HEVPEYVÎN | Mesûd Barzanî: Em ne beşek ji nakokiyan e, em rê nadin xaka me bibe baregeha gefxwarinê!

HEVPEYVÎN | Mesûd Barzanî: Em ne beşek ji nakokiyan e, em rê nadin xaka me bibe baregeha gefxwarinê!

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke taybet a malpera Al Monitor de, li ser mijarên kêşeyên navbera Bexda-Hewlêrê û bandora pêwendiyên welatên cîran û zilhêzên cîhanê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê daxuyaniyên girîng dan.

Li gorî pêşekeşiya Al-Monitorê Serokê Efsaneyî yê Kurd di hevpeyvînê de, behsa atmosfera erênî ya ligel hikûmeta Iraqê dike û li ser pêwendiyên ligel welatên cîran ên Herêma Kurdistanê jî destnîşan dike, “Em naxwazin bi wan re ti alozî çêbibin.”

Serok Barzanî destnîşan dike ku Herêma Kurdistanê ne parçeyekî milmilaneyên hêz û welatên cîran e.

‘Ti bahaneyek ji bo paşxistina hilbijartinan nîne’

Serok Barzanî di hevpeyvînê de, li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir ku ti behaneyek ji bo paşxistina hilbijartinan nîne.

 “Divê hilbijartin bên kirin, ti bijardeyeke din nîne, eger nebe saziyên hikûmetê dê rewatiya xwe ji dest bidin… Ez bi wê yekê geşbîn im ku partî dê roja duşemê li parlamentoyê bicivin û li ser mijaran gotûbêj bikin.”

 “Ji bo paşxistina hilbijartinan ti bijarde û hincet nînin. Ger partiyek siyasî hewl bide astengiyan li pêşiya hilbijartinan çêbike, dê xwe îzole bike. Hilbijartin dê bên kirin.”

‘Di navbera Kurdistan û Iraqê de atmosfereke erênî heye’

Serok Barzanî derbarê pişkê Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê de got: “Ev mijar berê jî bi awayekî nedadperwerane li dijî Herêma Kurdistanê hatiye bikaranîn. Ez nabêjim biryara bûdceyê ji sedî sed bi dilê me ye, lê bi baweriya min ev gaveke erênî ye.”

 “Ji sala 2007ê ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo derbaskirina projeyasaya petrolê li Parlamentoya Iraqê nîşan daye. Lê hikûmetên li pey hev li Bexdayê xwe ji vê pirsê vedidizin û heta niha em negihiştine encamekê, lê bi vê atmosfera erênî, bi baweriya min dê atmosfereke xweş ji bo derbaskirina projeyasaya petrolê û mijarên din ên yasayî çêbibe.”

‘Amerîka hîn jî girîngiyê dide herêmê’

Di derbarê girîngiya deverê ji bo Amerîkayê Serok Barzanî got: “Dibe ku pirsên pêşîne yên niha yên Amerîkayê hatine guhertin û Çîn û Ukrayna di rojeva asayîşa netewî ya wî welatî de bin. Lê ev nayê wê wateyê ku Amerîka tiştên li Iraq û Rojhilata Navîn paşguh dike.. Hûn nikarin rewşa niha bi rewşa berê bidin ber hev, lê hîn jî Amerîka bi giringî li navçeyê dinêre…

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin ku dostekî me yê baş e, hefteya borî serdana Iraqê kiribû. Austin tekez kir ku Amerîka girîngiyê dide navçeyê û wê pêwendiyên xwe ligel welatên din berdewam bike.”

‘Îran ji zimanê gefxwarin ber bi diyalog û dîplomasiyê ve diçe’

Serok Mesûd Barzanî hişyarîya metirsiya berdewam a DAIŞê da û di berdewama hevpeyvînê de li ser rêkeftina Îran û Erebistana Siûdî ya asayîbûnê got: “Em naxwazin di navbera welatên navçeyê de alozî çêbibe. Îran û Erebistana Siûdî du welatên girîng ên navçeyê ne.. Rêkeftina di navbera Îran û Erebistana Siûdiyê de nîşana wê yekê ye ku Îran ji zimanê gefxwarinê ber bi diyalog û dîplomasiyê ve diçe.”

Serok Barzanî li ser êrîşên moşekî yên Îranê yên sala borî li ser Herêma Kurdistanê jî diyar kir: “Êrîş bi temamî nerewa bûn û tohmetbarkirinên wê jî bêbingeh bûn… Hinek saziyên Îranê ji bo veşartina şikestinên xwe, li qurbaniyên derveyî digerin.

Îran cîrana me ye, em naxwazin bi wan re ti alozî çêbibin. Heta ku ji destê me tê, em dixwazin têkiliyên me asayî hebin. Em ne beşek ji nakokiyên bi Îranê re ne, em rê nadin ku xaka me bibe baregehek ji bo gefxwarina li ser ewlehiya cîranên me.”

‘Ti bersiv û siyaseteke zelal ji bo paşeroja Sûriyê nîne’

Serok Barzanî derbarê pirsa Sûriyê de jî wiha axivî: “Sûriye ji sala 2011ê ve di rewşeke şer û tevlîhev re derbas dibe, di encamê de kuştin, koçberî û wêraniyeke giştî çêbûye, lê ti nîşaneyek nîne ku dê di paşerojê de çi bibe…

Bijardeya alternatîf a hikûmeta Sûriyê kî ye? ti bersiveke zelal û siyaseteke zelal ji bo paşeroja Sûriyê nîne.”

‘Divê dewlet nasname û mafên Kurdan nas bikin’

Serok Barzanî di dewama hevpeyvînê de behsa dîroka parçebûna Kurdistanê û Kurdan li nav çar dewletan dike û li ser rewşa giştî ya Kurdan dibêje, "Kurd yek netewe ne, divê ev bi eşkere bê gotin.”

Serok Barzanî dide zanîn: "Li hember Kurdan zilm û bêdadiyeke berdewam heye. Ev jî bûye sedema mirinan, şeran û pevçûnan. Lê belê Kurdan kariye li ser piyan bimînin. Ev tê wê wateyê ku tundî û zilma hikûmetan li hember Kurdan nabe çareserî. Bersiva vê jî ew e ku divê rêbazên pragmatîk, zemîna hevpar û bêyî tundiyê bêne dîtin.”

‘Pêwîste ji bo Kurdan li ser zemîna hevpar û dîyalogê çareserî bê dîtin’

Herwiha Serok Barzanî dibêje, rêveberiya xweserî ya Herêma Kurdistanê dibe ji bo dewletên din ên Kurd lê dijîn nebe çareserî, lê divê li gorî mercên wan dewletan çareserî ji bo pirsa Kurd bê dîtin.

Di dawiyê de jî Serok Barzanî destnîşan dike: "Divê hemû dewlet ji polîtîkayên înkar û tundiyê dûr bikevin û li hember Kurdan serî li tundiyê nedin. Li van welatan pêwîste li ser zemîna hevpar a diyalogê, ji bo mafên demokratîk û nasnameyî yên Kurdan çareserî bê dîtin.”


Werger - Sererastkirin: PeyamaKurd