HEVPEYVÎN | Orhan Mîroglu: Tifaqa Milet tenê yek dengê HDPê jî heq nake!

HEVPEYVÎN | Orhan Mîroglu: Tifaqa Milet tenê yek dengê HDPê jî heq nake!

PeyamaKurd - Hilbijartinên Tirkiyeyê yên serokomarî û parlamentoyê ku wê li 14ê Gulana 2023yan bên kirin, nêzîk dibin ku wê di navbera ‘partî û tifaqan’ de pêşbirk bê kirin. Di van hilbijartinan de ya herî girîng hilbijartina serokomar e ku ji Tifaqa Milet Kemal Kilicdaroglu û ji Tifaqa Cumhur jî Recep Tayyip Erdogan namzediya xwe ragihandin.

Hem AK Partî hem jî CHP bi rêya tifaqan diçin hilbijartinê û di vê rewşê de helwesta HDPê jî xwedî girîngiyeke mezin e ku nexşerêya HDPê ya hilbijartinan cihê meraqê ye.

Di demeke ku bandora felaketa erdhejên 6ê Sibatê berdewam e de, felaketa lehiyê jî çêbû ku bandor li ser deshilatdariyê jî kir û tê çaverêkirin bandorên wê li ser encamên hilbijartinan jî çêbibin.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê û parlementerê serdemên 25-26an ê bajarê Mêrdînê Orhan Mîroglu ku nivîskarê pirtûka, “Sedsala Nû, Kurd û Serxwebûn” e, li ser mijarên rojevê nirxandineke berfireh ji PeyamaKurd re kir.


Ji hilbijartinan re demeke hindik maye. Partî û tifaqan xebatên xwe xurt kirine. Hûn wek Tifaqa Cumhur vê hilbijartinê çawa dinirxînin?

 “Li Tirkiyeyê di nav çaryek sedsalê de gelek bûyerên siyasî û civakî rû dan, hewlên darbeyê, têkoşîna li derve û hûndir a dijî PKk û DAIŞê, operasyonên derveyî sînoran, 15ê Tîrmehê, krîza aborî ya li seranserê dinyayê bandor kiriye, Covid û encamên wê û herî dawî jî felaketa erdhejê ya 6ê Sibatê ku li 11 bajaran bû sedema wêranbûnê.

Wek Tifaqa Cumhur, em vê hilbijartinê wekî hilbijartina sedsalê û heta li gorî encamên wê wekî hilbijartineke heta sed salan bandorê bike dibînin. Bi baweriya me, hêmanên herî girîng ên têkoşîna bi wan kêşeyan re jî îstiqrara siyasî û pêbawerî ye.

Stratejîya me ya hilbijartinê bi giştî, bilez başkirina encamên rewşa piştî felaketa erdhejê ye. Mijarên sereke, vehewandina mirovan, dabînkirina mafên tendurîstî û perwerdehiyê,  têkoşîna dijî hejariyê û amadekirina bernameyekê li gel saziyên dewletê.

Em ê di kampanyayên hilbijartinê de muzîkê bikar neyînin. Em ê kampanyayeke bi haydariya şîn û êşa li welatê me pêk hatiye bimeşînin. Ji xwe dîroka hilbijartinê jî nêzîk e û tenê sê hefteyan dikarin derkevin qadan.”


Namzedê maseya şeş partiyan diyar bû. Li gorî encamên rapirsînên hatine parvekirin, îhtimal heye hilbijartina serokomariyê bimîne gera duyem. AK Partî rewşa reqîbê xwe yê herî mezin CHPê çawa dibîne?

 “Pirseke baş e. Ji dawiyê dest pê bikim. Hûn dibêjin, hûn rewşa CHPê çawa dibînin? Weleh rewşa CHPê ji ber cudahiyên fikrî û aloziyên navxweyî partî xistiye rewşeke bê vîzyon.

Ji bo Birêz Kilicdaroglu CHPyî bi roj dibêjin, mucahîd bi şev jî rola ulkucîtiyê (netewperestên tirk) didinê! CHPiyan hîn biryara xwe nedane, gelo Kilicdaroglu mucahîd e, ulkucî ye yan jî sosyal demokrat e? Ê car caran jî CHP diçe Diyarbekirê dibêje, “ka dengê xwe bidin, em AKPê bişînin, em ê piştre li daxwaziyên we binêrin. Lê em wisa jî zêde xuya nekin û Meral xanimê nexîyîdinin!” Ev polîtîkaya bêteşe li şûna baweriyê bêbaweriyê bi xwe re tîne.

Modela ku Tifaqa Milet ji bo rêveberiya Tirkiyeyê pêşbînî dike, Iraqî, Sûriyeyî û Kurd baştir dizanin. Yekser modela Beasê ye! Yanî cûreya deshilatdariyeke patrimonial e! Di vê modela deshilatê de, ne cihê demokrasiya temsîlî ne jî yê demokrasiya beşdarî heye.

Tifaqa Milet cûreyek rêveberiya hevpeymanî pêşniyar dike ku ji hikûmetên hevpeymanî yên berê jî gelekî paşketîtir e. Ji ber ku hikûmetên berê yên koalîsyonê ji partiyên xwedî û deng û parlamenterên xwe pêk dihatin.”

Yek ji wan jî kêmtirî %15-20ê dengan wernedigirt. Niha li vir, ji xeynî CHP û IYI Partiyê ti partiyên tifaqê benda hilbijartinê derbas nakin. Her çar partiyên din sembolîk in û tekane sedema hebûna wan jî nefreta dijî Erdogan e û nûnertiya hesap pirsînê dikin.!

‘Wê Erdogan HDP jî di nav de ji hemû partiyan deng werbigire’

Ez difikirim ku wê di gera yekem hilbijartin bi encam bibe. Serokomarê me li gorî rapirsîyên raya giştî tekane namzedê ku HDP jî di nav de ji hemû deng werbigire ye.

Di hin rapirsînan de ji sedî 50 zêdetir deng distîne tevî ku dengên AK Partiyê li dor %37-40 e. Em partiya yekemîn in, lê ferqa navbera dengên serokomar û partiyê kêm zêde deh pûan e.

Lê ez difikirim ku wê di atmosfera hilbijartinan de, ferq gelekî kêm bibe. Wê hilbijêr bêîstiqrariyê nexwaze. Ji ber ku ji destdana serokomar û wergirtina piraniya parlamentoyê ne tercîheke aqilane ye. Ji bo ku hilbijêr vê rastiyê bibîne û li gorî wê biçe ser sindoqan, ji daxuyaniyên hilbijartinê bigirin heta tercîhên namzedan ên AK Partiyê wê xwedî girîngeyekê bin.”


Gelek derdor îdia dikin ku HUDAPAR Hizbullah e û dijmintiya Tirkiyeyê dike. Bingeha tifaqa AK Partiyê ya ligel HUDAPARê çi ye? Dikarî hinekî vekî?

 “Hîn çarçoveyeke ragihandî ya tifaqa hilbijartinê bi HUDAPARê re çênebûye. Ger çêbibe wê vê hefteyê zelal bibe. Lê belê ji xwe HUDAPê ragihandiye ku ew dê piştevaniya serokomarê me di vê hilbijartinê de bikin.

Gelo wê şirîkatiyek di hilbijartinên parlementeriyê de çêbibe yan na, divê em li bendê bimînin. Tifaqa ligel HUDAPARê helber ne li ser bernameya siyasî ye û aliyan girê nade. Ev hevkariya hilbijartinê ye.

HUDA-PAR xwedî wê şiyanê ye ku bernameya siyasî ya partiya xwe biparêze. AK Partî jî tenê xwediyê bernameya xwe ya siyasî ye û tiştekî derveyî wê ne mimkun e. Herwiha ti bendewariyeke van dostên me ji me nîne. Wekî ku eşkere ye, opozîsyon ji bo danûstandinên Tifaqa Milet ên bi HDP/PKKê re rewa bike, xwest ku têkiliya AKP û HUDAPARê weî têkiliya bi Hizbullahê re bide xuyakirin.

Halbukî, li Tirkiyeyê rêxistineke çekdar a bi navê Hizbullahê li Tirkiyeyê tune ye! Hizbullah rêxistineke ku di salên 90î de ji aliyê JÎTEMê ve ji bo têkoşîna dijî milîsên PKKê hatiye damezrandin û di serdema deshilatdariya me de jî hatiye tesfîyekirin e. Di şerê bajaran ê navbera PKK û Hizbullahê de ji herdu aliyan bi qasî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Qonaxeke trajîk e yanî. HUDAPAR di 2021an de hatiye damezrandin. Em werin ser têkiliya HDP û PKKê. Heta damezrandina HEPê jî bi erêkirina Ocalan bû.

Destpêkê di vê dezgehê de, komên Kurd jî hebûn, lê hemû piştî demeke kurt hatin tesfîyekirin. Niha jî partiyên wan hene. HEP û partiyên di dewama wê de hatin avakirin ji PKKê re man. PKK niha hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî sînoran ji aliyê Tirkiyeyê ve wekî rêxistineke xeter a netewî tê dîtin.

Erê danûstandina ligel HUDAPARê  nayê wateya axaftina bi Hizbullahê re, lê axaftina bi HDPê re axaftina bi Ocalan re ye!”


HDPê pêşî got ku ew dê namzedê xwe derxin, paşê jî ragihandin ku ew dê bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinan. Tê zanîn ku ji tifaqan re ne girtî ne. Her çiqas nêzî Tifaqa Milet xuya bikin jî AK Partî û Tifaqa Cumhur HDPê çawa dinirxîne? Di encamê de, piraniya dengên Kurd ji HDPê re diçin.

 “Heta em daxuyaniyên ji Qendîlê tên bibîr neyînin, em nêzîkbûna HDPê ya bo Tifaqa Milet fêm nakin. Di hilbijartinên 2019an de, tenê ji bo bi AKPê bidin windakirin, bê şert û merc piştevaniya namzedên CHPê kirin. Zêdetirî ji sedî 60ê Kurdan li metropolan dijîn. Kesî nepirsî, em vê piştgiriyê bi berdêla çi pêşkeş dikin!

Niha jî dixwazin di vê hilbijartinê de heman tiştî bikin. Li beramberî çi? Ne ti tişt! Tifaqa Milet di bêdengiyê de ye. Ketiye pey dengên HDPê. HDP jî ji bo vê rewşê ji hilbijêrên xwe re şîrove bike, li rêyan digire. Hema dibêje, min ferq bikin.

Li aliyê din daxuyaniyên ji Qendîlê tên ne ji bo serketina Tifaqa Milet e, ji bo serketina xwe dibînin.

Dibêjin, ew dê nexşerêya piştrî hilbijartinan diyar bikin û divê her hilbijêrê Tifaqa Milet li ser wateya vê bifikire. Bêguman wê encamên hilbijartinên 14ê Gulanê, dahatuya PKKê, stratejiya wê ya bi taybet a li hember hikûmeta Herêma Kurdistanê jî diyar bike.

Divê Kurdê li Diyarbekirê jî yê li Hewlêrê jî bifikire!

Divê Kurdê Qamişlo û heta yê Mahabadê jî li ser bifikire!

Lewra jî ev hilbijartin bi awayekî hilbijartina qederê ya gelê Kurd e.

Wekî ku di nameya Mîr Celadet Alî Bedirxan a ji Mustafa Kemal re nivîsandibû, ev hilbijartineke “Derveyî û navxweyî ya Tirkiyeyê” ye!

Endîşeya min ew ku Kurd tercîheke şaş bikin û teqtîqa‘alavare dalavere Mehmetê Kurd biçe nobetê” car din bê meşandin.

Tifaqa Milet tenê yek dengê HDPê jî heq nake. Û ez jî ji nîqaşên têne kirin dibînim ku Kurdên dengê xwe didin HDPê, xwe wekî xeyaletên kes naxwaze bibîne dibînin û rûmeta wan hatiye şikandin!

Ji wan û partiya wan re dibêjin, heta roja hilbijartinan xuya nekin li holê û roja hilbijartinê dengên xwe bidin me. Bi min HDP û hilbijêr vê mameleyê heq nakin.”


Mixabin di felaketa erdhejê de, ziyanên mezin ên canî û madî çêbûn. Rexne li hikûmetê têne kirin ku di hawarçûnê de gelek kêmasiyên wê çêbûne û tê gotin, ji ber kêmasiyên AFADê mexdûrên erdhejê di bin enqazan de mane. Gelo ev rast in? Dixwazî di vê derbarê de çi bibêjî?

 “Bêguman hinek rexne gelekî mafdar in. Ji xwe ji bo vê mafdariyê jî Serokomarê me li herêma erdhejê helalî ji xelkê xwest û ev helwesteke rast bû.

Dewlet di her cûre afetan de, ji parastina can, mal û ewlehiya welatiyan berpirsiyar e. Ger di vê berpirsiyariyê de pirgirêk hebin, ya herî girîng ji bo çareseriyê rûbirûbûna wê ye. Karesateke mezin bû, di roja yekem de li wê derê bûm û min şahidî kir. Dibêjin, erdheja sedsalê lê ya sed salan e ev.

Em hemû di roja ewil de di travmayeke trajîk de derbas bûn, ne hêsan bû. Em behsa felaketeke li 11 bajaran belav bûye dikin. Rûdana erdhejê rastiyeke dihat hêvîkirin bû, lê amadekarî têra felaketeke wiha nebûn.

Me 40 roj li paş xwe hişt. Hemû kes, sazî û rayedar û wezîr heta li birînên erdhejê bên cebirandin wê erka xwe bidomînin.”


Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yek ji saziya destpê bi hawarê ve hatibû ye. Lê di vîdyoya spasiyê ya Wezareta Derve ya Tirkiyeyê de, bi hemû zimanan spasî hat kirin û bi kurdî nehat kirin. Ev bû sedema nerazîbûn û hêrsa Kurdan. Çima wiha kirin? Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hîn jî xebatên xwe li Tirkiyeyê berdewam dike?

 “Em spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dikin. Em herêmê bi hev re bûn. Em bûn şahidê xebata wan a bi fedakarîya dilsozî û biratiya wan. Me dît ku piştî komkujiya Helebceyê û hevkariya dijî DAIŞê di erdhejê de jî ji nû ve ew hevkarî çêbû ku gelekî hêja ye. Em spasdar in.

Kurdî li Tirkiyeyê ne zimanekî qedexe ye. Ne tenê di warê edebîyat, çand û hunerê de, beşek girîng siyasetmedarên me jî wekî zimanê siyaset û têkiliyê bikar tînin. Bo nimûne ez sê zimanan di jiyana xwe de bi awayekî çalak bi kar tînim. Tirkî, Kurdî û Erebî.

Niha TRT-Kurdî di nav kanalên kurdî de xwedî cihekî taybet e. Sedema ku ez van hemûyan bibîr dixim ew e ku ti pirsgirêka hikûmeta me bi Kurdî û reformên di vê derbarê de nîne.

Ji ber vê jî nebûna Kurdî di peyama spasiyê de wekî kêmasiyeke girîng dibînim. Dibe ku ji ber hebûna yek ji zimanê fermî yê Iraqê bi Erebî tenê spasî kirine. Lê li şûna vê spasiya Kurdî hebûya wê xweş bûya. Bi vî awayî jî pêwîstî bi nîqaşeke li ser kurdî nedima.”