HEVPEYVÎN | Yapicioglu: Pirsa Kurd divê teqez bê çareserkirin!

HEVPEYVÎN | Yapicioglu: Pirsa Kurd divê teqez bê çareserkirin!

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad  (HUDA-PAR) Zekerya Yapicioglu, beşdarî bernameya NTEW TV bû û bersiva pirsên Zeynep Çager ên derbarê pirsa Kurd û mijarên din ên rojevê da.

Yapicioglu di bernameyê de li ser mijara pirsa Kurd wiha axivî: “Deshilatê pêvajoyeke çareseriyê da destpêkirin û bi ser neket. Niha deshilatdarî hatiye wê astê ku dibêje, pirsa Kurd nîne. Lê belê meseleya Kurd heye û yek ji mijarên sereke yên teqez bê çareserkirin e.

Çareserkirina vê pirsê tenê Kurdan eleqedar nake, tevahiya 85 milyon mirovan eleqedar dike. Heta ku çareseriyeke bi destûra bingehîn çênebe, ne mimkun e ev pirs ji holê bê rakirin.”


Li gorî we niha siyaseta Tirkiyê ber bi ku ve diçe? HUDA-PAR vê çawa şîrove dike?

YAPICIOGLU: Siyaseta li Tirkiyê ber bi berberiyê ve diçe. Ber bi rewşeke aloz ve diçe. Ev demek dirêj e wiha ye. Wek HUDA-PAR em ji vê rewşê pir aciz in. Erê dibe ku hizr û nêrîna partiyan cuda be, lê divê ev cudabûnên heyî ber bi berberiyekê û pevçûnan ve veneguherin. Divê ti kesek berjewendiyên xwe yên şexsî û nexe pêşiya berjewendiyên partiya xwe û ti partiyek jî berjewendiyên xwe nexe pêşiya berjwendiyên gel.

Di nav siyaseta Tirkiyê de, siyaseta Kurd dikare çawa nefesê bistîne? Gelo HUDA-PAR dikare nûnertiya siyaseta Kurdi bike û rolekê hilgire ser xwe?

YAPICIOGLU: Li vir deriyên danûstandinê bi awayekî cidî ji aliyê hin aliyan ve hatine girtin. Dibe ku em bi gavên biçûk û hêdî pêşve diçin û dibe hinek van gavan pir biçûk binirxînin, lê belê wê rojekê ew xeta rast bê fêmkirin. Dema ev pêk hat jî wê HUDA-PAR wek lehiyekê biherike. Em ê pirsgirêkên welat çareser bikin.

Pirsgirêkên kurdan ên destûrî hene. Li Tirkiyê li ser mafên destûrî û pirsgirêkên bingehîn ên civakê berberiyek çêdibe. Siyaseta Kurd di vê mijarê de dikare çawa nefesê bistîne? Di çarçoveya pirsgirêkên hevbeş de, em dikarin Pirsa Kurd çawa binirxînin?

YAPICIOGLU: Pêwîste ji bo van pirsgirêkan partî çareseriyên hevpar nîşan bidin. Divê karîneke me ya çareseriyên hevpar hebe û divê em bikarin werin ba hev. Divê em ji bo xalên hevpar di nav lêgerînekê de bin. Lê belê siyaseta berberiyê ya Tirkiyê ji hatina cem hev re dibe asteng. Di rewşeke berberiyê û cudaxwaziyê de, rêyên dîyalogê têne girtin. Divê xelk jî ji xwe re zemnînekî baş ê li ser van mijaran bifikire bibîne. Di encamê de yê ku siyasetmedaran tîne ser wî meqamî gel bi xwe e.

Niha hilbijartinek li pêşiya me ye. Gelo planeke we ya bo hilbijartinan heye, hûnê bi partiyên din re rûnin û hedefeke we ya pirsgirêkên kurdan gotûbêj bikin heye?

YAPICIOGLU: Li ser mijara pirsa Kurd xeta partiya me ji roja hatiye damezrandin ve qet neguherî ye. Deshilatê pêvajoyeke çareseriyê da destpêkirin û bi ser neket. Niha deshilatdarî hatiye wê astê ku dibêje, pirsa Kurd nîne. Lê belê meseleya Kurd heye û yek ji mijarên sereke yên teqez bê çareserkirin e. Çareserkirina vê pirsgirêkê tenê Kurdan eleqedar nake, tevahiya 85 milyon mirovan eleqedar dike. Heger îdiayeke Tirkiye ya bixwaze li herêmê bibe welatekî soza wê derbas dibe hebe, pêwîste vê pirsgirêkê çareser bike.

7 sal bi ser 2015an de derbas bûn, ka çi gavên rast hatin avêtin ku pirs ji holê rabû. Ev pirs hê jî li benda çareserkirinê ye. Ev meseleyeke heq û hiqûqê ye. Ev ne meseleyeke asayîş, teror û paşdemayînê tenê ye. Pirsgirêkên vê meseleyê yên siyasî, civakî, derûnî û dîrokî hene. Di bingeha xwe de divê guherîna destûrê bê kirin. Heta ku çareseriyeke bi destûra bingehîn çênebe, ne mimkun e ev pirs ji holê bê rakirin.

Li Diyarbekirê konferansa aliman hat lidarxistin û rastî êrîşa nijadperestî hat. Li dijî Kurdan û navê Kurdistanê êrîş hat kirin. We li ser vê mijarê çi hîs kir?

Niha gotinên êrîş li Kurdan û Kurdistanê hat kirin, hinekî giran dibe. Kesê ku behsa wî tê kirin, nivîsek jî belav kir û got: ‘Belê li vir cografyayeke bi navê Kurdistan heye, lê bikaranîna vê peyvê li vê derê dibe ku bibe sedema hin aciziyan’. Di vê civînê de wiha hat gotin: divê alim teqez çareseriyên xwe li ser meseleya Kurd pêşkeş bikin û di vê mijarê de berpirsiya xwe bicih bînin. Bi giştî bangeke wiha bo aliman hebû.

Berê ev konferans bi navê ‘Yekîtiya Alimên Kurdistanê’ dihatin lidarxistin. Gelo ji bo çi navê Kurdistanê hat rakirin û bi navê ‘Yekîtiya Aliman’ hat lidarxistin?

Beriya van konferansan hat gotin ku em bang li Alimên Kurd tenê nekin. Bila ji her herêm û welatan werin û xelek jî wiha berfireh bû. Ji Libya, Urdin, Afganistan û Pakistanê alim hatin vexwendin. Heger ji cografyayên din alim hatibin vexwendin, wê demê nabe Hevdîtina Alimên Kurdistanê.

Di demên dawî de, Tirkiyê operasyonên derveyî sînoran kirin. Di operasyonên li Iraq û Sûriyê de gelek bûyer çêbûn, nêrina wê ya li ser vê mijarê çi ye?

YAPICIOGLU: Ji bo operasyonên Tirkiyê yên ser Iraq û Sûriyê hincet hate nîşandan. Hebûna PKKê ya bi awayekî çekdar li wê derê û car caran jî ji derve ve li dijî leşkerên Tirkiyê pêkanîna êrîşan. Heta ku di destê PKKê de çek hebe, Tirkiye dikeve wê derê û wê ev dewam bike. Rêbazek pêşiya vê bê girtin heye. Sala 2012an tiştek hat gotin, divê êdî çek wekî rêbazeke bidestxistina mafan neyê bikaranîn. Çimkî ev rêbez zirarê dide xelkê Herêma Kurdistanê û Sûriyê. Heger ev hincet ji holê bê rakirin, dibe ku êdî ev operasyon neyên kirin.

Dîroka PKKê diçe heta 40 salan, lê belê beriya vê pêvajoyê jî komkujiyên wekî Zîlan û Dêrsim hatin kirin. Gelo rast e ku barê vê pêvajoyê tenê li pişta PKKê bê siwarkirin, em ê çawa vê rewşê derbas bikin, di vê mijarê de nêrîna we çi ye?

Belê beriya PKKê komkujî hatin kirin. Wê demê PKKê tune bû, lê îro hincet wekî PKK dixuyê.

Ev nivîs 210729 car hatiye xwendin.