HEVPEYVÎN | Muslum Dogan: Dibû ku karesata Cizîrê nehata jiyîn!
PeyamaKurd - Wezîrê Geşepêdanê yê Berê di hikûmeta hilbijartinê ya Tirkiyeyê de, Muslum Dogan ku niha ligel Şaredarê berê yê Qersê û Berdevkê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) amadekariya damezrandina partiyeke nû bi navê ‘Dengê Bêdengan’ dikin, derbarê hilbijartinên sala 2015an û helwesta HDPê de daxuyaniyên balkêş dan.
Muslum Dogan dibêje; HDP dikaribû di şûna MHPê de bibûya hevparê koalisyona bi AKPê re û diyar dike, Ahmet Davutoglu wê demê ji wan re gotiye “Xwezî ew hikumet bihata damezirandin”
Herwiha Dogan dibêje: “Dibû ku karesata Cizîrê nehata jiyîn”
Parlementerê Berê yê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) Muslum Dogan ku di hikûmeta hilbijartinê ya di 2015an de hate damezirandin de wek Wezîrê Geşepêdanê hatibû erkdarkirin got ku Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê deme Ahmet Davutoglu pêşniyaza koalîsyonê li HDPê kiriye.
Muslum Doganê di hikûmeta hilbijartinê ya ku piştî hilbijartinên Pûşpera 2015an hate damezirandin de wek Wezîrê Geşepêdanê hate erkdarkirin û piştî hilbijartinên 2018an ji HDPê veqetiya, niha bi partiyeke nû vedigere nav siyasete. Dogan, bi Şaredarê berê yê Qersê Ayhan Bilgenê ku weke wî parlamenteriya HDPê kiribû û demek berê ji HDPê veqetiyabû re dibe yek ji damezrînerê vê partiya nû.
Doganê ku xebatên rêxistinbûyîna partiya nû didomîne, di derbarê geşedanên pêvajoya piştî hilbijartinên 2015an de pirsên Deutsche Welle’yê bersivand.
“Li Tirkiyeyê siyaset asê bûye. Berî her tiştî ji bo rizgarbûna ji vê rewşa ku bi destê dezgehên siyasî û opozisyonê ve hatiye avakirin û bi armanca ji siyaseteke demokratik re zemînek bê çêkirin ev hereketa me derkete holê.
Hereketa me beriya niha biryara partîbûyînê dabû. Em ê yekemîn belgeya siyaseta xwe jî roja Yekşemê(19ê Adarê) ragihînin. Di vê belgeya siyasetê de wêneyê welat (Tirkiye) hatiye kêşan.
Di mijara meşandina karûbarê me de jî, bi pêşnûmaya bernameyekê re ew ê jî di civîneke dûyemîn de bê ragihandin û di dawiya vê mehê de em ê daxwaznameya damezirandina partiyê radestî Wezareta Hundurîn bikin. Daneyên ku me di civînên herêmî de bi dest xistine xuya dikin ku civak ji vê yekê re amade ye, pêdivî bi partiyeke nû heye û ji bo ev pêdivî bê bi cih anîn, me daneyên grîng û granbûha wergirt. Ev yek di civînên me yên li herêman ên dîdariyên bi civakê re derket holê.
Hûn ji têgihîştina ‘wek domîna HDPê’ ne metirsîdar in? Peroşiyeke we ya bi vî awayî heye?
“Siyaset, tekoşîna qadeke berfireh pêwîst dike. Dema di qadeke teng de siyaset tê kirin, hilberîn jî kêm dibe. Ji ber vê yekê, wek siyasetmedarekî ku ji kevneşopiya HDPê hatime dibêjim; cudahiya me ji HDPê, li hember pirsgirêkan nêrîna me ya ji rîwangeyeke berfirehtir e. Armanca me pêkanîna aştiya civakî û ji zemîna demokratîk re zêdekirina zemîneke nû ye. Em ne dijberê HDPê ne, lê belê em domîna HDPê jî nîn in. Em bi pênaseyeke pir cuda derdikevin qadê.
Wê şêwazeke me ya siyasetê ku hemû cudahiyên welat wek ristehelbestekê dinirxîne û dengên cuda arasteyî dengekî ku li gel senfoniyê ahengtir dike hebe. Şêwazeke bi tevahî demokratîk, bi tu awayî tûndiyê napesendîne û li ser esasgirtina rastiya ku tûndî astengek e. Bi vî awayî me peroşî û hewla xwe ya afirandina zemîneke demokratik derxiste holê.”
“Bi hemû partiyên siyasî re hevdîtin hatin kirin. Ji HDPê re jî pêşniyazek hat. A rast di vê pêvajoyê de HDPê siyasetê rast nexwend. Ji ber ku siyasetê û pêvajoyê rast nexwend beşdarî koalîsyonê nebû. Ji ber ku hikûmeteke pêwîst a hilbijartinê ferz bû, wek pêdiviya destûrî wê(HDP) jî namzet diyar kir lê hikûmeteke hevpar pêk nehat. Vê yekê jî encamên giran derxist pêş welat.
Dibû ku îro di şûna MHPê de HDP hevparê hikûmetê bûya. Dibû ku Cizîr nehata jiyîn. Dikaribû polîtîkaya pir-parastar a dewletê bihata astengkirin.
Lê belê nêzîkbûna partiya siyasî(HDP) pir teng û rûxwarkî bû meselê daxistin çaya qaçax. Bi gotina “Hun ê çaya qaçax vexwin û biçin” bi hêsankerî siyaset nexwendin û encam hanîn vê rewşê. Bêguman ev yek bû sedema encameke giran.
Ahmet Davudoglu di koalîsyona bi ser redda HDPê israr kir?
“Israra wî wiha bû. Erê ew hevdîtin pêk dihatin. Di sohbeta birêz Davutoglu ya li gel Alî Haydar Konca de min dît ku di damezirandina hikûmetê de dilsoz in. Gotina wî ev bû: “Xwezî ew hikûmet bihata damezirandin”
Wê demê min Davutoglu dilsoz dît. Yanî bi taybetî di hevdîtinên li gel me de dilsoziya damezirandina hikûmetê nîşan dabû. Lê belê ev hate pûçkirin. Ev yek jî wê di derbarê siyaseta Kurd û siberoja Tirkiyeyê de wek salên têkçûyî û bi bîlançoyeke gran di dîrokê de cihê xwe bigire.”
Di nav partiyê de li ser pêşniyazê nîqaş hatin kirin? Hûn çawa nêzîk bûn?
“Bi parlamenterên wek Dengîr Mir Mehmet Firat, Celal Doğan û pîrên siyasetê re wê demê em jî beşdarî wan nîqaşan bûbûn. Min jî got divê em bibin hevparê hikûmetê. Du caran civînên wiha pêk hatin. Di her du civînan de jî min ramanên xwe anî ziman ku ya rast ew e, em bibin hevparê hikûmetê. Heta ji ber van ramanên min ez bi makyavelîzmê hatim tawanbarkirin.
Wek sedemê feraseta siyaseteke Makyavelîst, ji alî Sirri Sureyya(Onder) ve bi vî awayê nîv henekî ji min re hatibû gotin ‘Ji bo tiştekî wiha, fedakirina paradîgmaya jiyana hevpar napejirînim.”
“Selamî Beg hebû wê demê, Wezîrê Hundurîn Selamî Altinok. Di hevdîtina me de got: “Wezîrê min, li wê derê rewşeke taybet heye, em nikarin we biparêzin. Pirsgirêk hene.” Me jî got: “Tiştekî wiha nabe. Li wê derê mirov têne qetilkirin. Mirov, ciwan, li wê derê di bin agirek mezin de ne.” Nêrîneke pir-parastar heye, ziyanê li aştiya civakî dike û wê bike. Divê em ji vê re bibin asteng.
Îro weke wezîr em nikaribin biçin Cizîrê, em ê kêngê biçin? A pêwîst rawestandina rewşa tûndiyê bû. Mesele rawestandina kuştina mirovan bû. Lê belê em bi ser neketin. Gellek ciwan hatin qetilkirin. Leşker, polîs, ciwan, milîtan, wendahiya mirovên vî welatî. Pir zêde mirov hatin wendakirin.
Ev mirovên vî welatî ne, welatekî din ê me tune. Mirovên welat dikarin ramancuda bin. Heta ez vê jî bêjim. Di mijara bikaranîna mafên demokratîk de jî dikarin xwedî meylên cuda bin. Dema dewlet bi polîtîkayên pir-parastar nêzîkî vê yekê bibe, her tişt ji kontrolê dertê. Tiştê ku tê berhewakirin jî aştiya civakî ye. Di nirxandinan de tê gotin ku bîlançoya 40 salên dawî 3.6 trîlyon dolar e. Dikarîbû welatêkî nû bê avakirin. Îro serê mirovekî 9 hezar dolar hasilat e. A grîngtir jî çavkaniya mirovî têk çû. Nêzîkî 200 hezar mirov hatin qetilkirin, gund hatin têkbirin.”
"Bi raya min, ger bê xwestin ku pirsgirêk bê çareserkirin, divê aqilê dewletê tecrîda li ser Îmraliyê rake û dubare li ser maseyê rûne. Pirsgirêk çiye? Çima tecrîd bê kirin? Temam, wek hun dizanin, di çarçoveya pergala hiqûqî de karên pêwîst hatin kirin. Kar û bar temam bûn.
Çawa pêvajoya 2015an û beriya wê li ser maseyê hatibe rûniştin, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dikare dîsa bê rûniştin.
Tecrîd jî tiştekî ku divê bê rakirin e. Çimku yê li hemberî we fîgurekî ji rêzê nîn e. Wek kesekî nûnerê vînekê tê dîtin. Jixwe hikûmet li beramber rûnişt, hevdîtinên berhemberî pêk hatin. Divê nebin asteng.”
Ev nivîs 210764 car hatiye xwendin.