HEVPEYVÎN | M.Emin Aktar: “Divê siyaseta Kurd xwe ji nû ve li ber çavan derbas bike”

HEVPEYVÎN | M.Emin Aktar: “Divê siyaseta Kurd xwe ji nû ve li ber çavan derbas bike”

PeyamaKurd - Di hilbijartinên 14ê Gulanê de ti namzedekî serokomariya Tirkiyê dengên pêwîst bi dest nexist. Di gera duyem a 28ê Gulanê de, herdu namzedên herî zêde deng wergirtine, ji Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu û ji Tifaqa Cumhur jî Recep Tayyip Erdogan careke din dikevin pêşbirkê.

Piştî hilbijartinên 14ê Gulanê mijarên wekî; muxalefetê çima nekarî bi ser bike?, Sedema wergirtina dengên zêdetir ên Erdogan, kêmbûna dengên YSP/HDPê, hevdîtinên Kiliçdaroglu û Erdogan ji bo gera duyem bi Tifaqa ATA ya neteweperestên ultra re, ji bo gera duyem helwesta dijîkurd a Kiliçdaroglu û rexne-dxwazên kurdan ên xwerexnekirinê li HDPê di rojevê de ne

Namzedê parlamenteriyê ji Partiya Çep a Kesk û serokê berê yê baroya Diyarbekirê Parêzer Mehmet Emîn Aktar, ji PeyamaKurd re rojeva hilbijartinê nirxand.

Aktar dibêje; “Heger me namzedê xwe derxistiba, dê di gera duyem de li şûna Tifaqa ATA hilbijêrên Kurd xwedî roleke girîng bûna. Em ê bibêna xwedî roleke kilît. Me yê bi herdu aliyan re hevdîtin bikira û dê di gotinên herdu aliyan ên li hemberî kurdan de jî guherîn çêbûya. Lê di vê rewşa heyî de, em bûn mehkumê piştevaniya aliyê opozîsyonê, mixabin ti bijardeyeke me ya din nema. Me pozîsyona xwe ya bêyî nabe ji dest da.

Me hilbijartinên 14ê Gulanê li paş xwe hişt û li nêzîk hilbijartina gera duyem a serokomariyê ya 28ê Gulanê tê kirin. Ji bo gera duyem nêzîkatî û helweteke nû ya aliyan xuta dike. Tu vê rewşê çawa dinirxînî? 

“Me dît kêmasîyeke mezin e ku siyaseta kurd ji bo 14ê Gulanê namzedê xwe dernexistiye. Bi vî awayî jî me dît ku vê yekê bandor li ser beşdariya hilbijatinê û hejmara parlamentetan kir. 

Li vir pirsa herî girîng ew bû ku di gera yekem de dawiyê li rejîma dîktatoriyal werînin. Ev jî hebû. Bi ya min kurd gelek caran vê xetayê dikin: Gelo wê yên din çi ji bo me bibêjin? Kurd gelekî fedekariyê dikin û maliyeta vê ji bo gelekî giran dibe

Tevî ku encama 14ê Gulanê li parlamentoyê rola kilîr nedaye me jî ger em rastiyê bibêjin, ji bo hilbijartina 28ê Gulanê jî em nebûn xwedî roleke kilît. Me ji neçarî di gera yekem de piştgirî da Kiliçdaroglu. Lê niha ji bo gera duyem em bûn mehkum. Ji xwe ti wate û bamdora hevdîtinên din nîne.”

Gelo opozîsyonê tişta dihat hêvîkirin da? Diyar e Tifaqa Milet encama ku dixwest di hilbijatinan de bi dest nexist. Erdogan wekî di hilbijatinan de bi ser ketiye tevdigere. Li gorî te wê gera duyem çawa be?

“Opozîsyonê encama ku hêvî dikir bi dest nexist ku plana serkeftinê dikir. Wisa dixuye ku komeke ji nav maseya şeş partiyan (IYI Parti) bi rêjeyeke girîng dengên xwe dane Sinan Ogan. Ev jî rasterast bandorê li encama hilbijartinê dike.

Dema li aliyê Erdogan em dinêrin, xuyaye ku ew jî nerehet e û heger encam rast bin ji xwe kêmaniya dengên bigire wergirtiye. Lê ez jî wekî gelek kesan difikirim ku muhtemele bi dengan hatibe lîstin. Lê bi daneyên berdest ne mimkune em vê îspat bikin û li gorî van encaman dîsa qezenc nekiriye.

Ger em li gera duyem binêrin, kêmasiya motîvasyona opozîsyonê heye. Ger hilbijêr di nav çend rojan de bên motîvekirin û ber bi sindoqan ve bên anîn û herwiha li Bakurê Kurdistanê beşeke girîng neçûn ser sindoqan. Ger ew jî biçin dê şansê Kiliçdaroglu yê serkeftinê zêde bibe.”

“Mixabin me pozîsyon û jênegeriya xwe ji dest da"

Di van hilbijartinan de Sînan Ogan û Tifaqa ATA hatin populerkirin û nêzîkatiya wan a bo Kurdan û partiya we jî eşkere ye. Di vê rewşê de heger Tifaqa Milet bi wan re lihev bike, dê Kurd çi bertekê nîşan bidin? Wekî tê zanîn Kurd li dijî Tifa ATA ya ultra neteweperest in û gelek Kurd hene ku dema Tifaqa Milet bi wan re tifaqê bike deng nedin. Gelo mafdar in?

“Heger me namzedê xwe derxistiba, dê di gera duyem de li şûna Tifaqa ATA hilbijêrên Kurd xwedî roleke girîng bûna. Em ê bibêna xwedî roleke kilît. Me yê bi herdu aliyan re hevdîtin bikira û dê di gotinên herdu aliyan ên li hemberî kurdan de jî guherîn çêbûya. Lê di vê rewşa heyî de, em bûn mehkumê piştevaniya aliyê opozîsyonê, mixabin ti bijardeyeke me ya din nema. Me pozîsyona xwe ya bêyî nabe ji dest da.

Ger Kemal Kılçdaroglu zimanê xwe biguherîne, zimanekî neteweperestîya ultra qebûl bike, dibe ku kurd jî neçin ser sindoqan û mafdarin jî.”

Di nav dengdêrên HDPê de nerazîbûn û bertekên zêde hene ku dibêjin, namzedên Partiya Çep a Kesk ne li gorî maf û daxwaziyên Kurdan û bajarên wan bûn. Mînak rêza namzediya te ya parlamenteriyê gelekî hate nîqaşkirin. Gel li dijî vê ye. Xelk di wê nêrînê de ye ku pêwîste  namzed bajar nas bikin û ferzkirin çênebe. Dibêjin, YSP dûrî gel e, ev rast e?

“Di vê mijarê de mafdar in. Divê partî di nava xwe de, xwedî îdareyeke demokratîk be. Herwihe guh nedan dengê hilbijêrên xwe. Rêbaza herî baş ew bû ku diviyabû li gorî daxwazîyên endamên xwe û keşûhewaya nav gel rêza namzedan bihata diyarkirin.

Ji ber vê jî ev gelekî girîng e, lê di hin rewşan de derfeta wê çênabe. Lê partî dikarin li ser meyla hilbijêrên xwe ya bo navan lêkolînan bikin. Carna hinek namzed dibe ku ji aliyê civakê vê zêdê neyên zanîn. Lê dema ew nav zêde bibin, ji ber ku civak wan nas nake, bertekê nîşan dide.

Li Diyarbekirê di vê serdemê de, bertekên wiha çêbûn. Ji ber ku di nav lîsteyê de, kesê herî zêde dihat naskirin ez bûm, hin bertek hatin nîşandan. Ev jî tiştekê xwezayî bû. Sedema ku nehatime hilbijartin ne rêza lîsteyê bû. Gelek dengên şaş hatine bikaranîn hebûn û bandora wê çêbû.”

Ji ber encamên hilbijartinan xelk daxwaza xwerexnekirinê ji partiyê dike. Moralê hilbijêrên Kurd xirab bûye. Sedema ku ev qas deng kêm bûn çi ye? Dixwazî çi bibêjî?

“Ger dema hûn di hilbijartinekê de, hem dengan hem jî parlamenteran winda bikin, divê rêveberên partiyê di nav xwe gutûgoyan bikin û ji bo wergirtina berpirsiyariyê çi pêwîst be bikin. Mekanîzmeyên vê yên rêbazên demokratîk diyar in û partî di nav xwe de pêvajoyên demokratîk diafirîne. Yan bi kongreya awarte, yan jî îstifaya hin kesên berpirsiyar. Wisa nebe ne mimkun e bertek û nerazîbûna civakê bê kêmkirin. ”

“Bi nêrîna min bidawîkirina tifaqa ligel TÎPê, wê di berjewendiya Kurdan de bûya”

Tê gotin ku Partiya Karkerên Tirk (TÎP) bi Yeşîl Solê gelek deng daye windakirin. Derket holê ku bi hemleya TÎPê ya bi lîsteya xwe ketibû hilbijartinan re, gelek parlamenter hatin windakirin. Tifaqa ligel TÎPê rastî nerazîbûnên Kurdan hatibû. Li gorî Kurd li ser vê rewşê çi difikirin?

 “A rastî ez ne rêveberê partiyê me û agahiya min ji pêvajoya tifaqa ligel TÎPê nîne. Lê li gorî zanyariyên raya giştî; zimanê TÎPê yê quretî, jixwerazîbûna zêde, şûmîtî û helwesta wan a ku îdia dikirin, Kurdan bi partiya wan benda hilbijartinê derbas kiriye, qet nayê qebûlkirin. 

Di heyama vê hilbijartinê de, wan zirar da partiya me û siyaseta Kurd. Li hember vê helwestê diviyabû ew tifaq were bidawîkirin. Çimkî bi partiyeke ku em pê re di tifaqê de bin, dîyalogeke wiha nabe.

Li gorî rastiya siyasî, hin caran neçarî û mafdariya ku siyaseta Kurd bi çepên Tirk re tifaqan bike heye, lê tifaqa bi TÎPê re têra xwe bi kêşe bû. Ez di wê nêrînê de me ku diviyabû beriya serî li Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) bidin, ew tifaqa hatiba bidawîkirin ku ev dê di berjewendiya Kurdan û partiye me de bûya. Nerazîbûn û berteka civakê jî li hemberî vê ye.”

“Divê siyaseta Kurd xwe ji nû ve li ber çavan derbas bike”

Herî dawî hûn dixwazin çi li wan gotinên xwe zêde bikin?

"A rast divê Kurd di çarçoveya siyaseta demokratîk de, sîyaseta xwe ya legal zelal bikin ku bê ji bo çi têkoşînê didin. Di encamê de em ji bo ku vê civakê bikin xwedî statû têkoşînê didin.

Xebatên parlamentoyê divê nebe qada konforê bo komekê, divê li wir têkoşîn bê dayîn. Ji ber vê jî ez di wê nêrînê de me ku kesên zana û bi bandor ku di nav gel de hatine qebûlkirin di parlamentoyê de cî bigirin û siyasetê bikin.

Divê siyaseta Kurd hem ji hêla aktoran ve hem jî bernameyê ve xwe ji nû ve li ber çavan derbas bike.”