HEVPEYVÎN | Bilgen: Nêzîkatiyên jiberkirî yên berê herî zêde bi kurdan dide windakirin!

HEVPEYVÎN | Bilgen: Nêzîkatiyên jiberkirî yên berê herî zêde bi kurdan dide windakirin!

PeyamaKurd - Piştî êrîşa PKKê ya li bajarê Mersîn a navçeya Mezitliyê bi ser mala polîsan de, daxuyaniyên şermezarkirina êrîşê yên hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş û HDPê rastî rexneyên PKKê hatin û ev mijar kete rojevê.

Ev rewşa han wekî nîşaneyeke qutbûna girêdana navbera PKK-HDPê tê nirxandin. Herwiha Demirtaş jî bi vîzyoneke cuda rojeva xwe ya siyasî çêdike.

Parlamentarê berê yê HDPê ku niha Serokê Giştî yê Partiya Deng (Türkiye'nin Sesi Altınçağ Partisi) ye Ayhan Bilgen, ev rewşa han a piştî êrîşa Mersînî ji bo PeyamaKurd nirxand.

“Di siyaseta Kurd de xwenûkirin êdî neçariyek e”

Piştî rexneyên Demirtaş ên bo êrîşa Mersînê, PKKê bi awayekî eşkere heqaret li Demirtaş kir. Sedema van rexneyên tund û bandora wê li ser qada siyasî çi ye, dikare çi bi xwe re werîne?

Ayhan Bilgen: Destkeftiyên Kurdan ên herêmî, geşedanên kurewî û guhertina sosyolojiya Tirkiyê, siyaseta Kurd neçar dike ku xwe nû bike. Nêzakatiyên ku jiberkirî yên berê ku geşedanên nû piştguh dikin, wê herî zêde bi Kurdan bide windakirin. Helbet xwendina vê rewşa nû û pêkanîna berpirsiyariyan, ji bo siyaseta Kurd neçariyek e.

Derfetên dîrokî heger şaş bêne xwendin û nirxandin, wê bedelê wê her kes bide.

Lewra jî divê em bizanin ku em êdî li Rojhilata Navîn rûbirûyî rewşeke nû ne û pêwîste li gorî wê jî helwestekê bipêş bixin. Êdî li Tirkiyê meşandina şêwaza siyaseteke wekî ya 30 sal berê, mimkun nabe. Yên ku vê guherî zû bibînin, wê îradeya birêvebirina guherînê jî nîşan bidin.

“Divê siyaseta demokratîk bala xwe bide ser çareseriyê”

Rêvberên PKKê çend rojên dawî, bi navê Demirtaş, peyama didin HDPê û siyasetmedarên di siyaseta Kurd de rol lîstîne. Ev peyam bala gelek derdoran jî dikişînin. Mirov dikare vê çawa binirxîne?

Ayhan Bilgen: Xwe îspatkirina siyaseta demokratîk bi berçavkirina rîskê mimkun e. Pêwîste li derveyî hemû polemîkan siyaseta demokratîk bala xwe bide ser çareseriyê.  

Heger vê rolê nede ser xwe û jê haydar nebe, li şûna ku destkeftiyên dirûst bi dest bîne wê encamên berevajî derkevin holê.

Ez di wê bîr û baweriyê de me ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî serbixwe di siyaseta Tirkiyê de rîskê bistînin. Ger ev wêrekî bê nîşandan û dayîna bedelê wê jî helbet bidin ber çavan, wê hem ji bo kurdan hem jî ji bo demokrasiya Tirkiyê qonaxeke krîtîk bê derbaskirin.

Bi bertekên Duran Kalkanê PKKyî yên bo Demirtaş û daxuyaniya nivîskî ya PKKê re, hat îfadekirin ku Demirtaş bi vê helwesta xwe ketiye hewla poşmaniyê û dilsozbûna bi dewletê re. Berteka PKKê nîşan da ku di navbera HDP-Demirtaş û PKKê de qutbûnek çêbûye û rojeveke ku HDP û Demirtaş dikarin rê ji bo siyaseteke nû ya li Tirkiyê vekin, derxist holê.

“Destkeftiyên Kurdan hene, lê ew destkeftîn di bin xeteriyê de ne”

Piştî van daxuyaniyên PKKê Demirtaş, dikare şêwazeke nû ya siyasetê bixe rojevê?

Ayhan Bilgen: Di siyasetê de helbet alî dikarin hevdu rexne bikin, lê divê her kes nêzîkbûna xwerexnekirinê nîşan bide. Niha Kurd hem xwediyên destkeftiyên girîng in, hem jî ew destkeftî di bin xeteriyeke gelekî mezin de ne.

Loma jî li şûna xwendineke ser polemîk û reqabetên biçûk, divê wêneyê mezin bê dîtin û li gorî wê helwest bê nîşandan. Heger li vir bi hesabên biçûk bê tevgerîn, wê windahiyên mezin pêk werin.

Ev nivîs 210726 car hatiye xwendin.