Necat Zivingî: Asta helbesta nûjen hê ne bi dilê me ye
PeyamaKurd - Helbestvan û parêzer Necat Zivingî çend sal in ku li ser kanala xwe ya YouTube helbestên klasîk bi deng dixwîne.
Gelo eleqeya nifşên nû bi helbestên nûjen ve çawa ye? Helbesta nûjen di çi astê de ye?
Necat Zivingî pirsên PeyamaKurd ên van mijaran de bersivand. Zivîngî dibêje; Ji bo edalet û mafê miletê xwe biparêzim min hiqûq û parêzerî hilbijart. Li alîyê din xizmet û parastina herî gewre ji bo gel, hizr û huner û helbest e.
Ezbenî, tevê ku tu him nivîskar î, him jî parêzer î, bes em cenabê te herî zêde bi xwendina helbestên klasîk ên li ser tora You Tube nas dikin. Tu kengî ve helbestan dixwînî?
Xwendina min a kesanî ji serdema dibistana navîn bi helbestên Feqîyê Teyran dest pê dike. Piştî sala 2007an bi pêş dikeve û ji sala 2011an vir ve jî deng didim helbesta Kurdî ya klasîk. Ji ber ku dem dema deng û dîmenan e, vê xebatê zêdetir deng da.
Ji bo xwendina helbestê divê mirov xwedî qabilîyetek çawa be? Hemû kesên ku helbest dinivîsin dikarin helbest bixwînin?
Hestkirin û hezkirin pêdivîyên sereke ne. Lêhatina dengî jî, mîna melodîyên sitranan pêwîst e. Dikarim sirûşta newaya Kurdî jî li van zêde bikim. Bi ya min piştî ev her çar faktor hebin, dengdana helbestê dê serkeftî be.
Gelê Kurd qîmetek mezin dide helbestên klasîk. Gelo îro çima helbestvanên Kurd nikarin di asta helbestên klasîk de helbest binivîsin?
Ji alîyê teşe û nezmê ve dikarin binivîsin û yên bi awayekî serkeftî dinivîsin jî hene. Lê ji alîyê naverok û hêmayan ve, yên bi teşeya klasîk dinivîsin nagihîjin ên berê. Heta gelek li paş in. Texlîd û dubare jî pir e. Yên wek Bateyî, Birîfkanî û Siyehpûş di warê tesewifê de berhemên serkeftî danîn holê. Ji vî rexî ve gelek berhemên din jî heta sedsala bistî hatin nivîsîn. Li alîyê din yên wek Xanî, Cizîrî û Teyran cîhanên cuda afirandin. Dikarim bêjim çend sed sal in ku kesî ew derbas nekirin û bi ser neketin ku li ser ên wan ava jî bikin.
Wekî min pirsa ewil de jî got; cenabê te di heman demê de parêzer e jî. Ku em bêjin çi têkilîyên dad û helbestê hene tu yê bêjî çi?
Ji bo edalet û mafê miletê xwe biparêzim min huqûq û parêzerî hilbijart. Li alîyê din xizmet û parastina herî gewre ji bo gel, hizr û huner û helbest e. Her tişt li dora wateyê dibe xelek û digere. Her çem û robarek bi wê de diherike. Lewma karê min û kelepûra min a hunerî jî mil dane hev.
Ji yên te bideng kirin, kîjan herî zêde hatin ecibandin û guhdarîkirin?
Helbestên me, li ser rûpela min a youtubeyê û pir torên înternetê yên cuda tên belav kirin. Bi awayekî teqez nikarim rêzandin û statîstîkekê derxim. Lê ya ku ez dibînim di rêza yekem de helbesta ‘Ey av û av’ a Feqîyê Teyran heye. Min ew di sala 2012an de bideng kiribû. Ji ber zimanê wê hêsan e, mijara wê eşq û sirûşt e û çîrokeke wê heye, pir balê dikişîne.
Piştre helbesta Xanî ya bi navê ‘Saqî’ gelek tê ecibandin û parvekirin. Ev metnê damezrêner ê fikr û felsefeya Kurdayetîyê û doza Kurdistanê ye. Min ew di sala 2013an de bi klîbeke balkêş û binenivîs amade kir. Ligel van herduyan helbestên Melayê Cizîrî û çîroka Zembîlfiroş jî gelek tên ecibandin.
Tu têkilîya nifşên nû bi helbesta klasîk re çawa dibînî?
Destpêkê min hêvî nedikir ku tewecuheke evqasî mezin bibînim. Ji ber ku zimanê klasîkan hinekî cuda û giran e. Lêbelê wan gencîneyên sedsalan sir û raza xwe faş kirin û pêl bi pêl xort û ciwanên Kurd kişandin xwe. Dengdanên me pireke xweş di navbera do û dahatûyê de çêkir. Dengdanên min ji bilî bakur, li başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê jî gelek zêde têne guhdarîkirin. Heta dikarim bêjim li nav Kurdên parçeyên din zêdetir e. Ji ber ku zanîna wan a zimên pêşdetir e.
Tu helbestên hemû helbestvanên klasîk dixwînî. Gelo herî zêde kîjan bandorê li ser te dike?
Bêguman Melayê Cizîrî. Piştî noqî deryaya Cizîrî bûm, êdî dor nehat ên din. Heta niha min ji pêncîyî zêdetir helbestên Cizîrî bideng kirin û ti carî ji wan têr nebûm.
Tu helbesta kurdî ya nûjen kîjan astê de dibînî?
Baş e, helbestên gelek serkeftî hene. Lê asta helbesta nûjen hê ne bi dilê me ye. Ji ber ku li ber me yekî weke Cizîrî heye. Helbesta Cizîrî tenê klasîk nabînim. Bi ya min ji pir alîyan ve nûjentirîna helbestan e.
Helbestvanîya te di çi rewşê de ye?
Ez helbesta nûjen dinivîsim. Min dora sed helbestên xwe berhev kirin. Rêzdar Berken Bereh ew xwendin û pêşgotinek nivîsî. Di demek nêz de dê wek pirtûkekê biweşînim. Helbesta ku min dawî deng dayê jî ya min e, bi navê ‘Hezkirin’. Dibe ku êdî zêdetir deng bidim helbesta nûjen.
Ev nivîs 210952 car hatiye xwendin.