HEVPEYVÎN | ‘PKK hincet e, Tirkiye dixwaze Başûr û Rojavayê Kurdistanê kontrol bike’
PeyamaKurd – Tirkiye ji 18ê Nîsanê ve operasyoneke leşkerî li nav sînorên Herêma Kurdistanê li ser bingehên PKKê berdewam dike ku bi taybet di nav raya giştî ya Kurd û Kurdistanê de karvedaneke mezin bi xwe re aniye.
Siyasetmedarê serbixwe yê Kurd Fuad Onen û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier li ser sedema vê operasyonê, rewşa siyasî ya Kurdan, helwest, bertek û karvedanên piştî operasyona artêşa Tirkiyê ya berdewam ji PeyamaKurd re axivîn.
Onen: ‘Ev şer bi aliyekî xwe girêdayî şerê Ukrayna-Rûsya ye’
Fuad Onen di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir, “Dewleta Tirkiye, li sê perçê Kurdistanê şerekî tund û dagirkarene dimeşîne. Di heman demê de him Rojavayê Kurdistanê him jî Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Ev ji aliyekî ve bi şerê Ukrayna û Rûsya ve jî girêdayî ye. Dewleta Tirkiye vî şerî ji bona xwe wek derfet dibîne û dixwaze berjewendiya dewleta xwe zêde bike.”
‘Tirkiye her bûyereke li cîhanê li dijî Kurdan bikar tîne’
Fuad Onen diyar kir, “Siyaseta Tirkiye ji derve, “navendKurdistanî” ye. Ji bona Kurd dernekevin ser dika dîrokê çi ji destê wan tê dike û her bûyerên cîhanê jî ji bo vê armanca xwe bi kar tînin.
Şerê Ukrayna û Rûsya, perçeyek ji şerê cîhanê yê sêyem e û armanca vî şerî yek jê jî, kontrolkirina çavkaniyên enerjiyê û rêyên enerjiyê ne.”
‘Dixwazin neft û gaza Kurdistanê bi ser Tirkiyê de bigihînin Ewropayê’
Onen da zanîn, “Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û welatên Rojava dixwazin girêdana Ewropa di warê neft û gazê de bi Rûsya re kêm bikin. Ji bona wê li rêyên alternatîf digerin. Rojhilata nêzîk û Kurdistan, ev hezar sal in di navenda rêyên enerjiyê de ne û çavkaniyên enerjiya Kurdistanê pir in. Îro nefta ku jê re dibêjin nefta Iraqê, ji %70ê wê li Kurdistanê derdikeve, ya Sûriyê ji %70 li Kurdistanê derdikeve, ya Îran û Tirkiyê jî bi vî rengî ye.
Proje dikin ku neft û gaza siruştî ya Kurdistan û Iraqê, ji ser Tirkiyê re bigihêjînin piyasa Ewropa. Tirkiye jî dixwaze van rêyan kontrol bike. “
Fuad Onen: ‘Hebûna PKKê tenê hincetek e, Tirkiye dixwaze Başûr û Rojavayê Kurdistanê kontrol bike’
Siyasetmedarê Kurd di berdewamê de bibîr xist, “Armanca wan a sereke, lawazkirina deshilatiya Başûrê Kurdistanê ye. Ev ne şerekî ku dibêjin “taqîba germ” e, ne karekî wisa ye. Bi sedema tenê narin wan deran bombebaran nakin, cihê ku bombebaran dikin, baregehên leşkerî tê de datînin û heta tê gotin ku li wê derê dibistana vedikin û mûçeyên gelek memûrên Başûr, dewleta Tirk dide. Ev rasterast hucûmek dagirkerane ye. Di vir de hebûna PKKê tenê hincetek e. Îro di navbera PKK û Tirkiyê de şerekî çekdarî tune ye. Li gor programa PKKê, pewîstiya wan jî bi şerê dewleta Tirka re tune ye. Lê pêwîstiya dewleta Tirka bi şerê wan re heye; bi ser wan re dixwazin him Başurê Kurdistanê him jî Rojavayê Kurdistanê kontrol bikin.”
Herwiha Onen got, “Divê armanca dewleta Îranê û Tirkiye, ji aliyê siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê ve baş bê zanîn. Her du bi hev re dixwazin li wê derê hebûna federasyonê têk bibin, desthilatiya federe lawaz bikin û ku ji destê wan bê, bikin sê eyaletên otonom; Silêmaniye, Hewlêr û Duhokê.”
Taşçier: ‘Operasyon 40 sal in dewam dikin, lê ev ne çare ye’
Parlamenterê HDPê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier jî li ser operasyona dijî PKKê ya dewam dike da zanîn: “40 sal in ku operasyonên li dijî PKKê dewam dikin û ev jî ji bo çareseriya pirsa Kurd ne çare ye. Heta ku meseleya Kurd bi awayekî çareser nebe, ji bo çareseriyê xebat çênebin, bi hezaran operasyon çêbibin jî Tirkiye bi ser nakeve. Lewra neteweyek heye û nûnertiya wê neteweyê heye. Bi operasyonan, bi girtinê, bi kuştinê bi ser nakeve. Siyasetmedarên Kurd ên sivîl di zindanan de ne, ji 2015an û bi vir ve ye êrîşeke cuda li ser siyaseta sivîl a Kurd heye. Bi vî awayî êrîş li ser PKKê jî hene. Lê dema em li dîrokê binihêrin, em dibînin ku ev yek nebûye çareserî.”
Taşçier: ‘Çareserî di polîtîkaya netewî de heye, ne di operasyon û kuştinê de’
Taşçier di nirxandina xwe ya bo PeyamaKurd de got: “Operasyonên Artêşa Tirk, ji 33 salan zêdetir e, dem bi dem li Başûrê Kurdistanê çêdibin. Her carê Artêşa Tirk dibêje, ‘me PKK bi erdê re kiriye yek’ û bi balafiran êrîş dibin ser wan. Artêşa Tirk dît ku ev jî nebû çareserî, ev car li başûr qereqol çêkirin. Lê niha dibînin ku ev jî ne çareseriya pirsgirêka Kurd e. Çareserî di polîtîkaya neteweyî de heye, di operasyon û kuştinê de tuneye.”
“Di Dewleta Tirkiyeyê de dem bi dem hikûmet hatine guhertin û ji salên 1980yî û bi vir ve êrîş çêbûne. Qeyranên Dewleta Tirk, bi rastî li ser Kurdan bi cih hatine. Em van êrîşan testîq nakin, divê ev êrîş demildest werin rawestandin. Daxwaza me jî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji PDK’ê, ji YNKê û ji partiyên Herêma Kurdistanê ev e ku li hember êrîşan xwedî helwest bin.”
Taşçier: ‘Her diçe hesta nijadperestiyê li dijî Kurdan zêde dibe’
“Komara Tirkiyeyê di salên 1923yan û bi şûn ve li ser tunehesibandina Kurdan hatiye avakirin û heta niha jî ew siyaset didome. Bi sedan caran makezagona Tirkiyeyê hatiye guherandin lê belê di mijara Kurdan de tu guherîn çênebûye û çiqas diçe jî li hember Kurdan hesta nijadperestiyê peyda dibe. Mafên Kurdan çi ne, hemû eşkere ne. Yek jê mafê zimanê dayîkê ye ku bibe zimanê fermî, ya duduyan nasnameya Kurd e, ya sisiyan statuya Kurdan e, ya çaran Kurd bikaribin xwe li ser axa xwe îdare bikin.”
Taşçier: ‘Divê çareserî ne rojane be’
Parlamenterê HDPê herwiha da zanîn: “Divê ev daxwazên Kurdan bi rêyeke demokratîk werin bicihanîn. Ji bo xatirê çareseriyê jî gav bi gav werin pêkanîn. Di vê guftûgoya ku bê kirin de jî divê partiyên Kurd, siyasetmedarên zindanê, ji PKKê heta HDP’ê, nûnertiya Kurdan di kîjan qada raya giştî de hebe, divê hemû muxatab werin girtin da ku çareseriyeke mayînde çêbibe. Divê çareserî jî ne çareseriyeke rojane be, divê Gelê Kurd û Gelê Tirk li gorî çareseriyê li hev bikin û Makezagona Tirkiyeyê were guhertin da ku Kurd jî bikaribin li ser axa xwe, xwe bi rê ve bibin.”
Ev nivîs 210754 car hatiye xwendin.