Ji Hasîp Kaplanê ku ‘Bultena Sor’ bo wî hatiye derxistin daxuyaniyên girîng!
PeyamaKurd – Bi hinceta beşdarbûna wî ya daxuyaniyeke çapemeniyê ya ku bixwe beşdarî lê nekiriye, derheqê Parêzer û parlamentarê berê Hasîp Kaplan de ji ‘endamtiya rêxistinê û propagandaya terorê’, ‘Bultena Sor’ a lêgerîn û girtinê hat derxistin.
Hasîp Kaplan biryara dadgeha Cizîrê ya bo wî û fişarên li ser siyaseta Kurd li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji PeyamaKurd nirxandin.
Hasîp Kaplan dibêje, ew dê li dijî vê bêhiqûqiya piştî 14 salan e ku ew dê wekî hiqûqnasekî 40 salan têkoşînê bide û bi rêyên meşrû û yasayî hesab ji kesên nav wê daraza siyasî bûye û li dijî hiqûqê tevdigerin bipirse.
Dema ku sala 2008an di Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de parlamentarê Şirnexê bûm, di navbera PKK û dewletê de şerekî dijwar berdewam bû. Navenda giştî ya DTPê ji bo pêkanîna aştiyê û bêdengkirina çekan biryar standibû ku em 5ê Sibata 2008an li Qesrik a Cizîrê konan vedin. Me yê 6ê Sibatê daxuyanî bida û çalakiya xwe bidawî bikira. Partiya me Wezareta Navxwe jî agahdar kiribû û dê bi hezaran wesayît û xelk jî beşdarî bikirana.
Wê demê tevê parêzgarê Şirnexê Ali Yerlikaya (niha parêzgarê Stenbolê ye), Midurê Emniyetê, Fermandarê Artêşê li Şirnexê û bêhtirî 20 endamên medyayê em bi hev re çûn Kendava Qesrikê. Em li ser cihên vedana konan û parastina ewlekariya karmendên partiyê axivîn. Herwiha 6ê Sibata 2008an jî diviyabû ez ji bo rakirina qedexeya ser serpûşa jinan li ser navê DTPê biaxivim. Ji ber wê jî 5ê Sibatê êvarê neçar mam vegerim Enqerê.
Yanî min ez di wê çalakiya Qesrikê ya 5ê Sibatê de ku bûye sedema dozvekirina li ser min tunebûm. Sala 2015an jî ji ber biryara partiyê ya du serdeman nebûm namzedê parlamentarîyê. Piştî rabûna parêzbendiya min jî bi qasî sed fezleke bo dadgehan hatin şandin. Bi dehan doz li min hatin vekirin. Yek ji wan jî çalakiya Qesrikê bû.
Tawanbariyên beşdarbûna ‘çalakiya bêdestûr’, ‘propagandaya terorê’ û ‘endamtiya rêxistinê’ bo min hatin kirin. Li Stenbolê bi talîmatê îfadeya min hat standin. Min girtenameyên parlamenê pêşkeş kirin û îsbat kir ku wan tarîxan li Enqerê bûm. Parêzerên min jî îtirazin pêwîst kirin. Heyeteke nû bo Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Cizîrê hatibû tayînkirin. Karê wan ê ewilî jî ‘derxistina biryara girtinê û bultena sor’ bû.
Tevî ku dosyeya min di çarçoveya Pakêta Darêzê ya 3yan de bû û diviyabû were paşxistin jî înfaz hat sekinandin û biryara ku heyeta berê ya dadgehê nedaye hat dayîn. Tevî ku ez li derveyî welat bûm jî parêzerên min daxwaza wergirtina îfadeya min kirin, lê hem bo min hem jî ji bo hevjîna min biryara qedexeya derketina derveyî welat hat derxistin û pasaporta hevjîna min li Balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin û betalkirin.
Vê bêhiqûya piştî 14 salan derketiye holê, helbet ezê wekî hiqûqnasekî 40 salan têkoşîna wê bidim. Ezê ji hemû kesên di daraza siyasî bûye de dijî hiqûqê tevgeriyane bi rêyên yasayî û meşrû hesap bipirsim.
Bi serkeftina HDPê ya hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an û wergirtina 80 parlamentaran AKPê piraniya xwe ya parlamenê ji dest da. Li ser vê jî Erdogan biryara betalkirina hilbijartinê û ji bo 1ê Mijdara 2016an jî biryara nûkirina hilbijartinan da. Hikûmeta AKPê bi vî awayî bi navê têkoşîna dijî terorê HDP krîmînalîze kir û plana 70 parlamentaran belaş bistîne û HDPê di bin benda hilbijartinê de bihêle çêkir. Gel destûra vê neda û bi dengên 6 milyon welatiyan wekî partiya sêyem HDP kete parlamenê.
Piştî van jî AKPê dest bi ji kar dûrxistina şaredaran û girtina wan kir û proseya tayînkirina qeyûman da destpêkirin. Bi behaneya hewla kotedaya 15ê Tîrmeha 2016an a FETOyê Rewşa Awarte ragihand û bi derxistina Biryarên Hikmê Qanûnê (KHK) bi hezaran kesên muxalîf ji kar avêtin. Di hilbijartinên dawiyê de jî serkeftina HDPê hezm nekir û tevî danîna qeyûman serç şaredariyan û girtina şaredaran, di serî de hevserokên HDPê Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş bi dehan parlamenter zîndanî kirin. Nêzî 30 parlamentaran bi awayekî bêhiqûqî hatin cezakirin. Gelek ji wan neçar man derkevin derveyî welat. Tifaqa AKP-MHPê bi xespkirina îradeyê û hemû Kurd wekî terorîst îlan kir û dest bi dijminatiya Kurdan kir.
Deshilatdariya Tirkiyê ku binketina DAIŞê û berxwedana Kobaniyê ya Rojava hezm nekir, ji bo li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd statuyekê bi dest nexe, Kurdên Sûriyê wekî terorîst pênase kir. Beriya niha heman tişt bo Başûr jî kiribû û li dijî Referandûma Başûrê kurdistanê derketibû. Li civînên Neteweyên Yekbûyî, Ewropa û NATOyê îtirazên wan îtibar nedîtin.
Li Rojhilata Navîn 50 milyon Kurdên bê dewlet dijîn, li çar parçeyan înkar, red û asîmilasyon berdewam e. Li seranser dinyayê 242 dewlet hene, ji van 197ê wan bi fermî têne naskirin. Serjimariya Kurdan ji ya 212 dewletan zêdetir e. Gelê Kurd dibîne ku yekaneya çareya dijderketina li şer, dagirkerî û mêtîngeriyê Yekîtî ye. Di vê derbarê de gavên girîng tên avêtin.
Li Bakur bê cûdahî hemû kesên muxalîf û bi taybet partiyên siyasî bi xedarî xistine bin çembera operasyonan û fişarê. Rêxistinên civaka sivîl hatin girtin. Bi rejîma OHAL û KHKyan terora dewletê hat kirin. Terora Partî Dewletê berbelav bû û veguherî îşkenceya sîstematîk. Her roj agahiyên mirinan tên. Di qedexeyên ser bajaran de: bajarên Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Silopî, Hezex, Şirnex û Gever hatin ruxandin û qetlîam hatin kirin. Li dijî mirovatiyê tawanên gelekî tirsnak hatin kirin. Êdî destûra daxuyaniyeke herî basît a çapemeniyê jî nadin.
Di grevên birçîbûnê de, li dijî dayikên laçik spî êrîşên hovane kirin. Destûrê nadin gel beşdarî çalakî û daxuyaniyên HDPê bibe. Parlamentarên jin bi sedan mertalên polîsan têne dorpêçandin û astengkirin. Heta niha 16 hezar endam û rêveberên HDPê di lêpirsînan de derbas bûn. Dîsa jî li Bakurê Kurdistanê, gel li meydanên Newrozê li dijî qeyûman, girtinan, cezayên bêhiqûqî û zilmê dengê xwe bilind dike. Hevgirtina bi Rojava re tevî hemû zehmetiyan jî li derve û hûndir berdewam dike. Ku dema wê hat ti hêzek nikare xwe li ber têkoşîna azadiya gel bigire.
Cûdabûnên ji AKPê dawiya wê nêzîk dike. Davutoglu jî partiya wî jî di qedexeyên bajaran de, berpirsên sereke yên qetlîaman in. Li dijî Kurdan sûcên mirotiyê kirin.
Babacan û bernameya partiya wî ya ku ava dike, heta nebînim şîrovekirina wê rast nabînim. Lê belê, ew kesên ji AKPê cûda dibin û partiyan ava dikin bixwe şirîkên sûcên deshilatiya tifaqa AKP+MHPê ne. Ew kesên ku dema parêzbendiya parlamentaran hat betal kirin, parlamentar hatin girtin û qeyûm hatin tayînkirin dengê xwe nekirine, deyndarê Kurdan ê lêborînê ne.
Heta rûbirûbûnê bi Kurdan re nekin, li dijî şer û zilmê dernekevin qet nikarin di nezera Kurdan de cihekî xwe çêkin.
Ev nivîs 210859 car hatiye xwendin.