Kahir Bateyî: Rola weşanxaneyên Kurdî wekî dibistanê ye
PeyamaKurd – Nivîskar û berpirsê Weşanxaneya Sîtavê Kahir Bateyî dibêje; 'Xwedîlêderketin û parastina ziman bi sloganan û gilî û gazinan nabe. Heke me bivê em zimanê xwe biparêzin û zimanê me jî wekî bi sedan zimanên din winda nebe, divê em zimanê kurdî wekî erkekê kurdbûnê, wekî erkekê welatparêzîyê bibînin.'
Kahir Bateyî bersiva pirsên PeyamaKurd ên derbarê xebatên weşangeriya kurdî, rewşa ziman û wêjeya Kurdî dan.
Fikra avakirina weşanxaneya Sîtavê çawa derkete hole û we kengî weşanxane ava kir?
Min weşanxana Sîtavê di sala 2013an de ava kir. Ya rast demek dirêj bû min dixwast weşanxaneyeke kurdî ava bikim. Min berê jî karê weşangeriyê kiribû. Lê min her tim dixwast vî karî ez bixwe bikim, ango weşanxane ya min be; da ku bikaribim hemû biryarên derbarê wê de ez bixwe bidim. Di biryar û karê xwe de azad bim. Paşî 2013’an bû nesîp.
Piştî ku we weşanxane vekir we çi xebat ji bo zimanê Kurdî kirin?
Piştî avakirina weşanxaneyê me nêzî 200 pirtûkên kurdî çapkirine. Her wiha bi dehan bernameyên li ser ziman û edebiyata kurdî li darxistine. Ev yek jî hindik jî be xebateke ji bo zimanê kurdî.
Heta niha we çend pirtûk çap kirine?
Me heta niha 225 pirtûk çap kirine. %80-85 pirtûkên me kurdî ne.
Li gorî we, weşanxane ji bo zimanê Kurdî çi îfade dike?
Ji bo zimanekî weşanxane hîmekî herî qahîm yê parastin û pêşxistinê ye. Zimanê nivîskî û edebiyata miletekî bi rêya weşanxaneyan pêş dikeve û li nava gel belav dibe. Ango weşanxane jî yek ji wan amûran e. Heke weşanxane rola xwe baş bilîzin, di heman demê de rola weşanxaneyan wekî rola dibistanan e. Bi taybetî jî ji bo zimanê kurdî ku hîn jî bi qedexeyan re rû bi rû dimîne û nebûye zimanê perwerdehiyê.
Wekî din weşanxane pira di navbera nivîskar û xwendevanan de ye. Wan herduyan digihîne hev. Di demên berê de rola weşanxaneyan gelek girîng bû. Belkî di serdema me ya teknolojik de ev rol û misyon wekî bere nîn e, lê dîsa jî cihekî xwe yê girîng heye di parastin û pêşxistina ziman û edebîyatê de.
Zahmetiyên karê weşangeriyê çi ne?
Weşangerî ne karekî hêsan e. Gelek mijûlî, gelek baldarî û herî zêde gelek gelek ked dixwaze. Êca ji bo weşangeriya kurdî ev yek hîn dijwartir e. Weşangeriya kurdî temamî li ser bîr û baweriya xizmeta ziman, xizmet ji bo gel tê meşandin. Heke ev bîr û bawerî nebe, armanc xizmetkirin nebe, zor û zehmetiyên weşangeriya kurdî nayên kişandin. Tiştê weşangeriya kurdî li ser piyan dihêle tenê bîr û baweriye.
Bi taybetî piştî ku ‘Pêvajoya Çareseriyê’ hilweşiya, eleqeya xwendekarên Kurdî ya li ser pirtûkên Kûrdî çawa ye? Her ku diçe baştir dibe an kêmtir dibe?
Piştî hilweşîna pêvajoya aştîyê rastî gelek kambax e. Bi taybetî jî demekê gelek xirab derbaz bû. Niha belkî hinek baştir e, lê dîsa jî ne wekî dema “pêvajoya aştîyê” ye. Wê demê gelek baştir bû. Tabî gelek sedemên vê hene. Wê demê kursên kurdî hebûn, bi dehan sazîyên xebatên kurdî dikirin hebûn. Wekî niha tund û tujî tunebû. Pêşangeh çêdibûn, me dikarî em li bajaran li nava sûkan standan vekin. Dîsa aboriya civakê wê demê gelek ji niha baştir bû. Lê niha ev yek hemû ji holê rabûne. Çend sazî ji nû ve avabûne, lê ne di asta berê de ne. Xwendekar bêje hema tune ne. Astengî gelek zêde ne. Dîsa aborîya civakê gelek xirab bûye. Ev hemû bandoreke gelek xirab li ser eleqeya ji bo kurdî dikin.
Hun weke rêvebirê weşanxaneyekê çi tewsiyeyî xwendevanên Kurdî dikin?
Xwedîlêderketin û parastina ziman bi sloganan û gilî û gazinan nabe. Heke me bivê em zimanê xwe biparêzin û zimanê me jî wekî bi sedan zimanên din winda nebe, divê em zimanê kurdî wekî erkekê kurdbûnê, wekî erkekê welatparêzîyê bibînin.
Em bigihîjin wê bîr û bawerîyê ku zimanê kurdî hebe em wekî milet, wekî kurd hene, ku zimanê kurdî nebe em wekî milet, wekî kurd tune ne. Divê em bi vê zanebûnê nêzîk bibin û lê xwedî derkevin. Û li gel vê zanebûnê em jiyana xwe bikin jiyaneke kurdewar, ango kurdî di hemû merheleyên jiyana me de be. Rojane jiyane me bi kurdî be, dan û standinên me, têkiliyên me, xewn û xeyalên me bi kurdî bin. Ji bo pêkanîna van jî divê em kurdî bixwînin. Divê em li berhemên kurdî xwedî derkevin, wan bixwînin û bidin xwendin. Êca ji bo ev bingeh hemû çêbin hewceye ku em dîroka xwe ya 10-15 hezar salan li ser vê axê baş bizanibin. Dema ku em xwe baş nas bikin, em dîroka xwe bizanin, bixwînin em bibînin ka dapîr û bapîrên me li ser vê axê çi medeniyet avakirine, ka ew tiştên bi destê wan pêkhatine paşî çawa belavî dinyayê bûne, emê wê demê dewlemendî û girîngiya zimanê xwe jî bibînin. Wê demê em bi serbilindî li kurdîya xwe, li dîroka xwe û li welatê xwe xwedî derkevin. Ji ber wê ez dibêjim berî her tiştî divê em xwe nas bikin. Em kî ne, ji kengî ve em li ser vê axê dijîn! Ji bo vê jî divê em dîroka xwe baş bixwînin. Herî kêm dîroka xwe ya 12 hezar salan em baş bixwînin. Bi taybetî jî dîroka ji Sûmeran heta hatina îslamiyetê bo Kurdistanê.
Hun bi xwe jî pirtûkan bi Kurdî dinivîsin. Li gorî we ji bo nivîskarekî Kurd çi zahmetî hene?
Nivîskarê kurd jî ji civakê cuda nîn e. Zor û zehmetiyên civakî bivê nevê bandorê li nivîskarê kurd jî dike. Lê bi ya min nivîskarên kurd hinek teral in. Gelek tişt hene ku nivîskarê kur bi cildan li ser binivîse, lê mixabin nenivîsîye, nanivîse. Mesela li ser komkujiya Gelîyê zîlan, li ser komkujiya Dêrsimê, li ser Enfalê û hwd. Çend roman hatine nivîsîn?! Tune ne. Di gelek waran de diviyabû ku bi sedan berhem bihatina nivîsîn, lê mixabin tune ne. Ez vê wekî kêmasîyeke nivîskarên kurd dibinim.
Zimanê Kurdî di nav ciwanên niha de pir nayê axaftin. Ji bo ku Kurdî nemire, divê Kurd çi bikin?
Rast e nifşê nû gelek ji kurdîyê dûr e. Kurdî her ku diçe di nava civakê de dihele. Meseleya xilaskirina kurdî gelek zehmet e. Xetereya li ber kurdî wisa mezin bûye êdî hin sazîyên kurdî, kesên bi kurdî re eleqeder nikarin pêşiyê lê bigrin. Ev yek bûye meseleyek netewî. Kurdî bi biryarên stratejîk ketiye vê rewşê. Stratejiya helandin û ji holêrakirina kurdî hîn jî wekî berê di merîyetê de ye. Her çiqas rê û rêbazên wê guherîbin jî lê stratejî qet neguherî ye. Ji ber wê jî divê hemû derdorên kurdan, bi taybetî jî hemû partî û rêxistinên kurdan bi stratejîyeke hevpar û radîkal li hemberî xetereya li ser kurdî rawestin. Divê hemû kurd meseleya kurdî pêşiya bîrdozî û baweriyên xwe bigrin. Nexwe kurdî ji xetereyan xilas nabe. Heta ku bîrdozîya partî û rêxistinên kurdan, baweriya wan armanca wan ya yekem be û kurdî piştî wê armancê bê, kurdî ji xetereyê xilas nabe. Divê ji bo her kurdekî parastin û pêşxistina kurdî wekî erkekî neteweyî li pêşiya bîrdozî û bîr baweriya wî bê. Nexwe kurdî dê her û her di vê rewşê de be û dê ji mirinê jî rizgar nebe.
Ev nivîs 210769 car hatiye xwendin.