Parêzer Aktar: Tu bingeheke hiqûqî ya qeyûman nîne
PeyamaKurd - Li Tirkiyê tayînkirina qeyuman di nav gelê Kurd de dilgiranîyek mezin peyda kiriye. Herwiha bêbingehîya vê tayinkirinê ji hêla hiqûqê ve jî bi tundî tê şermezarkirin.
Parêzer Mehmet Emîn Aktar li ser vê mijarê bersiv da pirsên PeyamaKurd. Aktar dibêje, hikumet bi vî hawî jî ji Kurdan re dibêje, ‘heta ez nexwazim tu nikarî bibî xwediyê tu heqî.’
Herwiha Aktar ji bo çalakîyên dayikan ên li ber deriyê avahiya HDPê ya Amedê jî dîyar dike, “Dibe ku bi van hewldanên provakatîf dixwazin bingeha girtina partiyê jî amade bikin.”
Ezbenî gelo tu bingeha hiqûqî ji bo danîna qayuman li şûna şarederîyên Kurdan heye?
Heke em hiqûqê wek nîşaneyeke meşrûyetê bihesibînin, tu bingeheke hiqûqî ya tayînkirina qeyuman tune. Li gor qanûn û rêziknameyên di meriyetê de tu bingeheke qanûnî yên van tayînkirinan jî tune. Li gor pergala Tirkiyê, dezgeha ku şaredar venêre û kontrol bike Meclîsa Şarederiyê ye û ev meclîs jî ji hêla gel ve tê hilbijartin. Ji ber kîjan sedemê dibe bila be heke şaredar êdî nikaribe karê şarederiyê bimeşîne, Meclîsa Şarederiyê dicive û di nava xwe de li gor rewşa têdeyî yan şarederekî yan jî cîgirekî şareder hildibijêre. Bi kurtahî pergala ‘Rêvebiriya Xwecihî’ a Tirkiyê li ser vê rê û rêbazê ye; tenê rêvebirên ku gel hilbijartiye dikare wî bajarî û wan bajariyan bi rê ve bibe.
Di 2016an de bi KHKyeke OHALê rê li ber tayînkirina qeyûman vekirin. Lê ji ber ku ji gelek aliyan ve û ji ber gelek sedeman KHK tiştekî derhiqûqî ye tu aliyê wê yê qanunî tune. Ji wan gelek sedeman em qala çend heban bikin; ji ber ku di rewşeke awarte de derketiye, ev ne qanûn e, nabe qanûn. Tenê biryarek e. Biryareke di hikmê qanûnê de ye. Lê qanûnîbûna wê ne heta heta ye û bi dema OHALê re sînorkirî ye, ev yek. Ya duduyan; ji bo ku KHK bibe qanûn, divê di nava demeke diyarkirî de ji meclîsê re bê şandin û wê demê jî qanun diyar dike. Ev biryara di hikmê qanûnê de di nava wê demê de neşandin meclîsê ku meclîs li ser biaxive, vê biryarê erê bike û ev bibe qanûn.
Ya herî girîng jî xala di makezagon û qanûnê de ye ku kirine hinceta tayînkirina qayûman. Ev xalên makezagon û qanûnê bi xwe jî rê nadin tayînkirina qeyuman. Ango di tayînkirina qeyuman de, KHKya ku jixwe ji binî ve derhiqûqî ye jî binpêkirin û li gor KHK jî qeyum tayin nekirin. Sedema vê absûrdiyê çibû? Lewre tu xem û metirsiya îqtîdarê ya hiqûqîbûn û qanûnîbûnê tune. Li civakên demokratik sazî û dezgeyên ku kirinên îqtîdaran venêrîn hene. Ji van sazî û dezgeyan yek parlemento ye û ya din mehkemeyên xweser in ku ne di bin sî û sîbera îqtîdarê de ne. Îro roj em di rewşeke wiha de ne ku ev her du sazî û dezge li Tirkiyê vê peywira xwe nayînin cih, nikarin bînin cih.
Gelo hikumeta AKPê bi anîna qeyuman dixwaze ji gelê kurdan re çi bibêje?
Dewlet jî hikûmet jî baş dizane ku çareseriya meseleya Kurdan, bi naskirina satûteyeke siyasî ji bo Kurdan pêkan e. Bêlê, Rêveberiyên Xwecihî rastûrast nekevin şûna wê statûya siyasî ku em qal dikin lê rêvebirina Kurdan a bi destê xwe û bi îradeya xwe, derfet û tecrûbeyeke baş dida Kurdan.
Her çiqas di van 20 salên dawî de Kurdan di derbarê rêveberiyên xwecihî de modeleke xwe ya resen çênekiribin jî qet nebe rêvebirên xwe bi destê xwe û bi îradeya xwe hildibijartin û bi hawî jî bingeha wê psîkolojiya em çarenûsa xwe bi destê xwe saz dikin davêtin. Vê psikolojiyê jî dikir ku dengê daxwaza ‘statûya sîyasî’ berztir û piştgiriya gel ji bo vê daxwazê jî zêdetir bibe. Rêveberiyên Xwecihî riya îqtîdarê li ber meriv venakin rast e, lê derî û derfetên berfireh li pêşiya meriv vedikin. Mînak; kar û xebatên çand û hûnerî ku bi destê şarederiyan tên meşandin, dike ku gel hay ji çand, ziman, hûner û dîroka xwe hebe. Wî bajarî bi rengê niştecih û xwediyên wî bajarî bixemilîne.
Çima ku ev jî tê wê maneyê ku divê îqtîdar ji desthilatdariya xwe hinek fedakarî bike, dev ji hin erk û berjewendiyên xwe berde, vê fedakariyê qebûl nake û dixwaze her tişt bi destê wan, li gor dilê wan û di bin qontrola wan de be. Bi vî hawî jî ji Kurdan re dibêje ‘heta ez nexwazim tu nikarî bibî xwediyê tu heqî.’
Dike ku qada legal li Kurdan teng bike, berê wan bide tûndî û îlegalîteyê. Li cihê ku rê û rêbazên demokratik bixitimin civak bivênevê berê xwe dide rê û rêbazine din. Ev hinekî li gor dilê dewletan e jî ji ber ku dewlet her daîm xwediyê amûrên bihêztir in di warê tûndiyê de.
Gelo mirov dikare bêje; çalakîyên dayikên kurd ên li ber derê HDPê çalakîyên serbixwe ne?
Aşkere ye ku ji hêla hikûmetê ve tê organîzekirin. Erê heqê me tune ku em ji dayikekê re bibêjin tu çima kurê xwe an jî keça feda nakî? Lê bi ya min dayikên li wê derê kom bûne jî ne di baweriyê de ne ku HDP zarokên wan şandine çiyê. Lewre ew jî dizanin HDP partiyeke li ber çavan e û her daîm di bin çavdêriyê de ye ku kêmî an jî qisuriyeke HDP zeft bikin û zextan lê bikin. Tenê hikûmet hewl dide ku partiyeke legal krîmînalîze bike û qada sîyasî li wan teng bike û hew.
Dibe ku bi van hewldanên provakatîf dixwazin bingeha girtina partiyê jî amade bikin. Tew ku em salên borî bînin bîra xwe, piştî serlêdana derdora Hûdaparê ya ji bo piştgiriya dayikan, îhtîmala ku dixwazin pevçûnine din derxin jî ne dûrî aqilan e.
Tu sîyaseta HDP ya li hember van bûyeran çawa dinêrxînî, divê HDP çawa tevbigere?
Piştî mûdaxeleya 2016an, pirsgirêka herî mezin ji bo HDP pisgirêka nûnertiyê ye. Têkoşîna Kurdan a heq, her bi zor û zehmet bû. Dibe ku gelek bertek werin li ser van gotinên min û hinek li dijî min jî derkevin, lê ev wiha ye. Dibe gelek sedemên pirsgirêka nûnertiya em qal dikin hebe. Lewre Hevsorekên HDP jî tê de gelek rêvebirên wê hatin girtin, hinekên wan mecbûr man ku derkevin derveyî welat, tayînkirina qeyuman, êrîşên li dijî avahiyên HDP û hwd. Ev hemû li ber çavên me hemûyan qewimîn û me hemûyan para xwe ji van zextan girt. Hê jî dewlet di bin gefa cezakirinê de dixwaze çavê me bitirsîne. Ev li aliyekî, di demajoya 2015-2016an de civak şikest û her ku çû ev şikestin veguherî depresyoneke civakî. Vê rewşê jî kir ku pê de pê de civak demoralîze bibe û berxwedayînê bêmane bibîne.
Erê şert têra xwe dijwar bûn û ji aliyê gel ve tê fam kirin. Lê di şert û mercên herî xirab de jî nûnertiyeke siyasî yê jidiyayî dikare rê li ber civakê bixe û dikare wan ji wê rewşa xirab a psîkolojîk derxe. Yên ku peywira nûnertiya siyasî girtine ser milê xwe, ji gazinan wêdetir divê polîtîkayekê biafirînin, divê rê bidin pêşiya girseyê. Ji bo vê jî pêdivî bi qadroyên ku bikaribin însîyatîf bistînin û helwesteke daîmî heye.
Gelê kurd li hember danînan qeyuman têra xwe bertek dide gelo?
Civakên nûjen î hemçax civakên rêxistinbûyî ne. Di vî warî de Kurdan jî di çaryeka sedsala dawî de, têkoşîneke rêxsitinî dane û bertekên xwe jî di nava wê rêxistinbûnê de dane. Bi tayînkirina qeyuman bi awayekî aşkere gotin ku hûn nikarin xwe birêve bibin. Ev tenê ne desteserkirina îradeya wî miletî ye, di heman demê de biçûkxistina wî miletî ye jî.
Ji ber ku îqtîdar li ser navê dewletê bi kar û barên xwe radibe, em dikarin bibêjin dewlet bi zor û zextiyan dixwaze ji Kurdan re bibêje hûn ne ewqas jêhatî ne ku xwe birêve bibin. Lê çima ku bi tehrîbkirina hêza wan a rêxistinî dest bi tayînkirina qeyuman kirin, bertek bêguman ne di asteke jê dihat payîn de ne. Ev nayê wê maneyê ku qeyum bi dilê milet e, na. Piraniya civakê vê şermezar dike û bi hêrs in lê ji ber ku ev 4 salên dawî ye ku rêxistinbûna civakê di bin zext û zordariyeke mezin de ye û çima ku nûnertiya wan a siyasî lawaz e mixabin nîşandayîna bertakan ne di asta ku tê xwastin de ye.
Çi bibêjim, bi ya min cihê şermê ye ku kesek biçe serdana qeyum û xêrhatinê lê bike.
Ji bo we pirsên me bersivandin gelek spas.
Ev nivîs 210901 car hatiye xwendin.