Ji Berdevkê Hevpeymaniyê daxuyaniyên girîng bo hêzên Kurd...

Ji Berdevkê Hevpeymaniyê daxuyaniyên girîng bo hêzên Kurd...

PeyamaKurd – Yek ji rastiya Rojhilata Navîn ew e ku herêm her tim bûye qadeke sereke ya şer û pevçûnan ku ev yek îro jî berdewam e. Herêm navendeke êrîşên terorî ye û gelek metirsiyan jî dihewîne. Metirsiya ku di sala 2014an de bi êrîşên rêxistina terorî ya DAIŞê destpê kiribû, şervanên Kurd bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî hema bêje dawî lê anîbûn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku li dijî DAIŞê serkeftina xwe ragihandibû, îro car din neçar e ku li hemberî rêxistinê şer bike. Çimkî DAIŞ car din ji bo çalakiyên terorî hewil dide xwe birêxistin bike. Di demeke wiha de Hevpeymaniya Navdewletî ragihand ku, li dijî DAIŞê ew dê piştgirî û alîkariya Pêşmerge û Hêzên Kurdî berdewam bikin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Myles Caggins derbarê pêşhatên dawî û rewşa dawî ya herêmê û şerê Amerîka û Rûsyayê ji PeyamaKurd re axivî.

Caggins dibêje, “Hevpeymanî wê bi berdewamî piştgiriya Pêşmerge û HSDê bike. Şirîkên me yên ewlekariyê (Pêşmerge û HSD) li dijî DAIŞê bihêztir in û xwedî perwerde û cebilxaneyên baştir in.”

Gelo metirsiya DAIŞê ji nû ve derdikeve holê? Li deverên ku hevpeymanî lê heye lawaztir e lê wisa diyar e ku dîsa dikeve nava tevgerê? Rewşa dawî çi ye?

“DAIŞ ji tevlîheviyên li herêmê sûd werdigire û ji herêmên ku hevpeymanî lê ye zêdetir li herêmên ku di bin kontola rejîmê de ne, dikeve nava tevgerê. Rêxistin hewil dide ku ji tevlîheviyên heyî sûd wergire û car din xwe birêxistin bike, lê hevpeyamanî li gel hevkarên xwe yên li Iraq û Sûriyê hewil dide ku rê li ber ji nû ve vejandina wê bigire û lewma jî bi berdewamî li dijî wê têdikoşe û şer dike.”

Ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê çi planên Hevpeymaniya Navdewletî bi HSDê re hene?

“Ji bo seqamgeriya li herêmê û ji bo ku car din rêxistin xwe li Iraq û Sûriyê  birêsxitin neke, bi berdewamî fişarê li ser DAIŞê dikin.”

“Ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê, Hevpeymanî di asteke bilind de piştgirî û şêwîrmendiya HSDê û Hêzên Kurdî dike, da ku DAIŞ bê tunekirin. Herwiha piştgiriya îstîxbarî, esmanî û ekîpmanî dide.

Wekî min got, DAIŞ ji tevlîheviyên li herêmê sûd werdigire û ji herêmên ku hevpeymanî lê ye zêdetir li herêmên ku di bin kontola rejîmê de ne, dikeve nava tevgerê lê têkoşîna me ya li dijî DAIŞê dê berdewam bike.”

Gelo dê hevkariya we û Pêşmerge berdewam bike? Piştgiriya we ya bo Pêşmerge di çi astê de ye?

“Hevpeymaniya Navdewletî di têkoşîna dijî DAIŞê de piştgiriya şêwirmendî, îstixbarî, asmanî û cebilxaneyan dide hêzên Peşmerge. Hevpeymanî hewil dide ku DAIŞ li Sûriye û Iraqê car din dernekeve. Di vê çarçoveyê de wê şirîkatî û hevkariya me ya bi hevalbendên me yên herêmê re berdewam bike.”

Di demên dawiyê de hêzên Rûsya û Amerîkayê li Rojava gelek caran hatin pêşberî hev. Hevpeymanî li ser vê yekê çi difikire?

“Hevpeymaniya Navdewletî, ji bo asankariya operasyonên asmanî û bejahî bi artêşa Rûsyayê re rasterast peywendiyê dike. Em çaverê ne ku hemû leşkerên li herêmê bi pisporane tevbigerin. Wekî min got, niha têkiliyên bi Rûsyayê re didomin û hevpeymanî ji bo aramî û seqamgeriya herêmê hemû hewlên xwe dide.”        

Ev nivîs 210857 car hatiye xwendin.