Mizgîn Yalçin: Min xwest perwerdehiya Kurdî li ser înternetê belav bibe

Mizgîn Yalçin: Min xwest perwerdehiya Kurdî li ser înternetê belav bibe

PeyamaKurd - Mamosteya zimanê Kurdî Mizgîn Yalçin, bi rêya kanala xwe ya li ser YouTubê bi navê “KurdiOnline” dersên kurdî dide.

Mizgîn Yalçin ku beşa zimanê kurdî ya Zanîngeha Artuklu xwendiye, li ser înternetê dersên ziman dide û heta niha xebatên xwe gihandîne bi hezaran kesan. Mizgîn Yalçin li ser vî karê ku dike bersiva pirsên PeyamaKurd da.

Yalçin Dibêje: “Min xwest ku perwerdehiya zimanê Kurdî li ser înternetê belav bibe û zêdetir xurt bibe.”

Gelo te çawa biryar da ku tu li ser YouTube dersên Kurdî ên online bidî?

Ev proje fikrek kevin bû di hişê min de. Ji ber ku karê min pir bûn derfet nediket destê min. Wekî ku hûn jî dizanin, dewr dewra înternet û teknolojiyê ye. Di sehaya youtûbê de li ser kurdî,  xebat gelek hindik bûn. Yên ku hebûnu ew jî ne profesyonel bûn. Mixabin hişmendiya ziman jî di nava gel de kêm e. Min xwest ku perwerdehiya vî zimanî li ser înternetê belav bibe û zêdetir xurt bibe. Bila her kes rêzik û rêbazê vî zimanî bizane. Kesên ku kurdî nizane û dixwaze hîn bibe bi rê ye kî rehet û bêpere hînê zimanê kurdî bibe.

Ji bilî wan fikran, sedemek herî mezin ev bû ku gelek mirov henin kurd in û kurdî nikarin biaxivin û binivîsin ev yek jî dilê min diêşand. Ji ber ku ez mamosteya zimanê kurdî me, min xwest ez xizmetek ji bo zimanê xwe ji wan re bikim û ne tenê kurd, tirk jî feyde jê bigrin û hînê kurdî bibin.

Dersên we  kîjan astê destê pê dike? Kesên ku qet kurdî nizanibin dikarin bi dersên we fêrî kurdî bibin?

Belê. Ev kanal ji bo wan kesên ku qet kurdî nizanin û ew ên ku dixwazin kurdî ya xwe pêşve bixin re ye. Dersên me ji bingehîn dest pê dike, hêdî hêdî dijwar dibe. Hîtabê heman kurdîhezan dike. Her kes dikare ji bo xwendin, nivîsandin û axaftinê temaşe bike.

Hûn ji xwendewanan bertekên çawa digirin?

Kanala min di demek kurt de di hêla youtûbê, bû kanala herî mezin ya cîhanê. Bi hezaran abone û bi milyonan sêrkirin jê re hat. Ev jî nîşan dide ku ramanên erênî li ser min e. Min fêhm kir ku şopînerên min ne tenê kurd in, tirk ên ku dixwazin fêrê kurdî bibin jî gelek in.

Piştgiriyên xwe, hezkirinên xwe, pîrozbahiyên xwe bi rê ya şîrove û peyamên youtubê, înstagramê û twîtterê ji min re dişînin. Wextê ku ez wan dixwînim gelek şadibim. Ev hezkirînên wan ji min re dibe hêz.

Gelo tu difikirî ku di pêşerojê de jî projeya xwe pêş de bibî weke dibistanek an fêrgehek ava bikî?

Belê armanca min ê herî mezin ew e ku, aboneya kanala min milyonan derbas bike û di pêşerojê de ez li ser zimanê kurdî ne yek bi sedan dibistanên ku kurdî hîn dikin vekim. Ji ber vî min ji aniha ve marka û patenta KurdiOnline standiye. Min navê xwe tescîl kir. Navê dibistanên min jî diyar e. Xiyalê vê jî xweş e.

Dersên we ên taybet ji bo zarokan hene? Dayik û bavên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî perwerde bikin, pêşnîyarên we ji bo wan çi ne?

Belê li ser hînbûna kurdî, ya zarokan dixebitim. Lê ne bi rêya youtûbê bi rêyek taybet. Bi salan dikevim dersê. Nêzîkî sêsed heb xwendekarê min ê zarok hene. Her sal jî di vê hejmarê de ne. Di navbera deh û pazdeh salî de ne. Lê belê ez çiqas bixebitim jî fêrgeha herî mezin mal e. Mal dibistanek serbixwe ye. Ji ber vê ez dixwazim ji wir bang bikim ku dê û bav li malê bi zarokên xwe re kurdî biaxivin. Ya din her şev ji wan re çîrokên kurdî bixwînin, xêzefîlmên kurdî bidin temaşekirin, stranên kurdî bidin guhdarkirin û vîdeoyên min ê li ser peyvan bidin temaşekirin kirin. Bi vî şiklê dikarin kurdî ya zarokên xwe pêşve bixin.

Ev nivîs 210955 car hatiye xwendin.