HEVPEYVÎN | Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê girtîgehên veşartî yên Tirkiyê
PeyamaKurd – Di medya cîhanî de di demên dawî de, gelek rapor û belgeyên li ser hebûna girtîgehên veşartî û kiryarên binpêkirinên mafên mirovan li herêmên kontrola Tirkiye û komên çekdar ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê têne belavkirin.
Herwiha li gorî zanyariyên medyayî hebûna wan girtîgehên veşartî û kiryarên nemirovî yên li wan têne encamdan, ji aliyê dezgehên mafên mirovan ên navdewletî ve jî hatine piştrastkirin û belgekirin.
Heta ku hin kesên di wan girtîgehan de mane dibêjin, ew dema li wan girtîgehan bûn rastî rayedarên tirkîaxêv jî hatine.
Li gorî wan raporan cihên wan girtîxaneyan jî diyar û eşkere ne û belgeyên îşkence, destwerdana zayendî û kiryarên nemirovî yên li girtîgehan diqewimin jî ji aliyên dezgehên mafên mirovan ên navdewletî ve hatine piştrastkirin û ji berpirsên Amerîkî re jî hatine pêşkeşkirin.
Aliyên pêwendîdar heta niha tevî belavbûna wan nûçe û belgeyan jî bi fermî ti daxuyanî nedane.
Li ser mijara van girtîgehên veşartî ku zêdetir jî li herêma Efrînê ya ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin hene û sedemên sepandina wan kiryaran li dijî kurdên xwediyên resen ê herêmê akademisyenê Kurd Dr. Serbest Nebî dibêje:
“Her komeke çekdarên terorîst hejmarek zindanên wan ên eşkere û nihênî hene. Xelkê direvînin ji bo berdana wan a bi beramberî pereyan û wan îşkence dikin. Ev hemû karên binpêkirinan ên ku dikin ne kêm in hîn zêdetir in jî.. efserên Tirkiyê jî serperştiya wan kiryaran dikin.”
Dr. Nebî li ser bêdengî û xemsariya aliyên Kurd jî bi taybet bo aliyên Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku di nav opozîsyona Sûriyê de cî digirin diyar dike; “Ew ên bi navê ENKS mane heta niha jî qebûl nakin navê dagirker ji bo Tirkiyê bikar bînin. Dibêjin Tirkiye navçe kontrol kiriye neku dagir kiriye. Di navbera wan û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de yek ji mijara îxtilafê jî ev e.”
Akademisyenê Kurd li Zanîngeha Koye ya Kurdistanê Dr. Serbest Nebî ku rewş û bûyerên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji nêzîk ve dişopîne bersiva pirsên PeyamaKurd da.
‘Li ser binpêkirin û îşkenceyên girtîgehên eşkere û veşarî gelek rapor hene’
Nûçeyên derbarê girtîgehên veşartî de rast in. Yên ku Efrîn dagir kirine, bi destê efserên Tirkiyê ne. Yanî milîsên bi ser Tirkiyê ve ne û piraniya wan Tirkmen û komên Ereb ên wekî Hemzet û Sultan Murad in. Ew komên çekdar li ser hesta ku neyartiya Kurdan bikin ji aliyê Tirkiyê ve hatine amadekirin. Her yek ji wan koman karên çetetiyê dikin ku her yek ji wan koman navçe û deverek ji bo berjewendiyên xwe girtine û wan kontrol dikin. Neyartî û dijayetiya kurdan li wan herêman dikin. Ew komên çekdar xelkê navçeyên kontrol dikin, ditirsîn û wan neçar dikin milkên xwe bi cî bihêlin û birevin cihên din.
Gelheya Kurdan li Efrînê ji sedî 80 bû, lê niha daketiye ji sedî 20an. Ev tê wê wateyê ku ji sedî 70yê xelkê Efrînê yên Kurd bûn mal û milkên xwe bi cî hiştin û van ew dever dagir kirin.
‘Her grûbek xwedî zindanên xwe ye’
Her komeke çekdarên terorîst hejmarek zindanên wan ên eşkere hene û hinek zindanên wan ên nihênî jî ne. Xelkê direvînin ji berdana wan a bi beramberî pereyan û wan îşkence dikin. Ev hemû karên binpêkirinan ên ku dikin ne kêm in hîn zêdetir in jî.
Gelek rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî û dezgehên medyayî behsa van girtîgehên veşartî dikin. Yek ji wan NBC behs kiriye, HRW behs kiriye û Human Rights Observator behs kiriye. Bi dehan rapor li ser vê mijarê hene ku efserên Tirkiyê serperştiya wan kiryaran dikin.
‘Di dema Nazîyan de ewqas tehde li cihûyan nehatiye kirin’
Di rapora 2020 û 2021ê ya Komîteya Mafên Mirovan a taybet bi Sûriyê ya bi ser Neteweyên Yekbûyî de jî behsa wan girtîxaneyên veşartî hatiye kirin û li gorî raporê jî di bin çavdêriya efserên Tirkiyê de li ser bi dehan jinan di wan girtîgehan de îşkence û azar hatine kirin. Ev ne gotina min e, di wê raporê de hatiye eşkere kirin. Gelek raporên wiha hene. Tiştên ku niha li Efrînê dibin bawer nakim li ti cihekî din bibe. Di serdema Nazîyan de jî ewqas tahde bi cihûyan nehatiye kirin.
‘Efserên Tirk Efrîn bi sembol û nîşanên Gurebozan dagir kirin’
Erê li Efrînê PKK serdest bû, lê ji sedî 70yê Efrînê ne PKK bû. Roja Efrîn hat dagirkirin, efserên şoven ên Tirkiyê yên bi ser Gurên Belek (Gureboz-Bozkurt) de, wan li ser dîwaran nivîsandin; Doh Cizîr bû, Ev der Efrîn e. Ev der ne Roma ye. Yanî digotin, em ê bişewitînin û kurdan li wir nehêlin.
‘Kiryarên Tirkiyê digihin asta tawana şer û jenosîdê’
Tirkiyê weke dewlet rêz li xwe negirt û leşkerên Tirkiyê wekî kar û bar ketin nav karên dijmirovî. Heta ev karên li herêmên dagirkirî bi destê hêzên Tirk tê kirin digihîje asta tawana şer û jenosîdê. Çawa ku nazîyan kiriye, ev jî bi wî awayê dikare bê naskirin.
‘Tenê xemeke Tirkiyê heye, ew jî nehiştina Kurdan e’
Gelek dîmen, vîdyo û raporên ku efserên Tirk jî di dema wan îşkence û tundûtujiyên li ser girtiyan dihatin kirin de, amade bûne hene. Tirkiyê bombeya fosforê jî bikar aniye. Wek endama NATO dijî binemayên mafên mirovan çekên qedexekirî li dijî kesên sivîl bikar anîye. Li bîra min e, li Serê Kaniyê ew çek hatin bikaranîn ku ez bixwe jî şahidê wan birîndaran im. Raporên bijîşkî hene ku li navçeya Serê Kaniyê çekên kîmyewî li dijî zarokan û sivîlan hatin bikaranîn.
Tirkiyê ti carî wek endamê NATOyê xwe nekiriye berpirsiyarê siyasî yên ku li ser mafên mirovan kar dike. Tenê xemeke Tirkiyê heye. Ew jî nehiştina hebûna Kurdan e.
‘Ne pîvanên NATO ne jî yên ti dezgeheke navdewletî ne xema Tirkiyê ne’
Niha Tirkiyê navçeyeke zêrîn a wek Efrînê ku piraniya wê Kurd bûn û çand, ziman û mîrateya Kurdî parastibûn dagir kir. Eynî wek bajarên Semsûr, Dîlok û Mereşê ku îro hatine asîmilekirin û kontrolkirin, Efrîn jî wekî kelemekê di çavên tirkan de bû. Îro tirkan ew der dagir kir û xelkê wê bi tundî û şer der kirin. Ereb û tirkmen li wan deran bicih kirin daku bazinekê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê û sînorê xwe de çêke.
Ne pîvanên NATO ne jî yên ti dezgeheke mafên mirovan, dezgehên navdewletî yên siyasî û ewlehiyê ne xema Tirkiyê ne. Xema Tirkiyê tenê hebûn û nebûna Kurd e. Kurd ji bo aqlê siyasê yê Tirkiyê bûye fobîyek. Hemû behane û hincet nîşandana PKKê derew e, nerast e. Tirkiye hebûn û nebûna PKKê bikar tîne ji bo ku dijatiya kurdan dike li her cihên kurd lê hene. Wek mînak Efrîn 30 km li dûrî Behra Spî ye û dûrî navenda Kurdistanê ye. Heger PKK nebûya jî wê Tirkiyê PKKyek ava bikira daku şerê xwe yê dijî Kurdan dewam bike.
‘Piraniya Kurdên li Efrînê mane yan ji Tirkiyê re dixebitin yan jî bi zorê têne derkirin’
Li ser sedema ku bi taybet çima ew nûnerên Kurd behsa wan zindanan nakin dixwazin tiştekî bibêjim.
Piraniya wan kurdên li Efrînê mane, pêwendiya wan bi MÎTa Tirkiyê (Saziya Îstixbarata Tirk) re heye û bûne cehşên tirkan li wê derê. Tirkiye hinek ji wan li dezgehên hukmî yên wek şaredariyan bikar tîne. Ew ne amade ne nûnertiya kurdan bikin. Erê bi nav Kurd in, lê baweriya ti kesî bi wan nabe. Kurdên resen kurdên xemxurê kurdayetiya xwe ne û ew jî piranî li derveyî Efrînê ne. Li Ewropa û hemû cihên ku lê ne behsa wê zorbetiyê dikin.
‘Kurdên bi navê ENKSê di nav opozîsyonê de ne dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin’
Hin kurdên bi ser opozîsyona Sûriyê de jî hene ku ew jî ligel Tirkiyê kar dikin. Ew ên bi navê ENKS mane heta niha jî qebûl nakin navê dagirker ji bo Tirkiyê bikar bînin. Hin gotinên din di rapor û beyanên xwe de bikar tînin. Dibêjin Tirkiye navçe kontrol kiriye neku dagir kiriye. Di navbera wan û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de yek ji mijara îxtilafê jî ev e. Yanî ew grûbên di nav opozîsyona Sûriyê de, xwe wekî Kurd pênase dikin qebûl nakin li wan herêman ji bo Tirkiyê bibêjin dagirker.
Ew hemû komên çekdar ên terorî yên bi ser Îtilafa Sûriyê, ji bo kiryarên girtîgehên eşkere û veşarî di bin biryar û fermana MÎTa Tirkiyê de kar dikin. Piraniya wan nîşanên Gurgên Belek (Bozkurt) û alayên wan hildigirin. Her komek zindanên wan ên taybet hene. Revandin û girtina xelkê li ser biryara asayîşa Tirkiyê dikin. Hinekan ji bo pere û karê çetetîyê direvînin.
‘Yên ku Tirkiye wan bi YPG/YPJ bi nav dike li Efrînê nema ne’
Wek nimûne; heta niha 600 jinên hatine girtin û revandin ku kes nizane bê çi bi wan hatiye. Ew jî hemû ne PKK bûn. Bila heta bigihe sed kesan ji wan bin. Lê ew 500 kesên din çi bûn? Wek nimûne, bi hezaran ciwan hene girtî ne. Yên ku Tirkiye wan bi YPG/YPJ bi nav dike li Efrînê nemane. Wan berê ligel çekên xwe Efrîn bicih hiştiye û çûne. Niha ew li kampên derdora Şehbayê ne. Lê belê her kurdekî ku li Efrînê mabe yan wan wekî siyasî û îstixbarî bikar tînin yan jî jiyanê li wan reş û tarî dikin daku mal û milkên xwe bi cî bihêlin û derkevin. Çeteyên Ereb û tirkmen jî dest datînin ser mal û milkên wan. Wek mînak; xanî û zeviyekî te yê baş hebe, te û zarokên te direvînin. Carek du car sê car êdî tu neçar dimînî derkevî û ew jî dest deynin ser mal û milkê te.
‘Dixwazin Efrînê bê kurd bihêlin û wek Hatay û Îskenderûnê bikin bajarekî Tirkiyê’
Îro tiştê ku li Efrînê dibe aqil nagire. Aqilê neyartî jî tu caran wiha nekiriye. Ev aqilê neyartiyeke bêşeref e ne neyartiyeke wêrekî ye. Dijminatiya ku Tirk li Efrînê li ser Kurdan dikin, ti dimjminekî li cihekî din li dijminên xwe nekiriye. Lewma jî divê ji bîra me neçe. Îro tenê yek xema Tirkiye û opozîsyonê heye. Ew jî dixwazin Efrînê bê Kurd bihêlin û wekî Hatay û Îskenderun bi ser Tirkiyê ve bikin. Dixwazin Efrîn jî wek bajarên Bakurê Kurdistanê yên Semsûr, Mereş û Dîlokê bikin Tirk û li pêşerojê nehêlin Kurd behsa mafên xwe jî bikin.
Ev nivîs 210772 car hatiye xwendin.