HEVPEYVİN | ‘Divê Kurdên Rojava yekrêziya xwe bi Peymaneke Netewî bi ser bixin’

HEVPEYVİN | ‘Divê Kurdên Rojava yekrêziya xwe bi Peymaneke Netewî bi ser bixin’

PeyamaKurd – Nivîskar û rewşenbîrên Kurd Saîd Veroj û Mahmut Fevzî Firat di bernameya Netew TV ya Zeynep Çager de, li ser lihevkirina siyasî ya aliyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê nêrînên xwe anîn ziman.

Saîd Veroj li ser yekrêziya siyasî ya ENKS û PYNKê ku 17ê Hezîranê bi daxuyaniyeke hevbeş hat ragihandin dibêje, berî niha çend salan bêhtirî 6 caran ji bo yekîtiyê li hev civiyabûn, lê ew hemû li ser kaxezê mabûn, lê vê carê ku rêkeftina Duhokê bingeh digirin em hêvî dikin li dor Peymaneke Netewî bigihin encamê û nehêlin destên derve yekrêziya wan xira bikin.

Mahmut Fevzî Firat jî li ser rêkeftina Kurdên Rojavayê Kurdistanê hêvîya xwe tîne ziman û balê dikişîne ser ku divê gelekî baldar bin û ev gava dereng be jî hatiye avêtin badilhewa neçe.

Firat dibêje, her çiqas niha lihevkirinek hebe jî li derdora wan neyarên Kurd gelekî zêde de û wê hewil bidin nakokiyan di navbera wan de çêkin, lewma jî pêwîst e gelekî baldar bin.Em niha samîmiyeta yên ev gav dane avêtin jî baş nizanin. Diviyabû ev gav beriya niha bihata avêtin, lê niha her ku em baş nizanin li ser çi esasan li hev kirine jî em vê êrênî dibînin.

Nivîskar Seîd Veroj jî li ser mijara yekîtiya Kurdên Sûriyê diyar kir, niha ya girîng qonaxa duyem e bê wê di danûstandinan de çi derkeve holê. Veroj dide zanîn ku destên derve yên ku naxwazin Kurd li hev bikin hene û lewma jî qonaxa duyem a danûstandinên ENKS û PYNKê xwedî girîndiyeke mezin e ku bibin serî û yekîtiya xwe saz bikin.

Veroj bal kişand ser çend rêkeftinên berê bi taybet jî yên Hewlêrê (2012) û ya Duhokê (2014) û got ku li gorî daxuyaniya hevbeş wê rêkeftina Duhokê bingeh bê girtin ku em hêvî dikin vê carê li ser kaxezê nemîne û biçe serî.

Seîd Veroj girîngiya peymaneke netewî bo serxistina yekrêziya Kurdên Rojavayê Kurdistanê anî ziman û got ku heger ew pêk were nakokî û aloziyên navbera aliyên siyasî jî wê nikaribin pêşiya yekîtiyê bigirin.

Ev nivîs 210873 car hatiye xwendin.