HEVPEYVÎN | Muslim: Em dixwazin li ser erda xwe azadiya xwe bi dest bînin

HEVPEYVÎN | Muslim: Em dixwazin li ser erda xwe azadiya xwe bi dest bînin

PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di bernameya Gundem Ozel (Rojev Taybet) a NETEW TVyê de, bersiv da pirsên Zeynep Çager ên derbarê rojevê de.

Muslim di axaftina xwe de balê dikişîne ser geşedanên dawî yên siyasî û herêmî li Rojavayê Kurdistanê, Sûriye, Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û dibêje: “Em her tim daxwazkarê dîyalogê ne. Bi vê diyalogê re jî em dixwazin hebûna Kurdan were qebûlkirin. Hîn jî ev pêk nehatiye. Tirkiye jî Îran jî Iraqê jî hêj bi fermî hebûna Kurdan nepejirandine. Me niha deriyên danûstandinê asê nekirine.”

Ji Salih Muslim dipirsin: Gelo Çima Sûriyeyeke Demokratîk?

Em berî her tiştî dixwazin hebûna xwe bidin qebûlkirin, hîn hebûna me qebûl nakin. Em dixwazin dewleta xwe damezrînin, lê ew hêj dibêjin Kurd tune ne. Sîstema heyî ji salê 1900î ve kurd li ber çavan negirtine. Eger demokrasîyeke hebe li ser van axan, em jî dixwazin demokrasiyê bibînin. Bi demokrasîyê hebûna Kurdan, nirx, çand û her tiştê wan dikare bê qebûlkirin. Em dixwazin Kurd azad bibin, li ser erda xwe, li welatê xwe, azadiya xwe pêk bînin. Em vê dixwazin bi rêya demokrasiyê pêk bînin. Em li Sûriyê jî Sûriyeke Demokratîk dixwazin bibînin.

Gelo Kurdên ku li Sûriyê vê demokrasiyê dixwazin hene, ma vê demokrasiyê dixwazin?

Em dixwazin li vir bingeha demokrasiyê deynin. Bi qanûn û yasayan birêve bibin û îdare bikin. Bi gotina, ez demokratim re mirov nabe demokrat. Pêşî divê demokrasî bê çandin. Divê li yên demokrasî pêşxistine bê temaşekirin. Gelo em dikarin çi sûdê jê bigirin? Li kîjan welatan demokrasî heye, kîjanan bicih aniye, divê em lê binêrin. Pêwîstî bi çanda demokrasiyê û parastina wê heye. Divê pêşî em vê çandê biçênin û lê xwedî derkevin.

Pêwendiyên wek wek PYD bi ENKSê re çawa ne, hevdîtinên we dibin yan jî hêj danûstandina we ligel wan heye?

Li her herêmekê armancên partiyên siyasî hene. Stratejiyên diyar ên wan partiyan hene. Her partiyeke Kurd jî dixwaze wan armancên xwe bicih werîne. Ji bo partiyên siyasî pêwîstî bi gel û piştevaniyê heye. Partî çiqas bihêz bin ewqas serkeftî dibin. Bi ENKSê re gelek hevdîtinên me çêbûn.

Gelek caran tê pirsîn, gelo çima Ala Kurdistanê di PYDê de nîne? Dema Qazî Muhamed Komara Kurdistanê damezrandibû hemû Kurdan ew Al pejirandibû. PYD çima tê de nîne?

Di alên me de ev reng hene: Kesk, Sor û Zer di nav ala PYDê de jî heye. Ev Ala Herêma Kurdistanê ye. Ne ya hemû Kurdan e. li her çar parçeyên Kurdistanê ev nîne. Me dixwest hemû parçe bên azadkirin, lê hîn nebûye. Em hez jî ala Kurdistanê dikin û rêzê lê digirin.  

Pêwendiyên PYDê bi cîranên wê re bi taybet bi Tirkiye, Iraq û Îranê re çawa ne, gelo ji hêla siyasî ve pêwendiyên we bi wan re hene?

Em her tim li aliyê diyalogê ne. Em dixwazin bi vê diyalogê re, hebûna Kurdan bê qebûlkirin. Hîn ev pêk nehatiye. Tirkiye jî Îran jî Iraq jî hêj bi fermî hebûna Kurdan nepejirandine. Me deriyên hevdîtinê asê nekirine.

Dema bi çavê PYDê hûn binêrin, hûn piştgiriyê didin hevkariya partiyên her çar parçeyên Kurdistanê, hûn piştgiriya yekîtiyê dikin?

Em vê her tim dixwazin û di çarçoveya demokratîk de piştevaniya wê dikin. Em vê tînin ziman. Me ev ne niha gotiye, dema em bi rê ketine me got. 

Hûn siyaseta Tirkiyê çawa dibînin. Ji bo Kurdan vê çawa dinirxînin?

Rêjeya herî zêde ya Kurdan li vê herêmê dijî. Divê li vê herêmê rêyek bê şopandin ku bi parçeyên din re bibe yek. Di dewleta Tirk a 1923yan hatiye damezrandin de, mirin, sirgunî û şer çêbûn. Pêwîste Kurdên li Tirkiyeyê dijîn jî têkoşîna qebûlkirina hebûna xwe bidin. Tirkiye hê jî dixwaze sînorên Mîsakî Millî bicih bîne. Dibêjin, Kerkûk û Mûsil yê me ne. Dixwazin vê Mîsakî Miliyê bicih werînin. Heta niha jî balafir û dronên xwe li Iraqê û Rojava kêm nekirine. Niha li Tirkiyê di bin koalîsyonekê de li dijî Kurdan bûne yek û vî şerî didomînin.

Li gorî wê divê Kurd rêyeke çawa bidin ber xwe?

Divê Kurd cesûr bin. Beşek heye, ditirsin bê çi bikin. Her tişt hatiye serê me. Pêwîstî bi wêrekbûna siyasî heye. Niha ez yên ku li Diyarbekir û Mêrdînê çepikan ji Erdogan re lêdidin fêm nakim. Di nav de Kurdên wiha jî hene. Divê Kurd vê qebûl nekin. Hin partî jî hene cesaret nakin, yên cesaret dikin jî nikarin seknekê nîşan bidin. Divê Kurd bifikirin, gelo ev xêra me dixwazin yan xerabiya me? 

Her dewletek xwedî îstixbaratekê ye, gelo cih û pêgeheke îstixbarata Kurdan û hêza wê çi ye li gorî welatên din? Heger tune be çima nîne?

Îstixbarata Kurdan a navxweyî heye, lê têr nake. Niha ev şer di nava me de berdewam dike. Hewldana me ew e ku em vê îstixbaratê di nav xwe de xurt bikin.

Ev nivîs 210721 car hatiye xwendin.