M. Saleh Qaderî: Eger Kurd yekrêziya xwe pêk bînin, derfetên mezin li pêşiya me ne

M. Saleh Qaderî: Eger Kurd yekrêziya xwe pêk bînin, derfetên mezin li pêşiya me ne

PeyamaKurd - Serkirdeyê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDK-Î)  M. Saleh Qaderî beşdarî bernameya Zeynep Cager ya li ser NetewTVyê bû. Qaderî li ser xebatên HDK-Îyê û hevbendiya wê bi prtiyên din ên rojhilatê re û rewşa koronayê axivî û girîngiya yekrêzî û xweparastina netewî kir.

M. Saleh Qaderî diyar dike ku amarên ku rejîm dide ne rast in û belkî 10 qat zêdetir nexweş û  mirî hene, ji ber wê yekê jî xelkê me yê rojhilatê Kurdistan xwe bi xwe tevdîrên xwe werdigire û xwe diparêze. Xelkê me yê dewlemend jî alîkariya feqîr û belengazan kirin.

M. Saleh Qaderî diyar dike ku Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDK-Î) yek ji partiyên kevnar ên rizgarîxwaz a li Rojhilatê Kurdistanê ye. 75 sal e û heta niha ji bo rizgariya Kurd û Kurdistanê kar dike û wiha berdewam dike: “HDK-Î Ji aliyê pêşewayê nemir Qazî Mihemed ve hatiye avakirin û Komara Kurdistanê li ser destê Qazî Mihemed û (HDK-Î) hatibû damezirandin. Piştî Qazî Mihemed, Evdirehman Qasimlo 40 salan hem li hemberî rejîma Şah û hem jî ya Komara Îslamî ya Îranê ya Xumeynî têkoşîn daye. Dr. Qasimlo di sala 1989an de li Awistiryayê, li ser maseya danûstendinên ku dixwest ji pirsgirêka Kurd rêyeke aştiyane were peydakirin, bi plana rejîma Îranê hat qetilkirin. Paşê Dr. Sadiq Şerefkendî di serokatiya partiyê de cî grit û 3 sal şûnde ew jî ji aliyê terorîstên îranî ve hat terorkirin. Çi di serdema Şah û çi jî di serdema Komara Îslamî de rejîma Îranê dijayetiya mafê gelê Kurd kiriyê û ji xebata HDK-Îyê ditirse û ji ber wê jî şîdet û terorê li hember gelê Kurd û serokên Kurd bi kar tîne.”

‘Rejîma Îranê ber bi rûxanê ve diçe’

Qaderî diyar dike ku rejîma Îranê li dijî tevgera rizgarîxwaz a Kurd li Rojhilata Îranê fetwaya cîhadê dane, “Li gorî vê fetwayê cîhadê leşkerên Îranê êrîşî Kurdistanê kirin û bêyî ku rehmê li kesî bikin zarok, jin, îxtiyar kuştin. Heta niha 50 hezar hezar xelkê me yê rojhilatê Kurdistanê ve bi destê rejîma Îslamî ya Îranê ve bi terzên cuda cuda hatin kuştin. Di nava xebatê me de jî, zêdetirî 6 hezar kadroyên Pêşmerge, rêber, serkirdeyên berengariya êrîşên Îranê dikin. Li hemberî hizba me û gelê me çi plan bêne pêşxistin bila bên hêza me roj bi roj xurttir dibe. Em wekî HDK-Îyê bi 4 partiyên rojhilatê bi navê Hevbendiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê hevbendiyek çêkir û li gorî wê hevbendiyê em di warê dîplomasî û di warê xebatên rêxistinî ya di nava gel de gotubêjan dikin. Em li ser wê yekê difikirin ka çawa em dikarin planeke mezin pêş bixin da ku li hemberî planên rejîma îranê gelê xwe biparêzin.

Ji aliyê din ve em hewil didin bi gelê rojhilatê Kurdistanê re xebatên xwe bipêş bixin. Bi vê mebestê em bi pariyên hevbendiyê re di civînan li dar dixin, platformên hevbeş çêdikin. Her wiha bi belûcî, ereb, tirkmen û azeriyan re jî danûstendinan dikin. Rejîma Îranê ber rûxanê ve diçe. Li gorî em di nav tevgereke nû de ne. Gelê me jî di nava tevgereke xwe rêxistinkirineke berfireh de ye. Rêxitinên jinan, çandî, jîngehparêzî û kultûrî bi pêş dikevin.”

‘Îran li hemberî virusê tevdîrên pêwîst wernegirtin’

Serkirdeyê HDK-Îyê balê dikşîne ser rewşa koronayê û diyar dike ku rejîma Îranê li hemberî virusa koronayê tevdîrên pêwîst wernegirtine û amaje dike ku rêjeya haletên tûşbûyî û qurbaniyan zêdetir e: “Metirsiya koronayê ne tenê ji metirsiyeke li ser însanan. Zirarên wê yên li hêla însanî ve li hêleke kêm-zêde zirar gihandiye hemû civata navdewletî. Lewma jî hewcedarî bi sîstemekê dadperwer heye. Ev nexweşî pirseke aborî û siyasî bi xwe re tîne. Ne sîstemê lîberalî û ne jî yên dîktatorî şayanî rêvebriyê nîne . Rejîm di vî warî de tevdîrên pêwîst wernagire. Ji ber tevdîrên lawaz gel ket nava tengasiyeke mezin. Li gorî amarên ku rejîm dide. Amarên ku rejîm dide ne rast in û belkî 5 qat 10 qat zêdetir nexweş û mirî hene. Ji ber wê yekê jî xelkê me yê rojhilatê Kurdistan xwe bi xwe tevdîrên xwe werdigire û xwe diparêze. Xelkê me yê dewlemend jî alîkariya feqîr û belengazan kirin. Bersiveke erênî da partiyê rojhilatê Kurdistên û me ew bijîşk û perestarên ku alîkariya xelkê kirin wekî Pêşmergeyên Spî danîn.”

Qaderî di berdewamiya axaftina xwe de, da zanîn ku gelek keç û xortên rojhilat dixwazin tevlî nava hêzên wan bibin û ew jî pêşwazî li wan dikin, “Gelek keç û xortên rojhilatê yên di bin zilm û zordariya rejîma Îranê de ne dixwazin di milê Pêşmerge de tevlî xebatê bibin û em pêşwazî li wan dikin û wan perwerde dikin. Cilên Pêşmerge yên pîroz li xwe dikin û çeka şerefê hil didin û bo pêşeroja xwe dixebitin. Her diçe xebatên me bipêştir dikevin.”

'Îran di krîzekê de ye û piştgiriya grûpên terorîst dike'

“Îran hem li navxweyî û hem jî qada navnetewî de di krîzekê de ye. Ew piştgiriya grûpên terorîstî dike. Ji bo çekên atomî kar dike û bi hinceta êrîş û dorpêçên Amerîka di krîzeke mezin de ye. Li hember vê yekê zextên xwe zêdetir dike, girtin û bidarvekirinê zêde dike ku  ew girtî û kuştî zêdetir Kurd in. Mixabin roj nîne ku di zîndanan de hikmê bidarvekirinê bi ser kurdekî me de neyê sepandin. Li hemberî vê rewşê di pêşerojê de, di hemû qadên jiyanî de wê serhildan û berxwedanek were rêxistin.”

“Em li hemberî vê yekê hemû amadekariyên xwe dikin û me navê Pêşmergeyên xwe nekiriye Pêşmergeyên Hizba Rojhilatê Kurdistanê, Me nav lê kiriye Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û li gorî armancên netewî tevdiger; Ala wan ala Kurdistanê ye, sonda xaka û Kurdistanê û xwîna şehîdên Kurdistanê ye û xebatan ji bo tevahiya neteweya Kurd e.”

‘Ji bo xweparastinê divê em nêzî hev bibin’

Serkirdeyê HDK-Î balê dikşîne ser yekrêzî û hevbendiyê û di dirêjahiya axaftina xwe de dibêje ew ji bo yekrêziya xebatan dikin. “Ew yekrêzî ku bikare di çarçoveya hevbendiyekê de îfade bike. Ew nêrîn ji bo xizmeta netewî bibe nêrînek, bi rêya diyalog û hevqebûlkirinê me dest pê kiriye. Niha di vê hevbendiyê de 4 partiyên rojhilat hene lê em hewil didin ev hevbendî berfirehtir û pêşketîtir bibe da ku bibe sîwanek bo xebata pêşerojê li rojhilatê Kurdistanê. Ji bo xweparastinê divê em nêzî hev bibin û gelê me jî vê ji me dixwaze. Kesên ku hevbenî û yekrêziyê nexwazin paşêrojê dê li hemberî gelê şermezar derkevin û dîrok jî berpisayetiyê li wan dixwaze.”

Eger Kurd yekrêziya xwe pêk bînin, derfetên mezin li pêşiya me ne’

Qaderî destnîşan dike kurd û herêma Kurdi li cihekî stratejîk e û bi saya van guhertînên dawî û vê nexweşiyê dê derfetên baştir çêbibin bo her çar perçeyên Kurdistanê: “Erdnîgarî û pêgeh û jeopolîtîkaya Kurdistanê gelekî stratejîk ya dinyayê ye. Reqabet û hevrikiya Amerîka û Rûsya, welatên erebî û Îranê, aliyên din û Tirkan, hemû bi piranî li ser xaka Kurdistanê diqewimin. Ji ber wê jî ev alozî çiqasî dewam bike, wê derfetên mezin derxîne. Eger Kurd yekrêziya xwe pêk bînin û li ser xetên we yên netewî rawestin em bawer dikin ku derfetên mezin li pêşiya me ne. Sistemên dagîrker roj bi roj êdî lawa dibin; rejîma Îranê ber bi rûxanê ve diçe, Iraq tevlîehv e û metirsiya DAIŞê û nakokiyên kûr hene, li Sûriyê rewşeke aloztir heye. Mixabin li bakurê Kurdistanê valahiyeke mezin çêbûye di xebata netewî de lê em bawerin nifşê nû, ciwanên me lêvegerk dane destpêkirin û ev lêveger gelekî girîng e. Ji ber ku em Kurd in û Krudistanî ne em bûne armanca tinekirin û kuştinê.”

'Têkiliyên me li ser esasa parastina berjewendiyên Kurd û Kurdistanê ne'

Qaderî li ser peywendiyên wan û Herêma Kurdistanê jî wiha axift got Têkiliyên  me bi hemû partiyên Kurdistanî re hene, “Hewla me ew e ku têkiliyên me bi hmû hizb û partiyên Kurdistanê re dostane be. Eger nêrînên cuda hebin jî em dixwazi bi rêya diyalogê nêzî hev bibin û çareser bikin. Têkilî û dostaniyên me li ser esasa parastina berjewendiya Kurd û Kurdistanê ye. Rêz û hurmeta me jî her aliyî û partiyê re heye û em dest naxin nav xebatên wan. Parastina xweseriya siyasî û netewî bo me esas e. Di vê çarçoveyê de me karî têkiliyên baş deynîn, bi taybetî bi partiyên Herêma Kurdistanê re. Em bi hemû êş û janên başûr hevbeş bûne. Em û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hev re alîkar bûne ne ku em ji hev re bibin serêşî . Têkiliyên me bi hemû partiyên Kurdistanê re hene û ew têkilî baş û normal in û em nahêlin ku ev têkilî aloz bibin nû bibin sedem ku dijmin pê kêfxweş bibe.”

Ev nivîs 210879 car hatiye xwendin.