HEVPEYVÎN | ‘Tirkiye bi çavgirtina civaka navdewletî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû’
PeyamaKurd – Nivîskar û Parêzar Huseyîn Çelebî ku li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê pispor e û heta niha 4 pirtûk li ser binpêkirinên mafên mirovan û bûyerên li herêmê rû didin çap kirine, rewş û kiryarên di girtîgehên di bin kontrola çekdarên girêdayî Tirkiyê de ji PeyamaKurd re nirxand.
Huseyîn Çelebî got ku ew niha çîroka xortekî Kurd ê di girtîgehên rejîma Esed de, di bin tehde û îşkenceyên giran de maye amade dike û bibîr xist ku bûyerên bi wî awayî li Sûriyê gelekî zêde hene.
Nivîskarê kurd ji Rojavayê Kurdistanê, li ser rapor û belgeyên medya cîhanî yên derbarê girtin û îşkenceyên li xelkê herêmê di wan zindanan de têne kirin got, “Tirkiyê bi çavgirtina civaka navdewletî herêmên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê dagir kirine û wekî bajarên girêdayî Tirkiyê parêzgarên xwe danîne ser wan.”
Çelebî diyar kir, ji ber ku hikûmeta Tirkiyê li wan herêman deshilatdar e, berpirsiyariya hemû kiryarên nemirovî yên diqewimin li ser wê ye, lê dinya çavê xwe jê re digire ku ew meseleyên mirovî jî girêdayî berjewendiyên welatan in.
‘Li ser kiryarên li girtîgehên komên çekdar di medya erebî û kurdî karvedan çênebûye’
Di medya cîhanê de nûçeyên li ser hebûna girtîgehên veşartî li herêmên di bin kontrola Tirkiyê de hatine belavkirin û van nûçeyan karvedanek jî bi xwe re anîye. Gelo ew îdia rast in? Heger rast bin ew girtîxane ji aliyê kê ve têne kontrolkirin?
Bi qasî dibînim, ev nûçe û rapor wekî ku li ser medya cîhanî belav bûne, di medya erebî û kurdî de cî negirtine û karvedanek jî li ser wan çênebûye.
Nizanim bê girtîgehên veşartî di çi astê de li herêmê hene, lê dikarim bêjim ku girtîgehên eşkere û xuyayî hene ku ew jî li herêmên Rojavayê Kurdistanê yên dagirkirî, di bin destê komên çekdarên alîgirên Tirkiyê de ne. Bi rastî jî li girtîgehên wan komên çekdar gelek îşkence û xirabî li kesên têne girtin dikin.
‘Berpirsiyarê hemû kirinên komên çekdar Tirkiye ye’
Gelo destê Tirkiyeya endama NATOyê jî di nav wan binpêkirin û îşkenceyên di wan girtîgehan de têne kirin, heye? Yan ew grubên çekdar bi serê xwe tevdigerin?
Tirkiye bi hêz û siyaseta xwe li herêmê bicih bûye. Lewma jî her çi tiştê ku li wir dibe, ji hemûyan berpirsiyar e. Yanî tiştê ku opozîsyon dike, ji ber girêdana wan a bi hev du re, herwiha ji ber ku wan bixwe wek hêzekê opozîsyon derbasî wê derê kiriye ku nikare berpirsiyariyê bigire ser xwe. Tirkiye bixwe berpirsiyarê wan kiryaran e.
‘Êdî kes guh nade meseleyên mafên mirovan’
Wek mînak hikûmeta Tirkiyê herêma Efrînê wek bajarekî Tirkiyê bixwe ve girê daye û walîyek daniye ser û sînorê xwe ji wê herêmê re vekiriye.
Mesela hebûna Tirkiyê wek endama NATOyê di nav van bûyeran de, mirov dikare bibêje ku êdî kes nema guh dide meseleyên mirovî. Ji ber ku hemû girêdayî berjewendiyên nav dewletan kar dikin.
‘Meseleyên mirovî girêdayî berjewendiyên welatan e’
Ji xwe derbasbûna Tirkiyê ya nav herêmên kurdan li Rojavayê Kurdistanê jî bi çavgirtina civaka navdewletî pêk hatiye.
Meseleya binpêkirinên mafên mirovî yekser girêdayî berjewendiyên welatên serdest e. Amerîka ji bo têkoşîna dijî DAIŞê li herêmê PKK her çiqas di nav lîsteya wan a terorê de ye jî li herêmê wek şirîk dibîne û ligel wê kar dike. Yanî meseleyên mafên mirovî ne li ser bala wan e.
Li gorî hin raporan di wan girtîgehan de ji bilî kesên bi hinceta pêwendiyên ligel PKK/PYDê hatine girtin, herwiha kes û kesayetên Kurd ên ji îtilafa Sûriyê jî di wan de hatine girtin. Gelo rastiye vê çi ye?
Tenê agahiyên min di vê derbarê de hene ku kesên siyasî û leşker ên endamên îtilafê û endamên leşkera azad a opozîsyonê, demeke dirêj gelekî di bin zextê de bûn. Ji ber ku rayeke wan a cuda hebû ji derveyî siyaseta Tirkiyê û zêdetir behsa gendeliyê dikirin, ew kesên hatibûn girtin.
Hin generalên îtilafê li Tirkiyê hatibûn binçavkirin
Yanî li Tirkiyê bixwe bi awayekî eşkere hatibûn girtin. Herwiha li Efrînê bixwe jî di dadgehên wan komên çekdar de hatibûn mehkûmkirin. Generalek du general ji wan kesan, her çiqas li Efrînê hatibûn mehkûmkirin jî li Tirkiyê hatibûn binçavkirin.
Ev nivîs 210771 car hatiye xwendin.