HEVPEYVÎN | Beşîkcî: Serok Barzanî li tevahiya Kurdistanê û cîhanê serkirdeyekî girîng e
PeyamaKurd – Civaknas Dr. Îsmaîl Bêşkciyê dostê gelê Kurd, bal kişand ser ku guhertinên niha li cîhanê çêdibin zêdetir di berjewendiya Kurdan de ne û li ser operasyonên Tirkiyê bi ser Başûrê Kurdistanê de jî got: “Nabe Herêma Kurdistanê bibe qada şerê hêzên Tirkiyê û PKKê û Hikûmeta Iraqê jî tenê bi şermezarkirinê nemîne.”
Dr. Îsmaîl Beşîkcî di hevpeyvîna ligel malpera KDP.infoyê de, behsa pirsên rojevê li ser asta navçeyê û navdewletî kir û li ser girîngiya serkirdayetiya Serok Mesûd Barzanî jî wiha got:
“Bidestanîna mefên gelê Kurd bi riyên dîplomatîk û siyasî pir girîng e. Serok Mesûd Barzanî di vî alî de bêwêne ye û rola wî di vê proseyê de pir girîng e. Serok Barzanî li tevahiya Kurdistanê û welatên cîhanê jî serkirdeyekî girîng e û cihê rêz û hurmetê ye, lewma pêwîst e Kurdên herçar perçeyên Kurdistanê sûdê ji helwêst û nerînên wî bibînin û hewlên wî bilind binirxînin.”
Îsmaîl Bêşkçî derbarê derbaskirina sînorên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve û hebûna PKK li herêmê, ragihand: “Nabe Herêma Kurdistanê bibe qada şerê hêzên Tirkiyê û PKKê û ji ber hebûna PKKê jî hêzên Tirkiyê sînorê Herêma Kurdistanê derbas kirin, lewma ev yek tiştekî şaş e. Herwiha nabe Hikûmeta Iraqê wê derbaskirina sînorê Herêma Kurdistanê tenê şermezar bike, divê Iraq serweriyên xwe biparêze, ji ber ku Tirkiye dixwaze sînor dagîr bike û PKK jî dixwaze Tirkiyê bikşîne nava axa Herêma Kurdistanê.”
Bêşkçî derbarê navçeyên sînorê navçeya madeya 140 û ew navçeyên ku Pêşmerge li wir nemane, dibêje: “Li wan navçeyên ku Pêşmerge lê nemane, rojane xelk tên eşkencekirin û erd û zadên xelkê tên şewitandin û welatiyên Kurd jî ji aliyê DAIŞê ve tên revandin, ku hêzên Iraqê nikarin Kurdan li wir biparêzin, lewma pêwîst e Pêşmerge vegerin wan navçeyan.”
Îsmaîl Bêşkçî derbarê nerîna cîhanê li ser Herêma Kurdistanê jî boçûna xwe wiha anî ziman: “Welatên cîhanê giringiyê bi Herêma Kurdistanê didin û ev guhertinên ku li cîhanê çêdibin, zêdetir dê di berjewendiya Kurdan de bin. Herwiha hewlên dîplomatîk ên Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr barzanî li ser asta navxwe û navçeyê, balatevahiya Kurdan kişandine û berdewamiya van hewlan jî girîng in.”
Ev nivîs 210833 car hatiye xwendin.