HEVPEYVÎN | Fukuyama: Divê li Kurdistanê dewleta serbixwe hebe!

HEVPEYVÎN | Fukuyama: Divê li Kurdistanê dewleta serbixwe hebe!

PeyamaKurd – Siyasetmedar û ramyarê navdar ê Amerîkî Francis Fukuyama dibêje; “Divê li Kurdistanê dewleta we bi xwe hebe.”

Francis Fukuyama dide zanîn, li herêmeke wek Kurdistanê divê navendên wek Desteyên Destpakiyê bên bihêzkirin û siyasetmedar desthilateke temam bidin wan ne ku destwerdanê di karûbarên wan de bikin, bi vî awayî dikarin şerê gendeliyê bikin.

Fukuyama li Washingtonê beşdarî civîneke li ser vegerandina baweriya gel û têkoşîna li dijî gendeliyê bû û piştî bernameyê bersiva pirsên Rûdawê daye û dibêje; ew di wê baweriyê de ye ku yek ji rêyên herî bi bandor ji bo rûbirûbûna gendeliyê li Kurdistanê ew e ku divê “dewleta we bi xwe li Kurdistanê hebe” û ji hebûna dewletê jî mebest xelk e, “Kesên zana û jêhatî ku em jê re dibêjin şiyana dewletê, divê ew kes ne beşek ji partiyên Kurdistanê bin, divê kesên teknokrat bin û li gorî zîrektî û şiyanên xwe bên wergirtin. Divê zanyariya wan hebe ku çawa bikaribin saziyeke dewletê bi awayekî bi bandor birêve bibin.”

Herêmeke wek Herêma Kurdistanê di nav dewleta Iraqê de çawa dikare şerê gendeliyê bike ku tu jî dizanî gendelî gihîştiye her derê wê?

Francis Fukuyama: Bi ya min yek ji rêyên herî bi bandor ew e ku dewleteke we bi xwe li Kurdistanê hebe, bi dewlet mebesta min xelk e, kesên zana û jêhatî ku em jê re dibêjin şiyana dewletê, divê ew kes ne beşek ji partiyên Kurdistanê bin, divê kesên teknokrat bin û li gorî zîrektî û şiyanên xwe bên wergirtin. Divê zanyariya wan hebe ku çawa bikaribin saziyeke dewletê bi awayekî bi bandor birêve bibin ku ew şûna wan kesan digirin, siyasetmedar kesên nêzîkî xwe datînin. Ev jî li wan cihên Kurdistanê hene.”

Li Herêma Kurdistanê Desteya Destpakiyê heye lê bi dîtina we ew bes e ku li herêmeke wek Herêma Kurdistanê şerê gendeliyê pê were kirin?

Francis Fukuyama: Ev girêdayî siyasetmedaran e, hûn dikarin xwedî desteyekê bin lê eger hêza wê ya rast tune be ku xelk hesab jê bipirse, deste dê pir bi bandor nebe. Gelek caran siyasetmedarên li ser desthilatdariyê naxwazin ku desteyên bi vî rengî bibin xwedî hêz, ji ber vê yekê hêza dadweriyê nadin wan û divê hûn biçin dozgeriyê dibe ku ew jî dostên siyasetmedaran bin û ev jî wisa bike cezayake sivik yan jî tiştekî bi vî awayî bidine wan. Ji ber vê yekê ev jî vedigere ser ew hevsengiya siyasî ya ku di nav welêt de heye.

Rêya herî baş ji bo rûbirûbûna gendeliyê çi ye, ji jêr ber bi jor yan jî ji jor ber bi jêr ve dest pê bikin baş e, herêm û welatên weke Iraqê çawa dikarin li dijî gendeliyê şer bikin û ji holê rakin?

Francis Fukuyama: Ez dibêjim ku divê ji her du aliyan ve bê destpêkirin, ji jêr dest pê bikî dibe ku hin kesên ku ji gendeliyê bêzar in hebin û her wiha li serê jî serkirdayetiyeke te hebe ji bo vê bêzariyê û dema ku ev her du hev digirin, wê demê dê bi bandor be.

Li Iraqê kom û aliyên cuda hene, hinek ji wan di bin bandora welatên din de ne, hûn çiqasî geşbîn in şerê gendeliyê li dewleta federal a Iraqê bê kirin?

Francis Fukuyama: Bi baweriya min pêşketineke baş di vî warî de nîne û bê kirin, ji ber ku hinek aliyên siyasî li Iraqê desthilatê didin hinek grûpên ku çawa dixwazin gendeliyê bikin lê ez bawer nakim ku li Kurdistanê pêwîstiya we bi wê hebe ku girîngiyê bidine ser vê, divê hûn girîngiyê bidine saziyên xwe û şiyanên rêvebirina we bi xwe hebe.

Hûn çiqasî piştevaniya gelê Herêma Kurdistanê dikin ji bo şerê li dijî gendeliyê ku rola wan hebe û beşdariya konferansên navdewletî yên weke vê konferansê û li deverên din bibin?

Bi dîtina min gelekî girîng e, wek ku dizanî Kurdistan ne xwedî dewleta xwe ye lê girîng e ku kesên we hene di Rêxistina Banka Cîhanî de, bi baweriya min ew dê gelekî alîkariya we bikin.