HEVPEYVÎN | Salih Muslim: Bi daxwaza wezareta derve çûm Tirkiyê û niha bibe ez ê car din biçim

HEVPEYVÎN | Salih Muslim: Bi daxwaza wezareta derve çûm Tirkiyê û niha bibe ez ê car din biçim

PeyamaKurd - Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, li ser serdana xwe ya çend sal berê ya Tirkiyê û hevdîtinên ligel rayedarên dewletê dibêje, “Ez li ser daxwaza Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê çûbûm û min projeya PYDê ji wan re got. Niha bibe, ez ê car din biçim û daxwazên gelê xwe ragihînim.”

Muslim derbarê serneketina danûstandinên yekrêziyê yên navbera ENKS û partiyên PYNKê yên PYD pêşengiya wan dike jî diyar dike, “Ez texmîn dikim ji ber du sedeman neçû serî. Yek jê ji ber bûyerên ku bi ser me ve hatin û ya din jî hinek hêzên me jî hene baweriya xwe bi hêza gelê xwe nayînin.”

Herwiha Salih Muslim dide xuyakirin ku ew amade ne li Rojavayê Kurdistanê mazûvaniyê li Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bikin. 

Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, di derbarê projeyên PYDê, tifaqa partiyên siyasî yên Kurd û pêkanîna Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û Peymana Duhokê de di Netew TV de bersiva pirsên Zeynep Çager dan.

Pirsek li ser hevdîtina we û Recep Tayîp Erdogan e. Dema hûn çûbûn Tirkiyeyê, çima hûn bi vexwendnameya fermî neçûn? Çima Tirkiyeyê bi rêya burokrasiyê bangî we nekir? Çima piştre jî gotin Salih Muslim terorîst e?

“Ez li ser daxwaza Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê çûbûm û min projeya PYDê ji wan re got. Niha bibe, ez ê car din biçim û daxwazên gelê xwe ragihînim.”

“Em jî çûn me qala projeya xwe ji wan re kir. Em hîn jî dibêjin; bila Tirkiye rêveberên me li vê derê nas bike, bila Kurdan di Sûriyeyê de nas bike, bila bi me re alîkar be, em ê dîsa pê re bin. Lê Tirkiye qebûl nake. Ez niha biçim Tirkiyeyê, em ê dîsa van daxwazên xwe bibêjin. Em deriyê diyalogê li kesî nagirin. Li Efrînê 120 hezar mirovên me li qerexên Efrînê di bin konan de ne. Divê mirov êş û kulên wan dayîkan bibîne.”

PYD di nav partiyên Kurdan de roleke çawa dilîze?

Em wekî partiya PYD li gorî partiyên kevin, partiyeke nû ne. Partiya me di sala 2003yan de hatiye damezirandin. Heta îro jî xebat berdewam in. Tevî ku li Rojavayê Kurdistanê bi dehan partiyên din hene jî partiya me cihê xwe girtiye.

Gelê Kurd hewceyî bi dehan partiyan e ji ber ku gel çiqas zêde were rêxistinkirin, dê ewqas pêşiya xwe bibîne. Em jî di vê çarçoveyê de xebatên xwe dimeşînin. Me dixwest em bi hemû partiyên xwe re çi ji bo Rojavayê Kurdistanê çi jî ji bo hemû Kurdistanê çi pêwîst be em bi hev re bikin.  

Di sala 2004an de serhildana Qamişlo çebû, em di vê serhildanê de roleke navendî lîstin. Me xwest em bi partiyên xwe re tevbigerin. Dibe ku nêrînên me yên siyasî ji hev cûda bin lê her kes bi fikir û ramanên xwe, bi îdeolojiya xwe dixwaze xizmeta vî welatê xwe bike. Lê heta niha jî tiştê ku me xwestiye, me nekiriye.

Danûsdandinên we û ENKSê yên derbarê yekrêziyê de, di çi astê de ne? Ji bo Peymana Duhokê hûn çi dibêjin?

Peymanên me yên bi partiyên siyasî re; Peymana Duhokê hebû. Beriya wê peymana Hewlêrê hebû. Hewlêr 1 hebû, Hewlêr 2 hebû. Me Desteya Bilind a Kurdî çêkiribû. Mixabin ev tişt li gorî ku me dixwest, neçûn serî. Ez texmîn dikim ji ber du sedeman neçû serî. Yek jê ji ber bûyerên ku bi ser me ve hatin û ya din jî hinek hêzên me jî hene baweriya xwe bi hêza gelê xwe nayînin. Ji gelê xwe bawer nakin ku dê bikaribe di Rojhilata Navîn de rola xwe bilîzin û di zehmetiyan re derbas bibin.

Rûsyayê, Ûkrayna ji bo pêşeroja azadiya xwe wekî gef dît loma şer da destpêkirin. Lê dema em li hêzên dagirker dinihêrin, em dibînin ku ew naxwazin Kurd bibin yek, bibin xwedî dewlet an statuyekê. Gel dibîne ku di siyaseta Rojhilata Navîn de hêzên dagirker naxwazin destkeftiyeke Kurdan çêbibe, gel vê yekê dibîne lê çima partiyên siyasî nabînin?

Hêzên navneteweyî yên hegemon û heta hêzên herêmî yên wekî Sûriye, Îran Tirkiye û Lubnanê. Ango gelek welat hene, dibe ku 100 hezar welatiyên wan tune bin jî lê xwe kirine dewlet, partî û saziyên xwe çêkirine. Lê ya me Kurdan heta niha kesî em nas nekirine. Em jî bi têkoşînên xwe dibêjin: “ Em hene!” Yên li Rojhilata Navîn li hember me ne, hebûna Kurdan qebûl nakin.

Kurd bûne wekî hêsîrekî, her kes bi wan karê xwe diqedîne. Têkoşîna me jî ji bo hebûna me ye. Divê em wekî Gelê Kurd di serî de li hev bicivin, em bibêjin ka em xwe bi çi awayî bidin naskirin? Dema hebûna me neyê qebûlkirin, kesek rêzê li me nagire. Ev nêzîkahî ji dîroka Gelê Kurd ve wisa ye.

Em dibêjin bila kongreyeke me ya neteweyî hebe. Bila “Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê” be. Bila ji her çar parçeyên Kurdistanê rûspiyên me werin. Bila ew biryarekê bidin ka em çawa tevbigerin. Di kongreyan de, ne bes kesên siyasî hene. Ji her qada jiyanê kes tê de cih digirin. Bila ev hemû bigihîjin hev, biryarekê bidin û em hemû bi hev re biryara wan qebûl bikin. Dema ku rêbazeke bi vî awayî nebe, dê partî zêde bibin.

100 salên Peymana Lozanê di 2023yan de diqede. Divê projeyeke çawa hebe ku car din Kurd nekevin bin destên dagirkeran? Projeya PYDê bixwe ji bo vê yekê çi ye?

Di Peymana Lozanê de tu bendeke ku bibêje dê peyman piştî sedsalan biqede tune ye. Di peymanê de tê gotin ku ger guhertin çêbibe, divê ew dewletên sazkar ên ku binesaziya vê peymanê kirine, li hev bikin ku di nav peymanê de guhertinê çêbikin. Yek ji wan dewletan Tirkiye ye, yek Îtalya ye, yek jê Fransa ye,  yek jê Îngîlte re ye. Ev hemû di nav vê peymanê de ne. Dema ku ev hemû li hev bicivin û bixwazin vê peymanê biguherînin, dibe. Lê yek ji wan bi serê xwe nikare biguherîne.

Dibe ku îro bixwazin cîhanê ji nû ve ava bikin, sînoran ji nû ve deynin, ev jî ne projeya îro ye, ji 1995an û bi vir ve ye li ser tê xebitandin. Jixwe Amerîkayê di wê demê de gotibû, em dikin Rojhilateke Navîn a nû û nûjentir ava bikin, ew plan jî heta niha dimeşe. Ya Kurdan jî kî têkiliyek bi wan re danîbe, ji bo berjewendiyên xwe daniye.

Ger em dîroka xwe bi tenê bixwînin, em ê dersan jê derxin ku dijmin çi bi serê me hanîne. Em li şoreşên mezin ên Kurdan binihêrin, em li Şoreşa Şêx Saîd binihêrin, em li Şoreşa Dêrsim û Şoreşa Agiriyê binihêrin, em li Şoreşa Qadî Mihemed û Şoreşa Barzaniyan binihêrin. Em van şoreşan baş bixwînin, em ê bixwe şaşiyên xwe fêm bikin.

Xuya ye ku partiyên Kurdan negihîjin hev û ji bo xwe projeyek çênekin, dê wekî 100 salên borî, 100 salên din jî bikevin bin bandora dagirkeran. Bi ya we divê Gelê Kurd çi bike?

Divê gel ji partiyên xwe hesab bipirse. Heta gel nebêje tu şaşiyan dikî, ez bi şaşiyên xwe nahesim. Pirsgirêk jî ev e. Ger ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê hebe, rûspî û pêşengên gelê me di nav de bin, di şaşîtiyekê de hişyarî bidin, bibêjin te ev xeletî kiriye, heta em dikarin te dadgeh bikin. Niha tu saziyeke Gelê Kurd a neteweyî tuneye.

 Gotina te ya dawî ji bo gelê Kurd çi ye?

Ji ber ku ji dîrokê ve em xwedî li destekftiyên xwe derneketin, xelkê dîroka me dizî. Stranên me hatin dizîn, çanda me hat dizîn, tiştekî di destên me de nehiştin. Kesê ku xwedî li çanda xwe, xwedî li axa xwe dernekeve, divê nebêje ez mirov im. Em di sedsala 21emîn de ne, cîhan bi saya înternetê biçûk bûye. Gelê me jî ne wekî berê ye, her tiştî dibîne.

Ev nivîs 210771 car hatiye xwendin.