HEVPEYVÎN | 'Lihevkirina Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê bi qasî oksîjenê girîng e'
PeyamaKurd – Siyasetmedarê bakurê Kurdistanê Osman Baydemir, ji malpera KIDP.info re axivî û bi taybet li ser yekrêziya nav mala Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê got, “Me gelek qurbaniyên mezin dane, lê niha ya girîng ewe ku kurd destkeftên xwe biparêzin.”
Baydemir di hevpeyvîna ku 27ê Kanûnê li ser malpera KDP.info hatiye belavkirin de dibêje, “Oksîjen çiqasî ji mirovan re girîng be, lihevkirina kurdan li rojava jî ewqasî girînge.”
Baydemîr nerîna xwe li ser rewşa siyasî ya niha ya kurdan anî ziman û ragihand:
“Gerek em lihev guhdar bikin. Ez bawerim her dema ku em lihev guhdar bikin û kar bikin, dê %50 ji pirsgirêkên me çareser bibin, ya mayî jî bi danûstandinan çareser dibe. Em di wê baweryê de me ku ti pirsgirêkek mezin di navbera partiyên siyasîyên kurdî de tuneye. Tişta ku heye ewe ku li hev guhdar nakin û hev qebûl nakin. Gerek lihev guhdar bikin û danûstandinan bikin”.
Li ser pirsa Rojavayê Kurdistanê û diyaloga kurdî-kurdî ku li ser bingeha rêkeftina Duhokê ye, Baydemîr nerîna xwe wiha anî ziman: “Av û nan û oksîjen ji bo mirovan çiqasî girîng bin, ewqasî danustandin û diyalogên kurdî – kurdî li Rojavayê Kurdistanê girîng in. Nan çi qasî pîroz be, lihevkirin û danûstandin ji bo gelê kurd pîroz in. Ew rêkeftin mînakeke xuyaye ji bo hemû partiyên kurdî û tevahiya parçeyên Kurdistanê, lewma ez wek kurdekî spasiya wan dikim û piştevanî û dilxweşiya xwe nîşan didim ji bo wî karî, nexasim jî ji bo keda serokê herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku piştevanê sereke ye ji bo vê lihevkirinê.”
'Divê Kurd hay ji plan û lîstikên welatên herêmê hebin'
Baydemîr eşkere kir ku hemû welatên herêmê naxwazin ew pêvajo bi ser bikeve û lihevkirineke kurdî – kurdî çêbibe. Gerek kurd hay ji plan û lîstikên wan dewletan hebin. Ew naxwazin kurd yek bin. Gerek kurd ji ser mêza danûstandinan ranebin heya ku stratîjyeke havbeş û mizgîniyek ji bo aştiya navxwe belav nekin. Divê ev pêvajo bigihê armanceke pîroz ji bo tevahiya gelê Kurdistanê.”
Osman Baydemîr di berdewamê de wiha got:
“Bi rastî hinek kes û kesayetî li her çar perçeyên Kurdistanê, em dikarin bibêjin bê wan ti proseyeke aştiyê bi ser nakeve. Rola serokê herêma Kurdistanê roleke sereke ye û ez bawerim ku bê wî ev pêvajo bi ser nakeve. Divê ew pêvajo berdewam be û em piştevaniya wê bikin. Ew pêvajo ji bo yekîtiyê ji bo 40 milyon kurd girînge û hêviyên gelê kurd mezintir dikin.”
‘Hemû xebat û fedakariya Kurdan li çar parçeyan ji bo azadiya Kurdistanê ye’
Baydemîr nerîna xwe li ser şerê kurdan li dijî DAIŞ ê bi vî awayî anî ziman: “Hemû xebat û fedakariya kurdan li her çar perçeyên Kurdistanê ji bo tiştekî ye, ew jî azadiya Kurdistanê ye. Şerê DAIŞê jî ji bo heman mebestê bû. Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de 2 tiştên mezin bi dest xistin. Welatê xwe parastin ya duyem jî ji hemû cîhanê re piştrast kirin ku kurd dostê pêşketin û demokrasî û wekheviyê ne. Ne dijminê mirovatiyê ne û em li dijî terorê ne. Bi rastî ev jî serkeftineke mezin bû ji bo hemû kurdan, ku hemû miletên cîhanê kurdan baştir nas bikin. Em zanin ku welatên cîhanê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin, lewma divê em kurd jî li berjewendiyên xwe bigerin. Di serî de divê em yek bin. Divê em wê yekê fêm bikin ku li rojhilata navîn tenê hebûna medeniyetê li kurdan tê û ti miletek li rojhilata navîn ji bilî kurdan tune ye ku welatên cîhanê pêwendiyên medenî pê re ava dikin.”
‘Kurd li Rojhilata Navîn nûnerên aştiyê ne’
Baydemir di dawiya hevpeyvînê de wiha gotiye: “Me gelek qurbanî dane, lê ji hert iştî gringtir ew e, ka emê çawa van destkeftên xwe biparêzin û wek çavê xwe hay ji wan hebin. Her destkefteke kurdan li her çar perçeyên Kurdistanê destkefta 40 milyon kurd e. Divê hemû welat bi aştî kar bi kurdan re bikin. Ji bo aştiya rojhlata navîn divê pirsa kurdî were çareserkirin. Kurd ne gefin li ser ti kesî. Berê xwe bdin pêkhateyên başûr û rojavayê Kurdistanê, ku çawa pêkhateyên olî û netewî li Kurdistanê li navend û parlemantoya Kurdistanê xwedî nûnerin. Ev yek nîşan dide ku Kurd nûner û balyozê aştiyê ne li Rojhlata Navîn.”
Ev nivîs 210862 car hatiye xwendin.