HEVPEYVÎN | Mistefa Hicrî: Em hikûmeteke demokrat, sekuler û federalî dixwazin

HEVPEYVÎN | Mistefa Hicrî: Em hikûmeteke demokrat, sekuler û federalî dixwazin

PeyamaKurd - Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) derbarê serhildana piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, ji beşa Farsî ya BBC re axivî.

‘Kurd ne amade ne bi Riza Pehlewî re hevkariyê bikin’

Hicrî li ser hewldanên opozîsyona Îranê bo guhertina rejîma Îranê û bi taybet hevkariya ligel Riza Pehlewî got: “Em wek Hizba Demokrat û gelê Kurd, ne amade ne digel Riza Pehlewî hevkariyê bikin û em hikûmeteke demokrat, sukuler û federal dixwazin.”

Mistefa Hicrî, di hevpeyvîna BBC Persian de diyar kir, serhildana gelên Îranê hemû planên rejîma Îslamî yên ji bo çêkirina cudatîyê di navbera neteweyên Îranê de pûç kirine û gelên Îranê bi yekîtiyeke mezin û pir wate bersiva rejîma Îranê dane.

‘Hizbên Kurdî bûn pêşengên serhildana dijî rejîma Îranê’

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDK-Î li ser rol û bandora Hizba Demokrat di rêkxistin û bangewaziyên bo xwepêşandana xelkê Kurdistanê di heyama wan çend mehan de jî wiha bersiv da BBCyê:

“Piştî bi rakirina cenazeyê Jîna Emînî, me wek Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, daxwaz ji xelkê kir ku grevan bigrin û birijne ser kolanan, ew daxwaziya me bi awayekî berfireh bersiva erê pê re hate dayîn û ev yek di vê demê de bû ku hemû Îran li xwe girt. Bi wateyeke din, ew şoreş ji Kurdistanê ve û bi rênimîniya Hizbên Kurdistanê hate şiklgirtin û Komara Îslamî jî vê demê ev yek piştrast kir ku Hizbên Kurdî pêşrewê vê rêkxistinê bûne.”

‘Îran bi bejahî êrîşî ser binkeyên me bike em ê berevaniyê bikin’

Mistefa Hicrî di dewamê de got: “Em ji bo vê ku ti hincetekê nedin Komara Îslamî ku karesata mirovî û kavilkariyan biafirîne, me ti tundûtîjiyek nekir û eger Komara Îslamî bixwaze bi şêwazeke bejayî êrîşî ser binkeyên me bike, em ê berevaniyê li xwe bikin”.