HEVPEYVÎN | ‘Tirkiye ji bo operasyona bejahî li benda vêxistina çiraya kesk e!’

HEVPEYVÎN | ‘Tirkiye ji bo operasyona bejahî li benda vêxistina çiraya kesk e!’

PeyamaKurd – Piştî teqîna Taksîm a Stenbolê ya 13ê Mijdarê ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê pê hatin tohmetbarkirin, ji 20ê Mijdarê ve êrîşeke asmanî ya berfireh digel topbarana bejahî li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê hatiye destpêkirin û hîn jî berdewam dike.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî êrîşên asmanî gefên xwe berdewam kirin û got, ew ê  tenê bi operasyonên asmanî nemînin û bi bejahî jî êrîşên xwe bidomînin.

Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Rojhat Amedî, êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê û egera operasyoneke bejahî ji ARK TV re nirxand.

Amedî dibêje; “Heta niha, çi Amerîka çi Rûsya çi Îran û çi jî welatên Ewropa rê nedane Tirkiye ku operasyoneke bejahî bike, lê eger valahiyekê bibîne, wê bêsekin operasyonê li dar bixe.’

‘Heger valahiyekê bibîne wê bêsekin dest bi operasyonê bike’

Bi nerîna te eger heye Tirkiye operasyona xwe ya bejahî jî encam bide di rojên bê de, yan tu vê yekê dûr dibînî?

Niha ji bo operasyona bejahî amadehî tên kirin li Tirkiyê. Ji bona wê jî wê li sedeman bigerin ku wê çawa bikaribin êrîşî Rojavayê Kurdistanê bikin. Hesab û kîtaba vê dikin. Eger Rûsya yan Îran an welatên NATO, bi taybetî Amerîka ji bo wan çiraya kesk vêxe, bêguman wê operasyon destpê bikin. Lê heta niha, li gor zanyariyan çi Amerîka çi Rûsya çi Îran û çi jî welatên Ewropa rê nedane Tirkiye ku operasyoneke bi vî awayî li dar bixe.

Lê dîsa jî Tirkî dibêje, em biryarên tu welatan nas nakin û gava em vê operasyonê dikin jî, em destûrê ji tu welatî nagrin. Ev helwesta Tirkiyê ye. Lê eger valahiyekê bibîne, wê bêsekin Tirkiye operasyonê li dar bixe.

‘Tirkiye tehemulî pêşketina Rojavayê Kurdistanê nake’

Bi nerîna te, bê wergirtina çiraya kesk hem ji Amerîka hem ji Rûsya, eger heye Tirkiye operasyona xwe ya bejahî encam bide?

Bêguman pêwîst nake çiraya kesk ji Amerîkayê bigre. Eger Rûsya razî be, eger helwesta Îranê jî diyar bibe wê Tirkiye vî karî bike. Çawa me dît, di salên derbasbûyî de heman operasyon li Efrînê çêkir, li Serêkaniyê çêkir û li Girêspî çêkir û di demên dawî de gelek êrîşên bi dronan pêk anîn li Qamişlo, li Dêrikê. Ev hemî nîşan didin ku Tirkiye tehamûla pêşketinên Rojavayê Kurdistanê nake.

Herçend li Rojavayê Kurdistanê kemkurtiya îdarî heye, herçend em dibînin li wê derê hin kar têne kirin ku ew kar rê didin ku Tirkiye xwe bi heq derxe di van operasyonan de, karê xwe bi rê ve bibe. Lê dîsa jî hemû plan û tertîbat a dewleta Tirkiyê bi xwe ye ku naxwazin li Rojavayê Kurdistanê pêşketinek çêbibe.

‘Li Rojavayê Kurdistanê berpirsên siyasî xwedî du nêrînên cuda ne’

Bi nerîna te daxuyaniyên berpirsiyarên HSDÊ û PYDê, yên di derbarê êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê de têne çi wateyê ku hawara xwe digihînin aliyên wekî Amerîka û Rûsya û Şamê?

Bi ya min, li gor bîr û baweriya min, ji destpêkê heta niha li Rojavayê Kurdistanê ev berpirsên siyasî xwedan du rêyên ciyawaz in. Aliyek hê jî rijd e li ser bîr û baweriya kevin ku ji PKKê wergitine û hê jî dixwazin wê bişopînin. Aliyek din jî hewl didin ku pêşniyarên welatên rojava ciddî werbigrin û li gor wê siyaseta xwe berdewam bikin. Ev du baweriyên ciyawaz, wan neçar dikin ku carûbaran ji Şamê carûbaran ji Amerîkaye û carûbaran jî ji Rûsyayê çareseriyê bixwazin.

Ji bo nimûne ne tenê ew, mînak ENKS bi xwe jî carûbaran ligel Rûsyayê, carûbaran jî ligel Amerîkayê qise dikir. ENKS tenê maye ligel Şamê qise bike. Ligel Tirkiyê jî qisan dike. Wisa ye. Ji ber du bîr û baweriyên ciyawaz li îdara Rojavayê Kurdistanê hene, wan karan dikin, mixabin nikarin pêşiya Apociyan jî, pêşiya PKKê jî bigrin ku bi rastî jî ew karên nehez li Rojavayê Kurdistanê dikin.

‘Qendîl hewl dide Rojavayê Kurdistanê teslîmî Beşar Esed bike’

Lê ev karên nehez ku bi navê PKKê têne kirin, bi cûreyekê girêdayî Tirkiyê ye, bi hevdu re kar dikin û bi hevdu re dixwazin li wê derê aloziyan çêbikin. Yanî niha, herî dawî Kandîl, PKKê hewil dide ku Rojavayê Kurdistanê teslîmî Beşar Esed bike. Hemû xewn û xeyala wan niha ev e. Tenê dixwaze Amerîka û Rojava li wê derê şikestê bixwe. Ev teyfe, teyfeyê Rûsyayê ye, teyfeyê Tirkiyê ye, teyfeyê Îranî ye. Dixwazin bi prawakasyonan van pêşketinan bifetisînin.

Gelo bi nerîna te heta çi astê siyaseta ku li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin behaneyan ji Tirkiyê re dirust dike, da ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe? Herwiha gelo helwesta aliyên navdewletî, bi taybetî Amerîka û Rûsya li hember pêşîgirtina vê operasyonê lawaz dike?

Niha ew behaneyên ku hinek alî didin Tirka ne nû ne. Rast e, behane hene, lê Tirkiye berî ev behane hebûn dixwest êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike. Hîn PYD û HSD tune bûn, Tirkiyê dixwest êrîş bike û tiştek çênebe.

Niha hemû dinya dizane, hemû Kurd jî dizanin, kesên piçekî siyasetê dikin û jê fêm dikin, dizanin PKK li ku derê ye û li ku derê biryaran werdigre. PKK niha li Başûrê Kurdistanê pir jî nemaye.

‘Santrala PKKê li Îranê ye, lê Tirkiye nabêje derxin!’

Santrala PKKê li Îranê ye, gelo Tirkiye çima carekê ji Îranê re nabêje wana ji wê derê derxin? Îran elektirîkê dide wan, Îran înternetê dide wan, Îran hemû serkirdatiyê PKKê li ba xwe xwedî dike. Lê Tirkiye carekê gotinekê ji wan re nabêje. Nabêje Îran tu çima wisa dikî. Ji bo çi ev nakevin rojeva Tirkiyê?

Tenê li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê dide. Hedê Tirkiyê heye dengê xwe bike li beramberî Îranê? Bira fermo! Hemû serkirdeyên PKKê niha li Îranê ne. Tirkiye behane hebe, tune be ji xwe re behaneyan çêdikê, ji bo pêşiyê li Kurdan bigre, pêşiyê li statuya Rojava bigre û başûr jî lawaz bike.