HEVPEYVÎN | Miroglu: Niha mercên pêvajoyeke nû ya çareseriyê nîn in!
PeyamaKurd - Endamê Komîteya Navendî yê AK Partiyê, parlamentarê serdemên 25 û 26an li Parlamentoya Tirkiyê û nivîskarê pirtûka “Sedsala nû, Kurd û Serxwebûn” Orhan Mîroglu, di bernameya Zeynep Çager de, bersiv da pirsên derbarê geşedanên dawî yên li Tirkiyê û Pirsa Kurd de.
Orhan Mîroglu li ser netewerperiya Kurd û daxwaziyên statuyê yên Kurdian wiha axivî:
“Li Tirkiyeyê 27 milyon Kurd hene. Niha 15 milyon zêdetirê wan li metropolan dijîn. Divê em li ser vê nîqaş bikin, bê em ê di kîjan çarçoveyê de maf û statuya kurdan bicih bînin. Yek ji wan kesan jî ez im ku vê meseleyê di nav pirsa demokrasiya Tirkiyê de difikire. Neteweperweriya Kurd li Tirkiyeyê heqîqetek e. A rastî ev rastiyeke Rojhilata Navîn e. Kurd her çawan bixwazin di vê sedsalê de bextewar bibin, ewqas jî neçarin li ser sivîlbûn û siyaseta demokratîk bifikirin. Pêwîste Kurd li nav Tirkiyeyê partiyên ligel wan hevkariyê bikin jî baş hilbijêrin.”
Siyaseta Tirkiyê niha di çi rewşê de ye? Di vê pêvajoyê de çi bi xwe re aniye?
Niha hem li aliyê deshilatdarîyê hem jî li aliyê opozîsyonê em dibînin bê di nav 20 salan de çi bûye. Em ê bibînin bê wê ev pêvajoya 20 salan di hilbijartinên 2023yan de çawa bandorê li sindoqan bike. Bi taybetî di polîtîkaya derve ya şerê Ukrayna-Rûsya de, pêgeha jeopolîtîk a Tirkiyê derket holê.
Li ser vê erdnîgariyê, ji Qirna Navîn ve, tiştên diqewimin sedema wê pêgeha jeopolîtîk e. Li herêmeke ku bi aliyên şer re dikare bi rehetî bipeyive ye. Niha bala raya giştî ya hundir jî çûye ser polîtîkaya derve. Di serdana Erdogan a Diyarbekirê de, bi girtina Girtîgeha Diyarbekirê re wekî muzaxena avakirina wê di rojevê de ye.”
“Gelek aliyên Kurd vê mijarê dinirxînin û dibêjin; gelo statuya tê xwestin wê bi bi destanîna piraniya parlamentoyê be, yan jî bi guhertineke destûra bingehîn be. Ya ku ji vê daxwazê tê fêmkirin, guhertina destûrê ye. Wê piraniya nûnerên hilbijêrên Kurd di AK Partî û HDPê de xuya bibin.
Derbarê helwesta HDPê ya derbarê pêwendiya Qendîlê de nikarin ti şîroveyekê bikim.
Li ser bûyera Mersînê di navbera Selahattîn Demirtaş û PKKê de, hewayeke tund heye. Ji ber bûyera Mersînê Selahattîn Beg bi gotinên nexweş hat îham kirin. Em kêm zêde dizanin bê wê encama vê biçe ku derê. Difkirim ku wê ev rewş bandoreke neyînî li Tifaqa Milet bike.”
“Mercên destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê niha li Tirkiyê nîne. Di wê pêvajoyê de, armanc daxistina PKKê ji çiyê bû. PKK jî bi hêvîne din rûniştibû ser masê. Ev hêvî jî bi rewşa Sûriyê re guherî ku bi giştî jî îstismara wê derket holê.
Dema em bi Parlamentarên AK Partiyê re diaxivin, dibêjen; pirsgirêk û daxwaziyên Kurdan ên sed salan hene, beşek ji wan hatine çareserkirin û beşek jî li benda çareseriyê ne.
Lê belê heger tiştek bê çareserkirin, em dibêjin; ya herî rast ew e ku divê yekser gelê Kurd muxatab bê girtin.”
“Ev pirs girêdayî wê ye ku kîjan mafan dixwazin. Niha li Tirkiye 27 milyon Kurd hene. Ji bo Kurdan tiştekî ku mirov bêje kîjan maf guncaw in nîne. Niha zêdetirî15 milyon Kurd li metropolan dijîn.
Piraniya wan jî ciwan in. Em ê vê statuyê û mafan di kîjan çarçoveyê de bicih bînin? Divê em vê nîqaş bikin. Ez yek ji wan kesan im ku vê meseleyê di çarçoveya demokrasiya Tirkiyê de difikirim.”
Belê bawerim erka xwe pêk aniye. 25 salan min nivîsand û got. Min gelek tişt di 57 salên temenê xwe de, pêk anîne.
“Netewperweriya Kurd li Tirkiyeyê heqîqetek e. A rastî ev rastîyeke Rojhilata Navîn e. Cihê ku damara Kurd encam wergirtiye Kurdistana Iraqê ye. Li Sûriye û Îranê jî têkoşînên diyar hene. Lê belê li Tirkiyê rewş cuda pêş ket. Netewperweriya Kurd îdeolojiyeke bingehîn a gelemperî ye. Di nav dewletê de jî netewperweriyeke saziyên dewletê damerzandine heye ku em nikarin bibêjin li ser AK Partîyê bandor nekiriye. Ev bandor hê jî heye.
Mafê gelê Kurd ê bingehîn e ku bibêje, ‘Ez ê di pêşerojê de bi ser bikevim’.
Kurd her çawan bi mafên xwe yên rewa bextewar bibin, neçar in ku lîdertî, sivîlbûn û siyaseta demokratîk jî bifikirin. Pêwîste Kurd partiyên ku li Tirkiyê bi wan re hevkariyê bikin jî baş hilbijêrin.”
Li pêşiya me hilbijartinek heye. Gelo planeke çawa ya AKPê bo hilbijêrên Kurd heye?
“Helbet wê hebe. Em ê 28ê Cotmehê deklerasyonekê ragihînin.
Wê tê de mijarên hem li ser pirsgirêkên Elewiyan hem jî yên Kurdan ku li benda çareseriyê ne hebin.”
Ev nivîs 210725 car hatiye xwendin.