HEVPEYVÎN | Girasun: Kurdên ji AKPê qut hîn bûne zêdetir in: Ger HDP bê girtin…

HEVPEYVÎN | Girasun: Kurdên ji AKPê qut hîn bûne zêdetir in: Ger HDP bê girtin…

PeyamaKurd - Gerînendeyê Giştî yê kompaniyan lêkolînan Rawestê Roj Girasun, li ser mijarên doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bandora wê û helwesta hilbijêrên Kurd ên ji Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) qut bûne nirxandin kirin.

Girasun di hevpeyvîna Gerçek Gundemê ya ligel Miray Tamer de dibêje, “Damezrandina partiyên DEVA û Gelecekê hiştiye ku di dengên kurdan de tevgerek çêbibe, lê CHPê ji wan dengên Kurd sûd wergirtiye.”

‘Ji 100 dengdêrên Kurd ên dengê xwe dane AKPê, 25-30yê wan ji partiyê dûr ketine’

Berî niha rêjeyeke zêde ya hilbijêrên partiyê ji Kurdan pêk dihat, wê ji niha şûnde helwesta hilbijêran li hember AKPê çi be?

Roj Girasun, rewşa ku bi berawirdkirina hilbijartinên Hezîrana 2018an tespît kirine wiha rave kir:

Li Herêmê (bakurê Kurdistanê) û Tirkiyeyê, windabûna herî zêde ji dengdêrên Kurd e. Li metropolan dûrketina ji AKPê ya kurdan hîn zêdetir e. Li herêmê jî rêjeyeke girîng dengên xwe winda kirine. Li herêmê ji her 100 kesên dengê xwe dane AKPê 25-30yê wan jê qût bûne."


‘Navnîşana yekem a dengên kurd ên ji AKPê çûne CHP ye”

Gelo ev girse berê xwe dide partiyeke din jî, yan tenê di rewşeke nezelal de dimîne?

 “Hilbijêr bi awayê îdeolojîk her çiqas xwe bêhtir nêzîkî Partiya DEVAyê dibînin jî wekî tercîh berê xwe didin CHPê. Ji ber ku beşa herî mezin a opozîsyonê îro CHP ye.Bandora DEVA û Partiya Gelecek (Paşerojê) jî di herikîna dengên kurdan bo CHPê de heye. Ger derneketina holê, gelo wê van hilbijêran berê xwe bida CHPê, yan jî di Maseya Şeş Partiyan de wan cî negirte, gelo wê wisa bi hêsanî hilbijêrên kurd berê xwe bida wan? A rast bawer nakim.

Damezrandina van herdu partiyan, bû sedem ku dengên Kurdan bikevin liv û tevgerê. Heta bûn sedem ku ji dara AKPê biweşin û CHP jî fêkiyên wan berhev bike."


‘HDP bê girtin: Wê helwesta ku dengê xwe bidin dijberên Erdogan bihêztir bibe’

Herî dawî bi awayekî demkî biryara blokekirina hesabê bankeyê yê alîkariya xezîneyê bo HDPê hat dayîn. Yanî wê partî nikaribe sûdê ji para xwe ya 180 milyon lîre alîkariya xezîneyê ku bo hemû partiyên siyasî tê dayîn bistîne. Hevserokê HDPê Mithat Sancar jî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da ku encamên doza girtina HDPê bo piştî hilbijartinan bê paşxistin.


“Gelo ev daxwaza partiyê neyê qebûlkirin û HDP berî hilbijartinan bê girtin, wê çi bibe?”

Roj Girasun: "Ji xwe ev mijar li ser hilbijartinên parlamentoyê ye. Wê ev yek bihêle ku helwesta dengdêrên dijî Erdogan bihêztir bibe. Ji ber vê jî ev wekî ku di berjewendiya Erdogan û AKPê de ye. Li aliyê din jî em dibînin ku ji sedî 90 zêdetirê hilbijêrên HDPê ji bo hilbijartinên parlamentoyê dibêjin, ew ê dengê xwe bidin aliyê ku partiya wan îşaret pê bike.

Di mijara hilbijartina serokomar de jî di wê baweriyê de me ku HDP ji lihevkirina ser namzedê hevpar ê ligel maseya şeş partiyan re vekirî ye. Ger lihev nekin ev dê surprîzeke mezin be.”


 ‘Ji lîsteya DEVAyê ketina hilbijartinê mentiqî ye, lê zehmet e’

Girasun, li ser îhtimala HDP bê girtin û di nav lîsteyên Partiya DEVAyê bikeve hilbijartinên parlamentoyê jî wiha got:

 “Belê, Partiya DEVA partiyeke siyasî ya navendî ye. Lê dema em lê dinêrin, pirsgirêkeke DEVAyê ya derbaskirina benda hilbijartinê heye. HDP jî rûbirûyî fişara deshilatdariyê û girtinê ye. Dibe ku ev rewşeke herdu alî jê qezenc bikin derxe holê. Lê tifaqên cuda yên van herdu partiyan…Di encamê de DEVA partiyeke navendî ye û di nav de kom û nêrînên gelekî cuda hene.

Ne tenê lîberal, Kurd yan demokratên mihafezekar, heta neteweperweran gelek beşên cuda ên civakê hene. “Ger tenê bi meseleya Kurd were bîranîn wê ji bo partîyeke navendî handîkapek be” yanî kesên wisa difikirin hene.

Di nav HDPê de gelek blokên sosyalîst hene. Kevneşopa ku HDP jê tê bixwe jî ne xwedî rabirduyeke siyasî ya tifaqeke wiha ye. Demên berê bi SHPê re tifaq kiriye, lê bi partiyên mihafezekar re nekiriye.

Bi gelemperî mirov dikare bibêje, ji bo vê rewşa tê de asê mane derbas bikin, dibe ku tifaqa bi DEVAyê re baş be. Dibe ku ji bo DEVA benda hilbijartinê derbas bike baş be. Lê wekî min got, handîkapên wan hene."


Gelo dengên HDPê kêm bûne?

Ev girêdayî motîvasyona pirsgirêka derbaskirina benda hilbijartinê ji holê rabûye yan na ye. Dema rîska bendê ji holê radibe, hilbijêr jî berê xwe didin aliyekî ku li gorî wan bi bandortir be.

Ev jî bi giştî CHP ye. Li bajaran Sosyal Demokrat û elewiyên Kurd in. Di hilbijartinên dawî de, van herdu aliyên ku dengên xwe dabûn HDPê, em dibînin ku îro berê xwe didin CHPê."


Kurdî - PeyamaKurd