Partiyên beşdarî civînê bûbûn naveroka wê ji PeyamaKurd re eşkere kirin!
PeyamaKurd – Bi beşdariya nûner û rêveberên partiyên Bakurê Kurdistanê 20ê Nîsanê li bajarê Diyarbekirê, ligel yek ji rêveberên AKPê Abdurrahman Kurt re civînek hat kirin ku vê civînê di raya giştî ya Kurd de jî deng veda û nûçeyên ku civîneke veşarî ango nepen hatiye kirin jî belav bûn.
Civîn li ser daxwaza Endamê Komîteya Navendî ya Biryarê û Rêvebiriyê ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt pêk hatibû û endam û nûnerên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), TDK Tevger û Partiya Demokrat a Kurd (KDP), HAKPAR, Hereketa Azadî û Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) beşdarî kiribûn.
Partiyên Bakurê Kurdistanê yên beşdarî wê civînê bûbûn, gotegotên li ser wê civînê û naveroka wê ji PeyamaKurd re nirxandin.
Berpirs û nûnerên Partiyên Bakurê Kurdistanê yên beşdarî civîna ligel Abdurrahman Kurt bûne; bersiva pirsên me yên li ser hurgiliyên civînê, gotegotên li ser veşarîbûnê, hebûn an jî nebûna agahdariya Erdogan û sedema bang nekirina HDP û T-KDPê dan.
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), TDK Tevger û Partiya Demokrat a Kurd (KDP) li ser civînê ji PeyamaKurd re eşkere kirin ku ew civîn, ne civîneke fermî bûye, civîneke rojane ya sohbetwarî bûye û li ser daxwaza Abdurrahman Kurt pêk hatiye.
Me li ser wê civînê ji HAK-PAR û Hereketa Azadî jî daxwaza beyanê kir, lê ji ber ku bersiv nedan em nikarin nêrîn û nirxandina wan biweşînin.
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Ozçelîk derbarê civîna ligel Abdurrahman Kurt de eşkere kir ku ew hevalê wî yê dema zanîngehê ye û li ser vexwendina wî, ew ligel nûnerên Partiyên Kurdistanî yên navborî beşdar bûne.
Serok û nûnerên din ên beşdarî civînê bûne jî bi yek dengî dibêjin ku ji bo berjewendiya Gelê Kurd, kîjan alî hewce bike, em amade ne hevdîtinan bikin lê belê hevdîtina vê civîna dostane, bi zanebûn hatiye berovajîkirin û ev jî helwesteke li dijî ehlaqê civakê ye.
‘Ti hevdîtineke bi dizî çênebûye’
Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa OZÇELÎK:
“Tu hevdîtinek bi dizî çênebûye. Sohbeteke nav çend kesan bû. Ne şert e ku her sohbet û hevdîtin bi her kesekî re bê parvekirin an bê belavkirin. Ev ne civîneke fermî bû. Ev ne muzakereyeke di navbera hinek aliyan de bû. Mafên her mirovî heye ku bi hinek kesan re civîn û sohbetan bike. Ew kesê ku beşdarî civînê bûye û bêyî destûra Birêz Abdurrahman Kurt di ragihandinê de qala vê civînê kiriye, li derveyî urf û edet û centilmeniya mirovî tevgeriyaye.”
‘Me ji sala 2021ê ve daxwaza hevdîtinê ya ligel Erdogan kiriye’
“Di sala 2021ê de me bi awayekî fermî daxwaz kiriye ku em bi Serokomarê Tirkiyeyê Birêz Erdogan re hevdîtinê bikin, bi AK Partî, CHP, Partiya Deva, Partiya Gelecek û Partiya Saadetê re hevdîtinê bikin. Partiyeke ku bixwaze bi Serokê AK Partiyê re hevdîtineke bi awayekî vekirî hevdîtina fermî bike, ew ê çima biçe bi endamekî wê partiyê re bi dizî hevdîtinekê bike? Me wekî PAK bi şandeke partiya xwe bi Navenda Giştî ya CHPê re hevdîtinek kiriye û me hûrgiliyên vê hevdîtinê di raya giştî re parve kiriye. Niha em li bendê ne ku em wan partiyên din jî bibînin. Me wekî PAK daxwazên lezgîn ên Gelê Kurd pêşkêşî CHPê kir û em ê pêşkêşî partiyên din jî bikin.”
‘Abdurrahman Kurt di civînê de tenê fikrên xwe yên şexsî anîn ziman’
“Ez nizanim Birêz Abdurrahman Kurt çima bangî partî û rêxistinên din nekiriye. Bi dehan partî û rêxistin hene. Birêz Abdurrahman Kurt xwestiye ku bi çend kesên ji nêz ve nas dike re li ser rewşa giştî ya siyasî sohbetekê bike. Ev jî tiştekî normal e, mirovî ye. Ji ber ku Birêz Abdurrahman Kurt di wê sohbetê de bes fikrên xwe yên şexsî aniye zimên, ji ber ku li ser navê AK Partiyê yan jî li ser navê Serokomarê Tirkiyeyê neaxiviye, projeyeke Dewleta Tirkiyeyê ya ji bo pêvajoyeke çareseriyê, projeyeke dewletê ya ku bi hinek partiyan re hevdîtinan bike, nehatiye rojevê. Her wiha di dawîya civînê de me ji Birêz Abdurrahman Kurt daxwaz kir ku ji bo van nêrînên me bigihîjin rêvebirên AK Partiyê û bigihîjin Serokomarê Tirkiyeyê Birêz Recep Tayyîp Erdogan, ew ê jî wekî şexs hewil bide.”
‘Di civînê de aliyan bîr û baweriyên xwe pêşkeş kirin’
Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesûd:
“Hevdîtin ne veşartî bû. Civîneke ku bi beşdariya 5 parti û rexistinên siyasî, medenî û kesayetiya serbixwe çêbûye. Çawa dibe civîn veşartî be? Me beriya civînê gotibû dê civîn dûrî medyayê be. Wisa xuya dike ku dûrî medyayê û veşartî ne yek in, du peyvên ji hev cuda ne. Rast e civîn bi vexwendina şexsî ya Birêz Abdurrahman Kurt çêbû. Di civînê de aliyan bîr û baweriyên xwe pêşkêş kirin. Piştre Birêz Kurt got ku ez ê têbiniyên civînê pêşkêşî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bikim. Me jî got dê baş bibe.”
‘Ji bo pêvajoya nû ya çareseriyê bikeve rojevê hîn zû ye’
“Birêz Kurt biryar da ku ew ê bangî kê bike û bangî kê neke. Ji ber ku ew mazûvan bû, em mêvan bûn. Civîn bi vexwendina Birêz Kurt çêbû. Bê guman bîr û bawerî û pêşniyazên partiyên siyasî yên Kurdistanê yên di derbarê pirsa Kurd de cuda cuda ne. Her aliyên ku beşdarî vê civînê bûn, bîr û baweriyên xwe pêşkêş kirin. Me jî bîr û baweriyên xwe pêşkêş kir. Lê hîn zû ye ku mirov bibêje pêvajoya çareseriya nû di rojevê de ye.”
“Partiya Sosyalîst a Kurdistan, ew partî ye ku li gorî peywira xwe ya dîrokî, ji bo azadiya Gelê Kurd derketiye rê. Ligel vê yekê ji bo avakirina pergaleke federal, azadîxwaz û demokratîk li Tirkiyeyê amade ye ku berpirsyariya xwe ya di vî warî de, bi cih bîne.”
‘Ji bo sohbeteke ji rêzê dengvedaneke bêwate derket holê’
“Ev çend roj in li ser medyaya civakî, li ser mijara sohbetek ji rêzê, dengvedaneke bê wate didome. Bi rastî em wan gengeşiyan bê wate dibînin. Di heman demê de em dîtin û ramanên xwe bi raya giştî re parve dikin. Nûnerên PAK, PSK, TEVGER, HAK PAR, KDP, Hereketa AZADî û Hereketa HÊZKURDê beşdarî civînê bûn. Di pêvajoya kampanyaya hilbajirtina Zimanê Kurdî de Abdurrahman Kurt ji bo çareseriya astengî û problemen kêyfî, bûbû alîkar.
Abdurrahman Kurt çend car dubare kir ku ev sohbeteke şexsî ye û di derheqê rojevê de dîtinên hev zanibin. Heta ku Dewleta Tirk siyaseta xwe li ser helwesta tunebûna Gele Kurd bidomîne, ji bo Gele Kurd tiştekî erenî tuneye. Dewleta Tirk li gorî berjewendiyên xwe dixwaze pêvajoyê bidomîne. Di şertên îroyin de ji bo çareseriyeke esasî, pêvajoyeke nû xuya nake. Dewleta Tirk dixwaze pêvajoyê bi şêweyeke kontrolkirî bidomîne.”
‘Rûdawê bêyî naveroka sohbetê piştrast bike nûçe belav kir’
“Kanala Rûdawê jî bêyî ku rastiya naveroka vê sohbetê piştrast bike, bi awayekî ne exlaqî nûçeyeke bêserûber amade kir û bi awayekî neheqî beşdarên vê sohbetê di bin hinek tohmetên ji rastiyê dûr de hiştin. Em vê helwesta Rûdawê bi tundî rexne dikin û li dijî prensîbên ragihandinê dibînin. Lewra Rûdawê bixwesta, dikarîbû bi rêya peyamnêrên xwe rastiya vê civînê û naveroka wê ji beşdarên civînê bigirta; lê berovajî vê prensîba ragihandinê tevgeriya û rê li ber neheqî û gotûbêjên bê bingeh vekir. Bê guman mafê me jî heye ku em rastiya vê civîn û sohbetê bi raya giştî re parve bikin.”
“TDK Tevger li gorî bîr û baweriyên xwe yên siyasî; dê hewil bide ku armancên xwe yên neteweyî û demokratîk di civîn, platform û hevdîtinên cihêreng de diyar bike û bi raya giştî re parve bike. TDK Tevger li ser xeteke neteweyî û Kurdistanî avakirina hevkarî û yekîtiyên stratejîk û di çarçoveya daxwazên lezgîn de pêkanîna alîyekî Kurdî yê berfireh, wekî erkeke xwe ya neteweyî dibîne.”
‘Sohbeteke bi temamî dostane bû’
Serokê Partiya Demokrata Kurd (KDP) Reşît AKICI:
“Civîna ku 20ê Nîsanê ligel parlamenterê berê yê AK Partiyê û Endamê Komîteya Navendî ya Biryarê ya AKPê Abdurrahman Kurt hatiye kirin, li ser pêşniyara Abdurrahman Kurt a 13ê Nîsanê pêk hatiye. Derbarê veşarîbûna civînê de, ne ji aliyê hevalên beşdar bûne ne jî ji aliyê Abdurrahman Kurt ve ti pêşniyarek nehatiye kirin. Ji bo mijara veşarîbûna civînê ti endîşeya me û Abdurrahman Kurt nîne. Ji ber ku sohbeteke bi temamî dostane bû pêwîstî bi parvekirina medyayê nehatiye dîtin. Lê belê di nûçeya Rûdawê de, wekî ku ji li pişt deriyên veşarî kulîs têne kirin hatiye nîşandan ku ev xapandina raya giştî ye. Ez vê nêzîkatiya Rûdawê şermezar dikim.”
“Her çiqas hevdîtin bi înîsîyatîfa Abdurrahman Kurt ji partiya xwe serbixwe pêk hatibe jî bi erêkirina me wî got ku ew dê di mijara gihandina serokomar a hurgiliyên civînê de bibe alîkar.”
“Ne pêwendiyeke me bi nebûna HDP û T-KDPê ya civînê de nîne. Em wek aliyên siyasî yên ku li ser daxwaziyên acîl ên Kurdan û çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê beşdarî hevdîtinan bûne, me ev civîn jî wekî derkefet zanî daku daxwazên xwe bigihînin hikûmeta AK Partiyê.
Em wek partiyên Kurd, helbet em ê ji bo çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê di nav lêgerîna tifaqên nû de bin. Banga me li hemû partiyên Kurd e û heger HDP jî xwe wek partiyeke Kurd dibîne, ev banga me ji HDPê re ye jî. Em dibêjin, werin em hemû bihevre ji bo pirsa Kurd çareseriyekê bibînin. Me ev bi Abdurrahman Kurt re jî axivî. Me daxwaziyên acîl ên Kurdan gihandin û me bi awayekî eşkere gavên di vê derbarê de bêne avêtin destnîşan kirin.
Reşît Akici daxwazîyên ku di civînê de wan gihandine Abdurrahman Kurt jî wiha eşkere kirin:
- Pêwîst e nasnameya Kurd û rastiya Kurdistanê were pênasekirin û ev jî bi destûra bingehên were misogerkirin.
- Divê statuya fermî bo zimanê Kurdî bê dayîn û wekî zimanê perwerdeyê were qebûlkirin.
- Pêwîst e her cûre rêxistinbûyîna bi navê Kurd û Kurdistanê were serbest kirin.
- Divê navên cografîk, niştîngeh û cihên dîrokî yên Kurdî li wan bên vegerandin ku li Kurdistanê ew nav bi Tirkî hatine guhertin.
- Divê cihên gorên kesayetiyên Kurd ên dîrokî werin eşkere kirin û ji ber zilma li Kurdan hatiye kirin lêborîn bê xwestin.
- Divê dawî li wan dozên ji bo navê Kurdistanê bi awayekî ne hiqûqî li ser siyasetmedar û partiyên Kurd hatine vekirin bê anîn û dozên girtina partiyên siyasî ji ber peyva Kurdistanê werin bidawîkirin.
Ev nivîs 210831 car hatiye xwendin.