Mesrûr Barzanî: Mayîna Amerîka û Hevpeymaniyê gelekî girîng e

Mesrûr Barzanî: Mayîna Amerîka û Hevpeymaniyê gelekî girîng e

PeyamaKurd - Rojnamevanê naskirî Marc Perelman ji bo televizyona France24 a Fransayê, bi zimanê îngilîzî hevpeyvîneke taybet bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re pêk anî ku bi zimanên Îngilîzî, Fransî û Erebî hat belav kirin.

Serokwezîr Barzanî di vê hevpeyvînê de ronahiyê dixe ser guhertin û pêşhatên dawî yên li Iraqê, herêmê û karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybet jî proseya reforman û rûbirûbûna gendeliyê.

Kurdîya hevpeyvînê ku ji aliyê Kurdistan24ê ve hatiye amadekirin wiha ye:

France24: Birêz Serokwezîr, dixwazin ji rewşa Bexdayê ve dest pê bikim, çend meh in xwepêşandan berdewam in û niha serokwezîrekî nû hatiye raspardin ku Mihemed Alawî ye. Herwiha daxwaza hilbijartinên pêşwext tê kirin. Nerîna te li ser rewşa niha ya Bexdayê çi ye?

Mesrûr Barzanî: Em dibînin ku rewşa niha ya Bexdayê, ji encama wê hikumraniya xirap e, ku ji 15 – 16 salên bûrî ve heye. Piraniya niha xwepêşan didin û rojane têne ser kolanan, daxwaza encamdana çaksaziyê û rûbirûbûna genedeliyê û hikumraniya baş dikin. Em jî piştgîriya temam li wan daxwazên rewa yên xelkê dikin. Lê ligel wê jî, hin caran ecindeyên siyasî pê re têkel dibin, vî jî rewş aloztir kiriye. Di rastiyê de Serokwezîrê berê birêz Adil Ebdulmehdî hemû hewlên xwe dan, lê mixabin ji aliyê siyasî ve piştevanî lê nehat kirin, ta encindeyên xwe bicih. Bi nerîna me, ew li hember hemû pirsgirêkên welat ne berpirsyar e, hêvîdar im jî ku serokwezîrê nû yê raspardeyî birê Alawî piştevaniya zêdetir a xelkê û aliyên siyasî jê re hebe û serkeftî be.

France24: Daxwaza hilbijartinên pêşwext tê kirin, herwiha Ayetulah Sîstanî jî piştevaniya wê dike. Ma hûn jî daxwaza vê pêşniyazê dikin, ta bizanin Iraqî dixwazin welat bi çi arasteyekê ve bibin?

Mesrûr Barzanî: Her tişt piraniya gelê Iraqê pê re be. Em jî piştevaniyê lê dikin. Lê her tişt ne tenê girêdayî hilbijartinan e, belkû girêdayî tevahiya sîstemê ye, ku ew cihê nîgeraniyê ye û divê ew nîgeraniya me li ber çav were girtin. Divê Hikûmeteke giştgîr û firehalî hebe û nûnertiya xelkê bike, ji ber wê divê hilbijartin jî di vê çarçovê de be.

France24: Heger ew tişte rû nede, pêşbîniya rûxandina dewleta Iraqê tê kirin?

Mesrûr Barzanî: Di rastiyê de nizanim, hêvîdar im wiha nebe. Hêvîdar im çareseriyek di berjewendiya vî xelkê pir êş dîtine de hebe.

France24: Pir behsa vekişandina hêzên Amerîkî ji piştî kuştina Generalê Îranî Qasim Suleyman tê kirin, li gor têgihîştina me, hûn piştevaniyê li vekişandina hêzên Amerîkî nakin, hûn dibînin ku piştî çend hefteyan hêzên Amerîkî nenakişin? Yan ewê vekişandin û hûn jî ji vê nîgeran dibin?

Mesrûr Barzanî: Amerîka û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li ser daxwaza fermî ya Hikûmeta Iraqê li Iraqê ne. Ew gelekî alîkarî bi hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge re di şerê li dijî DAIŞê kirin. Ji ber wê em di wê baweriyê de ne, mana wan pêwîst e, ji ber ku DAIŞ hîn metirsiyeke mezin e û bi tavahî jinav neçûye. Karîna DAIŞê ya xwebirêxistinkirin û êrîşkirinê heye, li cend cihan jî êrîş kirin. Bêgûman ew biryareke tekalî bû ji aliyê Parlemana Iraqê ve û di biryara xwe de bilez kirin. Hêvîdar in rêçareyek yan mîkanîzmek hebe, ku her du hikûmeta Iraqê û hêzên Amerîkî û Hevpeymanan bê razî bin, ji bo hêzên Amerîkî û Hevpeymanan li Iraqê bimînin, ku mana wan gelekî girîng e.

France24: Piştî êrîşa Amerîka ku bû sedema kuştina Qasim Suleymanî û piştre jî bersivdana Îranê, ku binkeyên Amerîka û welatên Hevpeymanan armanc girt. Niha Amerîka behsa anîna sîstema dijemûşekan Patriot dike. Ma di wê derbarê de axaftin bi we re hatiye kirin? Hûn ligel wê ne ew sîstem bê danîn, ta ew êrîş dubare nebin?

Mesrûr Barzanî: Belê axaftin li ser danîna sîstemeke berevaniyê li vir hebû, ew jî li benda guftûgoya bi hikûmeta Iraqê re ne, ji bo moletê werbigirin.

France24: Hûn pêşwaziyê li danîna vê sîstemê dikin?

Mesrûr Barzanî: Belê, lê dubare dikim, ev biryar girêdayî Bexdayê ye. Em ne li dijî wê ne.


France24: We amaje kir ku DAIŞ mijûlî xwerêkxistinê ye, nûnerê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ragihand, hîn nêzîkî heştdeh hezar çakdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê hene. Ma nerîna te li ser wê hejmarê çi ye? nirxandina we ji vegera DAIŞê re çi ye?

Mesrûr Barzanî: Gelekî zehmet e hejmareke rast û durist bidim. Lê zanyariyên me hene ku hejmara çakdaran nêzîkî wê hejmarê ye. Wate, heştdeh hezar, yan zêdetir. Lê dkarim bibêjim, bi dilniyayî niha hejmara endamên DAIŞê ji hejmara berî sala 2013an, berî êrîşî ser Iraq û Sûriyê bikin û xîlafeta xwe rabigihînin zêdetir e. Ji ber wê, egereke mezin heye ku DAIŞ careke din serê xwe hilbide û hêsanî jî dikare xwe birêk bixwe û xelkekî nû jî ber xwe ve bikişîne. Ji ber ku tevahiya sedemên ku hîştina DAIŞê derkeve, hîna hene û hevahengiyê xelkê bi DAIŞê re maye. Wek nimûne, aramiya siyasî nîne, geşepêdana aboriyê nîne, aramî û ewlehiya bihêz jî nîne. Ev bûn sedem ku grûpên teroristî derkevin. Bêgûman ligel nebûna fakterên ku me behsa wê kirine, egerekî mezin heye careke din vegerin, heger rûbirûbûna wê bi awayekî bihêz ji aliyê hêzên Hevpeymanan û hêzên navçeyê ve neyê kirin.

France24: Wek we amaje pê da, niha Hevpeymaniya Navdewletî operasyonên xwe li dijî DAIŞê destpê kirine, piştî ku demekê rawestandibû. Ma hûn li benda roleke zêdetir ji Hevpeymaniya Navadewletî dikin, tu bi xwe jî tu yê li Konferansa Asayişê li Mûncihenê amade bibî, ma hûnê bi civaka navdewletî re bibêjin ku hûn wek tê xwastin kar nakin?

Mesrûr Barzanî: Bêgûman. Divê bi tundtirîn awa rûbirûyî DAIŞê bibin, lê niha ew zehmet e, ji ber ku niha ti rûberek di destê wan de nîne wek berê. Ji ber wê niha pêwîstî bi hevahengiyeke serbazî û hewlagîrî heye û divê bizanin ku ew li kû ne û piştre bi kirdarî rûbirûyî wan bibin.

France24: Te behs kir, ku pêwîst e hevahengî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî li Bexdayê hebe, bi taybet li navçeyên nakokî li ser hene, diyar e valahiyeke ewlehiyê ji encama nebûna hevahengiyê di navbera we de heye, bi taybet li navçeyên Sunenîşîn, yên DAIŞ tê de bihêz bû.

Mesrûr Barzanî: Ev yek ji wan xalan e ku bi Bexdayê re me guftûgo li ser kiriye û me pêşniyaz kir, ku divê hevahengiyeke baştir di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de hebe, bi taybet li navçeyên cihê nakokiyê ne. Ji ber ku niha valahiyeke ewlehiyê heye, ew jî bi sedema girjiya ku ji piştî sala 2017an ve çê bûye. Divê ev navçe bêne parastin û em pêşniyaz dikin ku hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê, vê valahiyê dagirin û bi mîkanîzma hevahengiya hevbeş ya berê hebû kar bikin, ta careke din DAIŞ nikaribe li wan navçeyan tevgerê bike.

France24: We pêştir behsa êrîşa li Îranê kir, berî mehekê û piştî kuştina Qasim Suleymanî, ev biryareke baş bû ji aliyê Amerîka ve? Hûn pêşwaziyê li wê biryarê dikin?

Mesrûr Barzanî: Ev biryareke Amerîkî bû. Nikarim bi navê Amerîka biaxivim.

France24: Piştî wê bûyerê ti gef ji aliyê Îranê ve li we hat xwarin, yan we bi Îranê re guftûgo kir, ji bo girjî durist nebe?

Mesrûr Barzanî: Em her hewlekê didin ji bo ji wê girjî û aloziyê dûr bin. Îran Cîrana me ye û pêwendiyeke me ya baş bi Amerîka re heye û hevpeymana me ye, naxwazin ew girjî zêdetir bibin, yan rûbirûbûn rû bide. Em bi bawer in ku divê hemû alî hewla aramkirina rewşê bide.

France24: Bi nerîna te rûbirûbûna serbazî di navbera Amerîka û Îranê de dûr e?

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im ti şerek rû nede, ji ber ku dê ne di berjewendiya ti aliyekî de be, bi taybet di berjewendiya xelkê de nabe. Em gelekî ji girjî û aloziya rewşê nîgeran in. Ji ber wê hêvîdar im her aliyek hewla çareserkirina pirsgirêkan bide.

France24: Nerîna we li ser axaftinên vê dawiyê yên Emîndarê Giştî yê Hizbulah Hesen Nesrula çi ye, ku gotiye sala 2014an dema DAIŞ ji Hewlêrê nêzîk bûye, bavê we Mesûd Barzanî ku wê demê Serokê Herêma Kurdistanê bû, daxwaza hevkariyê ji Qasim Suleymanî kir û Serokê Herêmê jî gelekî nîgeran bû ji bo hevkarî pê re bê kirin. lê Nesrula ji helwesta serkirdatiya Kurd li hember kuştina Qasim Suleymanî nîgeran bû, hûn çi dibêjin?

Mesrûr Barzanî: Di rastiyê de, bi awayê axaftiye, bêrêzî li xwe kir. Kesekî wiha û di wê pêgehê de divê baştir bizane çawa derbarê xelkekî din biaxive. Bêgûman tiştê gotiye jî ne rast e. Helwesta wê ne tenê ji Kurd re, belkû ji piraniya Ereb re jî cihê sersamiyê bû. Ewên Serok Barzanî nas dikin, dizanin ku wî bi xwe serkirdatiya li bereyên pêşî mil bi milê Pêşmerge şerê li dijî DAIŞê dikir û ew kesayetekî sereke bû, di şikandina efsûneya DAIŞê de. Bêgûman li destpêkê zehmetî hebûn, belê Îranê hevkariya me kir, bi riya şandina hin çebilxaneyan, lê wan ew hevkarî gelekî bi mezinî behsa wê dikirin. Bêgûman spasiya her aliyekî dikin ku hevkariya me kirin di wê dema zehmet de, lê ligel wê jî hêza Hevpeymanan jî hevkariya me kirin. Lê ligel wê divê ji bîr nekin ku Pêşmerge li bereyan li dijî DAIŞê şer dikirin û qurbanî ji bo şikandina DAIŞ didan, ku karîn ne tenê Kurdistanê, belkû hemû cîhanê ji vê metirsiyê biparêzin.

France24: Bilez dixwazim biçim ser rewşa Sûriyê. Wek dizanin li vê dawiyê girjî di navbera Tirkiye û Hikûmeta Sûriyê derketiye. Rewşa Kurd li Sûriyê bi dilniyayî cihê nîgeraniya we ye. Helwesta we li ser tiştê niha li Sûriyê rû dide çi ye?

Mesrûr Barzanî: Em ji rewşa Sûriyê nîgeran in, ji ber çend sedeman: Berî her tiştî bawer nakin ku rûbirûbûna serbazî û şer alîkar dibe ji bo vegerandina aramiyê li navçeyê. Dagîrkirina Tirkiyê ya vê dawiyê, rewş aloztir kir.

France24: Ev biryareke xirap bû?

Mesrûr Barzanî: Bawer im, ew ne hevkar bû bo gihîştina bi aştiyeke demdirêj li navçeyê. Bi taybet ku hin aliyên opozîsyona Sûriyê jî beşek in ji wê pirsgirêkê û ji aliyê xelkê navçeyê ve têne redkirin. Em hemû ji aloziya rewşê nêgeran in. Herwiha ji hatina şepoleke din a xelkê Sûriyê jî nîgeran in, ji ber wê xirapiya rewşê 20 hezar ji Sûriyê koçber bûn û berê xwe dan Herêma Kurdistanê, di demekê de pêştir zêdetir ji 250 hezar koçberên Sûrî me hewandine. Herwiha xelk ji guhartina demografî jî nîgeran e. Di vê dawiyê min serdana Enqerê kir û ligel Serok Erdogan û berpirsên din ên Tirkiyê civiyam, wan tekez kirin ku ew naxwazin guhartina demografî li Sûriyê bikin.

France24: Baweriya te bi wan heye?

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im guhartina demografî neyê kirin, ji ber ku ew ne di berjewendiya ti aliyekî de ye.

France24: Dixwazim bê ser rewşa vir (Herêma Kurdistanê). Me behs kirk u xwepêşanderan li Bexdayê li dijî gendeliyê ne û daxwaza hikumraniyeke baş dikin, gelek nerazîbûn û xwepşandan li navçeyê û cîhanê hene. Kabîneya we di meha Hezîranê de hat ragihandin û ta çi astê rûbirûbûna gendeliyê bûye karê we ya pêşîne, ji bo hikumraniya baş bikin, wek Kurd û xelkê din daxwaz dikin?

Mesrûr Barzanî: Di rastiyê de ew durişma hikûmeta me ye, ku gendeliyê nehêlin, ev bernameya me ye û me ew ragihandiye, ji tiştê ku em pê radibin ew e, çaksaziya îdarî û darayî û birêvebirina baş a hikumraniyê ye. Rûbirûbûna gendeliyê karê me yê pêşîne ye. Em serkeftî bûn ji bo gendeliyê rabigirin, pêdaçûnê di her karekî şaş de dikin, çi heger berê jî bûbe. Ji ber wê di baweriya me de heta niha em serkeftî ne, lê ev proseyeke dûr û dirêj e, em jî pabend in ku rûbirûyî gendeliyê bibin. Hêvîdar in şefafiyeta zêdetir ji xelkê pêşkêş bikin, ew hêjayî wê yekê ne, divê em baweriyê bi gel re ava bikin, ji bo li wê tekez bikin ku hikûmet di xizmeta wan de ye. Bawer im me riyeke baş biriye, lê hîn gelek karên din jî maye ku divê bê kirin, lê heta niha ez ji encaman dilxweş im.

France24: Pirsa min a dawiyê derbarê referanduma serxwebûnê de ye, ku gelek xelk dibîne ku ne karekî baş bû, wek perensîp na, belkû xirapiya wê di demê de bû û ew dengê nerazîbûn yên li cîhanê û welatên derdorê bilind bûne. Di encamê de jî rûbirûbûn ligel Bexdayê derket û xewna serxwbûna Kurdistanê ne diyar e di dahatûyeke nêzîk de rû bide?

Mesrûr Barzanî: Wate, pirsa te çe ye?

France24: Ma encamdana referandumê ne şaşîtî bû?

Mesrûr Barzanî: Bi tekezî na, ti şaşîtî tê de nebû. Berî her tiştî me referendum encam da, ji bo bizanin xelkê me çi dixwaze. Ew derbirîna daxwaza xelkê bû, ku proseyeke demokrasî bû. Xelkê tenê nerîna xwe derbirî ku çi dixwaze, ew ne ragihandina serxwebûnê bû. Deriyê me ji guftûgoya bi Bexdayê re vekirî ye, lê mixabin ewê ne asayî bû, karvedana Bexdayê bû, ku hêz li dijî proseyeke demokrasî bikar anî. Ji ber ku Kurdistan li gor yasayê, beşek ji Iraqê ye û em ti demekê serxwebûn ranegehandibû. Referandum ne şaşîtî bû. Sedema endamdana wê hebûn, wek xirapiya serederiya hikûmeta Bexdayê bi Kurd re, wek çawa Kurd hatin piştguhkirin. Me her tim digot, destûr heye û divê Bexda wê bi tevahî bicih bike, bicihkirina destûrê bi tevahî, yek ji sedemên sereke ye ku bi hev re bijîn û welat ava bikin. Mixabin Bexdayê hevbeşiya me qebûl nekir. Pêwendiyên me bi Bexdayê re li ser hevbeşiyê û dabeşkrina desthilatê hatiye danin. Di rastiyê de her dema Bexda amade be, em têdigihin rewşa navçeyê û cîhanê jî, her dema Bexda amade be, em çûne Bexdayê û me guftûgo li ser çawaniya rêkxistina pêwendiyan li gor destûra Iraqê kiriye. Ji ber wê, ne Kurd destûr binpê kiriye, belkû rêjîma berê ya Bexdayê destûr binpê kir û Kurd neçar kir referandumê bike.

France24: Tu behsa karvedana Bexdayê kir, lê derbarê cîran, hevpeyman û destên xwe dibêjin? Ji Amerîka ve destpê dikim? Wan piştevaniya we nekir, hûn bi tenê hîştin?

Mesrûr Barzanî: Rast e, wan piştevaniya me nekir, mixabin.

France24: Dibe ku, tiştê bûye şaş bû?

Mesrûr Barzanî:  Ne bawer im ku şaş be. Bawer im wan şaş kirine dema piştevaniya me nekirine. Tiştê bûye, berjewendî di ser buha û perensîpan re hatin girtin. Ti carî bawer nakim, ku Kurd şaş kiribe.   

France24: Kurdistan dibe welatî serbixwe?

Mesrûr Barzanî: Bawerbûn bi daxwaz û arazûyayan tiştek e û rastî û waqê tiştekî din e. Îro armanca me ew e, pêwendiyeke baş bi Bexdayê re hebe, ji ber bikarin gelek destkeft ji xelkê Kurdistanê û hemû xelkê Iraqê bidest bixin.

France24: Serokwezîr Mesrûr Barzanî gelek spas ku we pêşwazî li me kir li vir li Selahedîn li nêzîk Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistana Iraqê.

Ev nivîs 210846 car hatiye xwendin.