HEVPEYVÎN | Ebdî: Dibe ku Tirkiye di meha Sibatê de êrîş bike: Ger em rastî êrîşê bên…

HEVPEYVÎN | Ebdî: Dibe ku Tirkiye di meha Sibatê de êrîş bike: Ger em rastî êrîşê bên…

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got, “Dibe ku Tirkiye di meha Sibatê de bi ser Kobaniyê de êrîş bike” û diyar kir, “Em naxwazin Tirkiye bedelê çaresernekirina pirsa Kurd bi me bide dayîn”.

Ebdî da zanîn ku ew texmîn dikin wê di meha Sibatê de Tirkiye êrîş bike û got, “Divê Enqere ji ber çaresernekirina pirsgirêkên naxweyî Kurdên Sûriyê ceza neke.”

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî di hevpeyvîna Amberîn Zaman a weşana Al Monîtor a Amerîkî de, daxuyaniyên Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin ên derbarê destpêkirina operasyonekê de û proseya asayîkirina pêwendiyên Şam-Enqereyê nirxand.

Gelo hûn gefên Tirkiyeyê yên operasyonekê li ser Rojava cidî digirin?

Em gefên Tirkiyeyê cidî digirin. Em texmîn dikin wê di meha Sibatê de êrîş bikin. Ji ber ku Kobanî ji bo Kurdên seranserê dinyayê bajarekî sembolîk e, hedef ew der e. Tirkiye diçe hilbijartinan û em hay jê hene ku Serokomar Erdogan li pey wergirtina piştevaniya dengên nijadperest e û wisa xuyaye bawer dike ku wê êrîşeke din a ser Rojava xizmeta wî bike.”


“Em ne PKK ne, wan daxuyaniyan red dikin”

Ebdî dibêje ku Tirkiyeyê hincetên xwe yên operasyonê berê jî anîne ziman û wiha bersivê dide:

Ya yekem; Em li dijî gel, sînor û ewlehiya netewî ya Tirkiyeyê ti gefekê çênakin. Me berê jî gelek caran anîye ziman ku em em wek Kurdên Sûriyê, HSD û Rêveberiya Xweser dixwazin bi Tirkiyeyê re pêwendiyên me yên aştiyane hebin. Ji destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê ve, me ti caran ji nav sînorên xwe êrîşî Tirkiyeyê nekiriye. Tenê dema em rastî êrîşên Tirkiyeyê hatin, ji bo xweparastina rewa em tevgeriyan. Ne niha ne jî paşerojê ti niyeteke me ya dijminane bo Tirkiyeyê nîne.”

Ebdî dibêje, piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê Tirkiyeyê bi dijminatî nêzîkatî li wan kiriye û li ser îdiayên têkiliya PKK û HSDê jî destnîşan dike, “Em ne PKK ne. Bi PKKê re girêdaneke me ya organîk nîne. Em van tawanbariyan red dikin”.


 “Ji bo parçeyên din ên Kurdistanê ti xebat û plana me nîne”

Mezlûm Ebdî bal kişand ser ku PKKê tenê dema têkoşîna DAIŞê rol girtiye, lê kadroyên wê di asta rêveberiyê de cî negirtine û wiha axivî:

 “Ez Kurdê Sûriyê me. Dahatuya min li vî welatî ye. Teqez e ku PKKê di têkoşîna dijî DAIŞê de alîkar daye. Lê niha ti roleke PKKê di rêveberiya me de nîne. Wekî ku Tirkiye îdia dike, em ne baskekî PKKê ne. Em cuda ne.

Belê, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo me li Rojava û ji bo Kurdên deverên din sembolek e. Lê ji bo parçeyên din ên Kurdistanê ti xebat û planeke me nîne. Çi li Tirkiye, çi li Iraq û Îranê. Em di fikara tevahiya Sûriye û gelên wê de ne." 


 “Divê Tirkiye dev ji cezakirina Kurdan berde”

 “Em naxwazin ku Tirkiye bedelê çaresernekirina pirsa Kurd a navxwe bi me bide dayîn… Ji xwe me têra xwe êş kişandiye û em êrîşkirina bi vî awayî jî qebûl nakin. Wekî hûn jî dizanin, Tirkiye êrîşî binesaziya sivîl, santralên elektrîkê û kargehên petrolê dike û xisarên cidî li ser çêdike. Rewş hatiye asta tunekirina rêveberiya me ya xweser e. Ji ber ku Tirkiye pirsa navxwe bi rêyên aştîyane û demokratîk nikare çareser bike, lê divê dev ji cezakirina gelê me û kurdên derveyî sînoran berde.”


 “Hewldanên Amerîkayê têr nakin”

Gelo Amerîka di navbera we û Tirkiyeyê de navbeynkariyê dike

Mezlûm Ebdî: “Rêveberiya Amerîka bi eşkereyî nîşan da ku ew li dijî operasyoneke Tirkiyeyê ya ser Sûriyê ne. Lê belê tevî vê jî wekî hûn dibînin di gefên xwe yên bo me de israr dike. Ev jî nîşan dide ku hewldanên Amerîkayê têr nakin. Lewma jî divê zêdetir tiştan bikin.”


 “Em rastî êrîşê bên, em bi hemû hêza xwe şer bikin”

Ebdî di berdewamê de got: “Ger em rastî êrîşê bên, em ê bi hemû hêza xwe ve şer bikin. Em bi biryarin ku heta dawiyê berxwe bidin. Wê ev ne wekî Efrîn û Serêkaniyê be. Ev jî tê wateya ku wê operasyonên dijî DAIŞê bên rawestandin.”

Li ser êrîşa bombeyî ya Stenbolê ku Tirkiyeyê HSD wekî berpirs nîşan dabû jî Mezlûm Ebdî diyar kir, “Me heman nûçe ji medyayê bihîst. Li herêma Babê li devera ku hêzên me li tune ne, piştî êrîşa ji baregeha Tirk hin pevçûn çêbûne û li beramber jî em dizanin leşkerek hatiye kuştin.

Ebdî li ser nêzîkbûna Şam-Enqereyê ku banga vekişandina Tirkiye û Amerîkayê ji Sûriyê tê kirin, got: “Belê teqez raste ku piştî hemleyên Tirkiye yên lihevkirina bi Esed re, tê xwestin ku Amerîka jî hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne. Tirkiye bi navbeynkariya Rûsyayê hewl dide ku hevalbendiyê ji nû ve zindî bike û peymana Edeneyê bi awayekî berfirehkirî ji nû ve bixe dewrê.”


 “Pirsgirêka Kurd bi rêbazên leşkerî çareser nabe”

Mezlûm Ebdî di hevpeyvînê de dibêje, ‘pirsgirêka Kurd bi rêbazên leşkerî çareser nabe’ û wiha didomîne: “Dîrokê ev yek piştrast kiriye. Çi li Sûriyê çi li Tirkiyeyê yan jî devereke din be, pirsgirêka Kurd tenê bi rêya aştîyane û dîyaloga samîmî dikare bê çareserkirin. Û dema Tirkiyeyê bi PKKê re hevdîtinên aştiyê dikir, helbet li vir li Rojava bandor li me jî kir û dema hevdîtinên aştiyê hatin bidawîkirin jî em rewşeke berevajî wê dijîn.”


 “Rejîma Sûriyê wê ji daxwazên xwe ti caran tawîzê nede”

Ebdî dide zanîn ku Rûsya dixwaze rêveberiya Esed û Enqereyê li ser heman maseyê li hev bîne, lê ew bawer nake ev bi ser bikeve û dibêje: “Rûsya hewl dide bi anîna ser maseyekê ya Tirkiye û Sûriyê, pirsgirêkên heyî yên li Sûriyê çareser bike. Lê ez bawer nakim ev hewldanên wiha bi ser bikevin.

Rejîma Sûriyê wê ti carî ji daxwazên xwe tawîzan nede. Di serî de jî vekişîna Tirkiyeyê ji hemû erdên Sûriyê û destkişandina piştevaniya komên sunî yên muxalîf tên.

Herwiha ez bawer nakim ku rejîma Sûriyê daxwazên Tirkiyeyê yên zextkirin û perçiqandina rêveberiya xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyê jî qebûl bike. Ji ber ku ne xwediyê wê hêzê ye û şert û merc jî ji bo plênên wê ne gungav in.”


Wergera Kurdî û sererastkirin: PeyamaKurd