HEVPEYVÎN | Şivan Mihemed: ‘Erebên şîa û sunî yên Kerkukê li dijî Kurdan bûne yek’

HEVPEYVÎN | Şivan Mihemed: ‘Erebên şîa û sunî yên Kerkukê li dijî Kurdan bûne yek’

PeyamaKurd – Ev 6 sal in amgo piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ku Kerkûk ketiye bin destê Heşda Şeibî û hêzên Iraqê, Kurdên Kerkûkê di bin zext û metirsiyeke mezin de dijîn. Li aliyekî proseya erebkirinê hatiye zindîkirin û li aliyekî Îran bi hemû hêza xwe ya leşkerî, siyasî û herwiha bi berfirehkirina şîakirina Kerkûkê re mijul e.

Îranê ji bo pêşxistin, zindîkirin û bicihkirina mezheba şîa li Kerkûkê, herî kêm 9 mizgeft û weqfên Huseynî ava kirine û li ser wan jî wêneyên Xumeynî û Xaminey hatine danîn ku proseya şîakirinê berdewam e.

Di demeke wiha de, 18ê Kanûna 2023yan hilbijartinên encûmenan têne kirin ku ji ber zêdebûna bandora Îranê û proseya erebkirinê li Kerkûkê, di vê hilbijartinê de jî Kurdên Kerkûkê rûbirûyî metirsiyeke mezin in. Hem erebên şîa hem jî yên sunnî di hilbijartinan de jî li dijî kurdan bûne yek.

Li ser rewşa dawî ya Kerkûkê, siyaseta Îranê ya şîakirina Kerkûkê û hevgirtina erebên sûne û şîa ya bi mebesta bêbandorkirina hêza siyasî ya Kurdan, Endamê Mekteba Siyasî ya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistan – Başûr Şivan Mihemed, bersiva pirsên PeyamaKurd da.

‘Li pişt proseya şîakirina Kerkûkê derfetên zêde yên siyasî û aborî hene’

Şivan Mihemed piştrast kir ku Îranê piştî 16ê Cotmehê xebatên xwe yên şîakirinê zêde kirine û ji bo vekirina navendên şîa jî gelek dever ji nû ve bi derfetên mezin ên aborî ava kirine û zindî kirine.

Mihemed derbarê proseya şîakirinê de ev agahiyan dan: “Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an çend grûban bi taybet Heşda Şeibî deshilata herêma Kerkûkê xistine destê xwe. Ev di du astan de pêk hatiye. Di asta yekem de, deshilata Erebên sune deshilata parêzgehê xistin destê xwe. Asta duyem jî ji hêla mezheba şîa yên di bin bandora Îranê de hatin zindîkirin. Yekem car li Kela Daqûqê li Îmam Zeynel Abidîn dest pê kirin. Piştre li devereke bi navê Îmam Hewa ku wekî cihekî bêxwedî û ruxiyabû, bi ji nû ve hate avakirin. Li pişt vê derfetên zêde yên siyasî û aborî hene ku ew dever bilez têne avakirin.

Paşê hatin mintiqeya Tuzxurmatuyê ku rêjeyek Ereb û Tirkmenên şîa  hene li wir û li nehiyê hemû deverên mezheba şîa ji nû ve hatin vekirin ku girîngiyeke mezin didin wan deveran.”

‘Îran dixwaze mezheba şîatiyê wekî mêjûyeke dîrokî li Kerkûkê bicih bike’

Îran li ser Tirkmenên Kerkûkê di van demên dawî de, stratejiyeke siyasî ya çawa dimeşîne? Mebesta wê çi ye?

“Beşek ji Tikmenên Kerkûkê bi taybet yên devera Tuzxurmatuyê şîa ne. Lê belê piştî deshilata Kerkûkê xistin kontrola xwe, bandor li wê yekê jî kir ku Tirkmenên sune ber bi mezheba şîa de bibin. Guhertina mezhebî di çarçoveyeke taybet de pêk tê. Heta kurd jî hene ku mezhebê xwe guhertine û kirine şîa. Belê proseyeke şîakirinê heye. Îran girîngiyeke zêde dide avakirina navendên şîa. Li hin deverên Kerkûkê weqfên şîayan hatine avakirin. Îran gelekî girîngiyê dide vê yekê û dixwaze nîşan bide ku şîatî xwedî mêjûyeke dîrokî ye li herêmê.”

‘Weqfên Şîa li Kerkûkê di nav danûstdandinên fermî de ne’

Şivan Mihemed dibêje: “Ji ber ku deshilat jî niha di destê wan de ye, li Kerkûkê kes nikare dengê xwe li vê proseya pêşxistina şîatiyê ya Îranê bike. Lewra niha weqfên şîa yên li Kerkûkê bi fermî serdana kesayet û dezgehên fermî dikin û yanî bi awayekî fermî li ber çavan ev pêvajoya şîatiyê tê meşandin. Li Kerkûk û dorûbera wê, tevgereke zêde ya şîakirinê heye û ev jî bi awayekî eşkere tê kirin.”

‘Tirkmenên şîa û sune bi lîsteyên cuda dikevin hilbijartinan’

Li hember proseya şîakirinê ya Îranê û bandora wê ya li ser Tirkmenên Kerkûkê, gelo Tirkiye xwedî helwesteke çawa ye?

“Wekî tê zanîn Cebheya Tirkmen girêdayî Tirkiyê ye û Tirkiye piştevaniya wan dike. Cebheya Tirkmen di hilbijartinan de ji Turkmenên şîa cuda tevdigere, herdu alî jî bi lîsteyên cuda ketin hilbijartinên parlamentoyê. Niha jî ji bo hilbijartinên encûmena parêzgehan, lîsteyên Turkmenên sûnî û şîa ji hev cuda ne.”

‘Ereb ji boykota hilbijartinên 2005an poşman bûne, bi hemû hêza xwe ve dikevin vê hilbijartinê’

Niha rewşa Kurdên Kerkûkê çi ye? Ji bo hilbijartinên encûmenê çi amadekarî hene?

“Mixabin rewşa Kurdên Kerkûkê nebaş e. Niha erebên sunnî bi hemû hêza xwe ve hatine ser xaka Kerkûkê. Wan 2005an hilbijartin boykot kiribûn û zirareke mezin jê dîtibûn. 15 salan di nav deshilata encûmena Kerkûkê de kêm bûn û niha poşman in. Lewma jî vê carê wê şaşiyê nakin û derftên deshilata ji 16ê Cotmeha 2017an ve ketiye destê wan bikar tînin û dixwazin di hilbijartinan de jî deshilata encûmena Kerkûkê bixin kontrola xwe. Ji ber ku gelek erebên hawirde jî li Kerkûkê hatine bicihkirin, rêjeya dengên wan zêde bûye. Niha pir cidî dixebitin û propagandaya xwe dikin. Dixwazin ew tişta ku 16ê Cotmehê bi rêya serbazî kirine, vê carê bi rêya qanûnî û hilbijartinan pêk bînin. Ji xwe ji aliyê deshilata siyasî û leşkerî ve hemû îdare û rêveberî di destê wan de ye.”

‘Erebên şîa û sunnî li dijî Kurdan bi yekdengî tevdigerin’

Şivan Mihemed dide zanîn, “Şîa û sunniyên ereb ên li Kerkûkê li hember kurdan jî yek in û bihevre tevdigerin. Yanî her çiqas nelihevî û milmilaneyên wan ên mezhebî hebin jî dema mijar dibe Kurd û pêkhateyên din ên kurdî, bi yekgirtî tevdigerin û xwedî heman helwestê ne.”

‘Metirsiyeke mezin li ser Kurdên Kerkûkê heye’

Mihemed li ser rewşa Kurdan û hilbijartinên 18ê Kanûna bê jî wiha axivî: “Di vê hilbijartinê de metirsiyeke mezin li ser Kurdên Kerkûkê heye. Wek Hizba Zehmetkêşan me gelekî hewl da ku Kurd bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinan, lê ew yek pêk nehat. Li gorî yasaya hilbijartinan jî zehmetî heye ku ger Kurd ne bi yek lîsteyê bin nikaribin deshilata xwe li encûmena Kerkûkê zêde bikin.

Pêwîst e ji bo ev rewş bê guhertin hemû alî û hizbên Kurdistanê li Kerkûkê hevdu bigirin.

Ji bo hilbijartinên Kerkûkê 4 lîste hene niha, li gor me baş nebûye ku PDK û YNK bi du lîsteyên cuda bikevin hilbijartinan. Lê dîsa jî divê dengên Kurdan li Kerkûkê zêde bibin û em jî wek partî beşdarî dengdana namzedan nakin, lê dengê xwe didin lîsteyên Kurdan. Daxwaziya me ew e ku her kurdekî Kerkûkê dengê xwe bide.”