosîdek e û hewce nedikir ji bo nasandin û îtirafpêkirina fermî jî heta niha bisekinin. Ya girîng ew e ku ka çi fêdeya jenosîd nasandina wan welatan ji bo xelkê Şingalê çêbûye? Heta niha ti sûdeke jenosîd nasîna welatan li Kurdên Êzidî çênebûye û di heman rewşa xirab de dijîn.

Divê pêşî birgên jenosîdê werin bicihkirin û xelkê Şingalê were qerebûkirin. Xelkê vegerînin Şingalê. Wargeh û cihên wan werin avadankirin û nûjenkirin daku di ewlehiyê de bikarin bijîn. Yanî divê bi nasandina jenosîdê re hemû şert û mercên însanî ji bo koçberên qurbaniyên Kurdên Êzidiyên Şingalê bên dabînkirin. Pêwîste xelkê Şingalê jî wekî her kesî bikare bi kerameta xwe bijî. Erê îtirafkirina bi jenosîdê tiştekî mezin e, lê di bingeha xwe de tiştekî gelekî kêm e ji bo vî xelkê di rewşeke dijwar a mirovî de di bin çadiran de dijî.

‘Êzidî ji ber ku ji bo ‘Allah’ dibêjin ‘Xweda’ rastî jenosîdan tên’

Peyama cenabê we ji bo 9emîn salvegera komkujiya Şingalê çi ye?

Em serê xwe û bejna xwe bo şehîdên Şingalê ditewînin. Em ji Xwedê dixwazin ku careke din karesatên wisa mezin û hovane bi serê miletê Êzidî de neyên. Çunkî Êzidî miletekî feqîr, belengaz û xêrxwaz e, ne şerxwaz e. Di dîrokê de gelek tahde lê hatiye kirin. 74emîn ferman e bi serê wan de hatiye kirin. Çunkî Êzidî bi peyva zimanê dayika xwe yê zikmakî dibêjin ‘Ez Xweda diparêzim, ne gotiye Allah diparêzim’ lewma ev jenosîd hemû têne serê wan.

Em daxwaz dikin car din dîrok dubare nebe û karesatek wiha neyê serê wan. Niha kêmtirî milyonek Êzidî mane ku li ser rûyê erdê dijîn. Em ji Xwedê hêvî dikin careke din bi ewlehî vegerin ser wargehên xwe û Xwedaperestiya xwe wekî xwe bikin. Bes e êdî ji ber ku ez wekî te îbadetê nakim serê min bibirî û bes e êdî divê ev tişt nemînin. Ev tiştekî hovane ye ne di xizmeta însaniyetê û Xwedê de ye. Em hêviya pêşerojeke aram û ewle ji bo gelê xwe yê Êzidî dikin.