Kasim Firat: Doza Şêx Seîd dozeke netewî û sîyasî ye...

Kasim Firat: Doza Şêx Seîd dozeke netewî û sîyasî ye...

PeyamaKurd - Bê guman di dîroka Kurdîstanê de yek ji bûyera mezin serhildana Şex Seîd e. Gelo Doza Şex Seîd olî ye, yan dozeke netewî ye? Tevî vê pirsê hê jî cihê gora şehîd Şêx Seîd û hevrêyên wî ji sala 1925an heta niha nehatîye zanîn.

Nevîyê Şex Seîd serokê Komeleya Şex Seîd Kasim Firat, bersiva pirsên PeyamaKurdê yên mijarê dan.

Kasim Firat dibêje; Şex Seîd û rêhevalên xwe gîyanên xwe ji bo dînê xwe û nasnameya Gelê Kurd ji dest dan.

Komelaya Şex Seîd kengî ava bû? Hûn dikarin ji me re behsa çîroka komeleyê bikin?

Komeleya  Şex Seîd û rêhevalên wî ji boy ku bê zanînê  di vê,   dîroka sed salan  de, çi qewimî vê mijarê de çi dokuman û belge hene, ser hildan çawa çêbûye? Heqîqeta mesele çîye? Em ji boy van mijaran dbicivin, bişêwirin, Kurdên ku dixwazin xwedî dîroka xwe derbikevîn em van agahîyan bi wan re parvebikin.  Ev komel di sala 2014 de li gundê Şex Said bi giranî di nav malbatê de zarok, nevî, birazî û hemû endamên malbatê ên li Dîyarbekîr, Bingol û ên gund/ qolhisar Gundek Hinusê beşdar bûn…

Prensiba me ew bu ku; ev komel ji derveya sîyaseta rojane bi giştî sîyaseta Kurdên li hember zilm û zordestîyê disekinin bi wan re dost û heval bin. Bi fermî bi tu siyasete kî re xebat nekin. Ango di ban banê sîyasetê de nebin. Me  bi vê avayê biryar girt… Dawîya sala 2014 de jî me çu li Dîyarbekrê mirecaet kir. Ji bilî endamên malbatê hîn kesên derveyî jî beşdar bûn. Malbatên rê hevalên Şex Saîd û hinek kesên qelemşor, sîyasetmedar ew jî beşdar bûn. Di sala 2014 de pevajo jî hingê miseîd bû. Miraceeta me hat qebul kirin. Me komela xwe li Amadê saz kir. Mebesta me jî ew bû ku; mesela Şex Seîd û rêhevalên wî ên vê sedsalê de doza wan çi bû? tevger û heqîqetên kurdan çi bûn em wan binin rojevê û bi civaka kurdan ve parve bikin…

Ezbenî  Şex Seîd û rêhevlên xwe di sala 1925 de  ji hêla Devleta tîrk ve hat şehit kirin. Ji  wê demê de hê cihê mezerên wan  nehatîye ditin. Û ev mijar herdem di rojeva gelê Kurd de bûye. Hûn weke Komela Şex Seîd li ser vê mijarê xebatek çawa dimeşînin?

Mesela Gora Şex Seîd, me ji boy ditîna cihê mezer bi malbatî  mireceet kiribû.  Birayê min kek Diyaddîn wî fermî ji wezareta hûndir pirs kir. Ji wezareta dadê pirs kir. Ji meclise pirs kir. Wan tu bersivek nedan. Gotin eleqeya me pê nîne. Em muezef nînin ku di vê mesele de bersiva we bidin. Ango me tu bersivek erenê negirt. Sala 2019 de komela me civîya. Bi tevê deh panzdeh sazîyên mafên mirovan ve li Amadê em hatin bal hev. Me komîsyonek saz kir. Biryara me jî ew bu ku; em di mesela hiquqa nav netewî de, di hiquqa eran dinav Tirkan de û di wijdana mirovan de em vê mesele binin rojevê.  Doza  xwe binin ziman. Me erkên hevalan texsîm kir. Di nav komisyonê de parêzer hene. Sîyasetmedar hene. Qelemşorên Kurdan hene. Teqrîben panzdeh komel û şexis beşdarê vê komîsyonê bûn. xebata me jî hê berdewam e. Em boy ditina mezerê Şex Seîd û rêhevalên wî dewe dikin. Û hemû kesên ku di vê sedsalê de şehîd ketine û cihê gorên wan ne nedîyar e û kes nîzane li ku ye an jî dizane nikare fermî bine ziman emê vê dozê binin rojevê.  Û rojeva cihanê jî ya Tirkiyê jî lewre ev zilme, neheqîye, hovtîye, tu mirovekî sed sal berê şehit dikî û bê hiquq tu mezarê wî jî nadî warisê wî. Helbet bi tevê termê Şex Seîd em wek malbat eşyayên Şex Seîd ên taybet jî dîxwazin. Weke tizbî, berçavk, hinek zêr û qelema wî em wan jî dîxwazin. Ew mal û milken li ser Şex Seîd ên wê demê ku dewrê hezînê kirine em wan jî weke malbat dixwazin.

Hûn wek komela Şex Seîd bi partîyên sîyasî re tu xebatên hevpar dikin gelo?

Weke tê zanîn Şex Saîd û doza wî ji xwe siyaset e. Giranîya wan di sîyaseta Kurd û Kurdîstanê de heye. Çawa ku me got di damezrandina komelê de weke prensip me got em nakevîn bin banê tu siyasete kî. Û bi fermî bi sîyasetê re eleqedar nabin. Em xabetek sîyasî nakin. Lê belê, komela Şex Saîd pêwendîyê wî bi hemû sîyaseta Kurd Û kurdîstanê ve heye. Di Rojava, Başûr, Rojhilat û Bakûr de jî nêrînek xwe heye. Xwedî wê mafê ye ku nêrîna xwe jî bêje. Ji boy yekîtî û tesîsa heq û edelata jî divê k udi nav Kurdan de pêwendîyê wî hebe û nêrînên xwe bine ziman. Kurd jî heqê wan ew e ku; divê hemû partî û kesayetên yên kurdan jî guh bidin misyona Şex Seîd.  Ji  ber ku misyona şex Seîd û rêhevalên wî di mesela Kurdan de samîmîye û bedelek giran daye. Berê hertiştê hereketeke netewîye. Helbet alîyêyek wê doza ya olî jî heye.  Dîndare li gel wê yekê neteweperest e. li hiquqa xwe û ya gelê xwe xwedî derketîye. Hember vê têkoşînê jî bi mal û canê xwe ve daye. Armanca me jî ew e em wê mîsyonê bidomînin. Eleqeya me bi tu partîyek sîyasî ve tune bes em li wan jî xwedî derdikevîn. Dema me komel damezrand em çûne başûr, çûne rojava, çûne rojhilat û li bakûr me bi hemû hizbên sîyasî ve têkîlî darxist.  Û me bi wan re nêrînên xwe parvekîr. Bê îstîsna giştî nêrînên me pejirandin. Pişt girî dan me û gotin ev komel boy me serbilindîye.  Şerefa Kurd û Kurdistanê ye em li gel we ne. Înşella em wek komela Şex Seîd  heta dawî weha bê alî bisekinin.

Ezbenî min ji gotinên cenabê te wîsa fêm kir ku tu dibêjî: “Doza Şex Seîd û Rêhavalên wî ne tenê dozek ku hinek kes dibêjin; dozek olî ye. Di heman demê de ev doz dozek neteweperwerîye” ?

Belê helbet doza Şex Seîd netenê dozek dînî ye. Doza Şex Seîd di heman demê de dozek netewî ye jî. Yanî sîyasîye. Pêwendîyê Şex Seîd bi tevgera cemîyeta azadî ve heye. Gelek rêhevalên Şez Seîd kesayetîyên sîyasedmader û welatparêz in. Em dikar in bejin doza Şex Seîd bi giranî dozek siyasiye. Divê şik ev rastîya bê zanîn. Gelek belge jî hene. Hûn bixwazin em dikarin wan jî binîn ziman. Lewre ev e midefea heqê gelê Mezlûm e. Ez anektotek ji we re bêjim; Seîd Elçî hebû. Sekretere partîya demokrat. Mirovek hêja bû, welatparêz bû. Şexsîyetek sîyasî bû.  Teqrîben di sala 1967 de hate bal Şex Elîriza efendî, Sex Elîrîza efendî jî teorîsyenê doza Şex Seîd bû. Birêz Elçî ji Şex Elîriza hinek tişt pirsî. Ji wan pirsan yek jî ev bû: “Gelo doza Şex Seîd çima biser neket? Şex Elîriza efendî bi vê gotinê gelek aciz bû. got: Seîd hûn şaş in. doza me biserketîye. Em muafeq bûme. Di xale vê tiştê hene yek; ew e ku, ew mirovên ku piranîya wan mirovên kamil bûn. mirovên muhterem bûn. morovên olperest bûn. yek ji wan morovan ji boy mal û milkê xwe ji boy namusa xwe ji boy şerefa xwe ji boy dine xwe ji boy zimanê xwe bûn şehîd. Lewre kesên di vê rê de serê xwe bide dibe şehîd. Ev yek. Ya duyemîn jî; ew bû ku,  ger serhildana  Şex Seîd û rêhevalên wî nebûya, ew  zagonên rejima Mîstefa Kemal ya dagirker hatibûn qebûl kirin di wan zagonan de heqê jîyîna miletê kurd tune bû. zimanê wî tune bû, nasnameya wî tune bû. Ewna giştî di zagona 1924 de ji holê rakiribûn. Li gor wê zagonê kurd tune bûn. me çi kir? me  desten axa, destê şexan, , destê xwendewanan, destê gundîyan, destê elewîyan û çiqas terîqet û eşîret heb in me destê wan da hevdu. Û xwîna wan bi hev re hat rijandin. Me mesele ji asta îdeolîjîyê derxist me anî asta netewî. Yek sinifek netewî hate holê. Destê Xalit begê Hesenî, destê Xalit begê Cibrî destê Çerkez ( ew jî yekê elevî bû )û desten gelek mirovên ji hev cuda dan hev. Mesel bû meseleyek netewî. Ev jî helbet serkeftine. Ger me wîsa nekira îro tu tune bû. Wa tu heyî. Û tu doza seroktî dikî. Tu layiqî” Ev jî nîşandeya vê yekê ye ku ev doza dozek netewîye. Şex Seîd û Rêhevalên xwe gîyanên xwe, ji boy dînê xwe û ji boy nasnameya gelê kurd bi dest dane.  

Cenabê te berî niha di HDP’ê de bibû namzetê  parlamenteriya Erzeromê. Di hilbajrtina bê de dizwazî dîsa bibî namzed?

Belê rast e ez bûm namzet, ger ez şaş nebim, 2018 de meha  gulanê de lê berê wê jî min anîbû ziman ku niyeta min ya şexsî ku têkilê sîyasetê bibim tune. Min ev jî li ser medya civakî dîyar kiribû. di hevde mehê de çend heval ji partîyê hatin mala min, j imin re gotin em dixwazin hûn div ê hilbijartinê de bibin namzet. Wan di nav partîyê de civîn çêkirine biryar dane ku pêşnîyara xwe j imin re bêjin. Min jî li ser vê yekê ji wan re min got ez nabim namzed. Ger ez bibim, şertê min heye. Gotin çîye ew şert? Min got; du birayên min hene. Ger wan serîlêdabin boy min eve etîk nine ku ez bibim namzed. Ger vê yekê hûn çareser bikin, ji wan re bibêjin. Ya  dûyemin jî min got; divê ez bi hevalên xwe ên komelê re goftigo bikin ji wan jî bipirsim. Nêrînên wan çîye û çi nîne? Di bist û yekê mehê de gotin me pisgirêka birayên te çareser kirîye. Wan jî qebul kirine. Ji ber vê yekê tu astengî dernakeve. Ez bi hevalên xwe ên komelê şêwirîm heft hevalên di komisyona me de beyî min li hev civiyan bi hev re guftogu kirin yek ne tê de her şeş heval pişgirî dan min. gotin tu mehsur tê de nîne bibe namzed. Wê ji boy gelê kurd û sîyaseta kurdî jî baş bibe. Di bist û çare mehê de hatin bal min min ewraqên xwe çêkir û ez çûm partîyê rastî partî gelek j imin re îltifat kir. bist û çare mehê de ez bûm namzed û pêdivî pê hebû. Ez jî bûm xwedî wê bawerîyê ku rastî bi min îhtîyacek heye. Me li Erzurîmê xebata xwe jî kir. helbet hinek kêmasîyên min û ên partîyê ji boy xebatan jî çêbû. Mixabin  di malbatê de jî div ê mijarê de yekîtîyek çênebû. Mesele hat vê astê me qezenc kr lê ji berk u îtîfaq hebû di îtîfaqê de me wenda kir.

Tu polîtîka HDP çawa dinirxînî?

Rastî ez baş nizanim ji ber ku ez di nav partîyê de nînim. Dostê wan im, lê di nav karê wan ên navxweyî de nînim. Zêde dan û stendînek min jî li gel wan nîne. Lê belê gelek mirov ji êndamê partîyê mexdur bûne. Gelek kesên berbiçav ên di nav gel de tên nasîn û hezkirin, hatine binçavkirin an jî di girtîgehê de ne. Hinek ji wan çûne derveyî welat. Serî pelixandine derb lêxistine.  Gelê kurd di nav zilma dagirkeran û zilma hikumatê de kerhen be jî piştgirîya partîyê dike. Lê di sîyaseta partîyê de hinek sistayî çêbûye. Hevîdarim ku wê rast bikin. Wê baş bibe ji boy gelê kurd. Divê bê zanîn HDP bi keda gelê kurd hebûna xwe domandîye.  Tevên şaşîyên xwe ve tevê ku bi çepgirên tirkan re îtîfaq çêkiribin jî kesên hatine kuştin û mexdur bûne gelê Kurd in, bawermend in, welatparêz in. bin dest in, Kurd in û Kurdistanîne. Ji ber xatirê wan bedelên ku hatîye dayin divê mirov ji wan re rêz bigre. Lê mebesta min ew e; ez dibêjim Kurd, bila bibin yek li hevdu  xwedî derbikevin. Bi dad bi hiquq bin. Hiquqên hevdu bila bizanbin. Yek ya din bila nepelixîne. Pêwistiya kurdan îro bi yekîtîyek adilane heye. Ev yeka heta ku nebe em tu car rehetî nabînin. Dijminên me gelek bêînsaf in û gelek xwînxwar in. di her çar perçê Kurdistanê de ji wîsa ye. Cîhan jî li hember Kurdan gelek bê înasaf in. divê em kurd hesabê xwe baş bikin. Kedir û qiymetê hvdu bizananibin. Dîroka wan heye zimanê wan heye çanda wan heye. Kurd milletek piçûk nin in.

Gelo rewşa pisgirêka Kurd li Tirkiyê çawa ye û ji vir şûn de wê ber bi ku ve biçe?

Ez bi vê bawer im pisgirêka kurdan heq e.  bi çi şîweyê dibe bila bibe rojekê dê biserbikeve. Xweda di Quran’a pîroz de jî gotîye:  “Heq miheqeq û miheqeq bi ser dikeve”. Ji ber ku batil neheqî bê hiquqî, mehkumê çûyînê ye. Kurd heq in.  Di rojhilat de, di mezopotamyayê de, dewelatê wan heye. dîroka wan heye, çanda wan heye. Ziamanê wan heye. Îtîfaqa ziman heye. Tu carek jî, ji welatê xwe derneketine. Hezkirîyê welatê xwe ne. Ev e heqeke. Emperyalên dinyayê û hesabên dagirkerên Kurdan bê însafî  û bi şiklek hovîyane welatê kurdan perçe kirine. Niha jî dixwazin ku van perçeyan bi dagirkerî çawa dirêj bikin û bidomînin. Ev dê rojekê bidawî bibe. Tu şik divê de nîne. Rastî mesela Kurdan di astek gelek baş de ye. lê belê em tune ne. Em li xwe xwedî dernakev in. Em li huquqê hev re hurmet nakin. Em din av xwe de b idadî tevnager in. Mesela kurdan îro ketîye rojeva dinyayê. Û hesabê dinyayê jî êdî mecbur e li ser hiquqê kurdan çareserîyek adil bibine. Ji ber ku dinya û rojhilat aramîyê bibine. Ez xweşbînim. Lê wekî min got kêmasî di me de hene. Sîysetmedarên kurdan partîyên kurdan divê dev ji berjewendîyên xwe ên şexsî berdin. Bila ji boy wan pisgirêka kurd bibe xala yekemin. Li ser vê xebat bikin bi hev bişêwîrîn. Divê em qedrê mirovên xwe ên bi qiymet bizanibin. Divê em ji zimanê xwe re, ji çanda xwe re rêzdar bin. Ger em van hemûyan binin bal hev, înşella gelê kurd wê bi serkevin. Pisgirêka kurdan bûye pisgirêkek navnetewî. Dinya li vê pisgirêkê xwedî derdikeve.  Lê  gelê kurd hê jî li xwe xwedî dernaekve. Lewre ez dibêjim misyona Şex Seîd ew ruhê di 1925 de bi şez seîd û bi rêhevalên wî ve hebûn divê gelê kur dli ser vê bingehê xebat bikin.evê minak bigrin û pêşve bbin. Ev ji boy hemû gelê kurd xilasîye. Di vê rihê de neteweperwerî heye, oldarî heye. Exlaq heye. Kurdewarî heye.

Gelek spas ji bo ku we pirsên me bersivandin.

Ez gelek spas dikim û bi wesîla we jî hemû gelê kurdistanê silav dikim. Bimînin di nav xêr û xweşîyê de.

Ev nivîs 210980 car hatiye xwendin.