HEVPEYVİN | Mehmet Tanriverdi: Referandûm û pêvajoya referandumê gelekî serkeftî bû

HEVPEYVİN | Mehmet Tanriverdi: Referandûm û pêvajoya referandumê gelekî serkeftî bû

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Civata Kurd li Almanya Mehmet Tanrıverdi, beşdarî bernameya Zeynep Cager a li ser Netew TVyê bû. Tanriverdi ragihand ku, di salên 1960î de xwendekarên Kurd çûne Almanyayê û di destpêka salên 1977-78an de komele ava kirin, ev komele yên karkerên Kurd bûn. Ji ber ku wan salan di nava karkerên Kurd de hîmên çepîtiyê hebû, Kurdên li Almanyayê zêdetir komeleyên karkeran ava kirin.

Mehmet Tanriverdi derbarê Civata Kurd li Almanyayê dibêje, civaka Kurd li Almanya, teqrîbên 40 sal heye û destpêka damezirandina komeleyên Kurd bi destpêka hatine karkerên kurd bo Almanyayê destpê kiriye û dibêje:

“Wekî hûn dizanin di salên 1960î de xwendekarên Kurd hatin Almanyayê û di destpêka salên 1977-78an de komele ava kirin, ev komele yên karkerên Kurd bûn. Ji ber ku wan salan di nava karkerên Kurd de hîmên çepîtiyê/çepgiriyê hebû, li cîhanê jî zêde bû, Kurdên me zêdetir komeleyên karkeran ava kirin. Siyaseta wan jî li ser çepîtiyê bû. Û di sala 1993yan de Kongreya Komeleya Karkerên Demokratên Kurdistanê ava kir û me got gerek civakên Kurd, komeleyên Kurd pirdengî bin ne komeleyên hizbî bin; ne girêdayî partiyekê ango hizbekê bin. Me komeleyê cihûyan wekî minak girt û me navê komeleya xwe kir Civatên Kurd li Almanyayê. Komîteya birêveber ji 15 kesan pêk tê.”

Mehmet Tanriverdi di berdewamiya axaftina xwe de dibêje, peywendiyên Kurdan û Almanyayê baş in û Civata Kurd di warê entegrasyonê de Kurdan temsil dike: “Peywendiyên me bi parlemana Almanyayê re baş in û li parlementoyê parlementerên kurd hene. Ji 2006an û vir ve Civata Kurd beşdarî teqrîben 11 Zîrweyên Entegrasyonê bûye û li wir Kurd temsîl kirine.”

Tanriverdi diyar dike ku di navbera zankoyên Almanyayê û Herêma Kurdistanê de têkilî û hevkarî hene. dibêje ku ew beriya Referanduma Serxwebûna Kurdistanê û di dema referandumê de jî xizmeta Kurdistanê kirine û wiha berdewam kir:

 “Referandûm û pêvajoya referandumê gelekî serkeftî bû. Belkî dewleteke serbixwe ava nebû lê êm hêvî dikin ku ew daxwaz rojekê zûtir pêk were. Di dema referandumê de gelek kes û rêxistinên Kurdan ji diasporayê jî çûbûne wê derê lê heval û dost û rêxistinên navnetewî, parlementer cîhanê kêm bûn, ew jî kêmasî jî ya rêxistinên Kurdî ye. Li Kurdistanê em bi hemû fraksiyonên Kurdistanê re, PDK, YNK û Goranê re rûniştin û me anî ziman ku divê ev kêmasî rabe, ji ber ku dostên me hene. Em Kurd ne weke kurdên 40-50, 100 sal berê ne ku bêjin çiyayên me dost û hevalên me ne. Divê em ji aliyê peywendiyan û dîplomasiyê xwe xurt bikin.”

Tanriverdi herwiha  got, “Me pêşniyar li fraksiyonên Kurdistanê kir ku wezîrêk bo karên diasporayê hebe. Ji ber ku li diaspora zêdetir ji 2-3 milyonan Kurd hene û divê wezaret hebe ku kar û barên wan re eleqedar bibe.

”Cîgirê Serokê Civata Kurd li Almanyayê bale dikşîne ser rêxistinbûnê û damezirandina dezgehan: “Divê em dezgehên xwe ava bikin. Divê em di warê ilmî, civakî, jin, ciwanan de dezgehan ava bikin û her tim amade bin. Yekîtî pêwîst e û divê mirov qet dev ji yekîtiyê bernede. Dibe ku ji aliyê siyasî  ve ferq û cudahiyên me hebin. Ne hewce ye em hemû komeleyên xwe bikin yek –pirdengiya me dewlemendiya me ye- lê di meselaya Kurdbûn û netewî de gerek em yek bin.”

Ev nivîs 210887 car hatiye xwendin.