Rewşan Çelîker: Albûma TOV îlhama xwe ji zemanên qedîm distîne
PeyamaKurd - Bê gûman di nav muzika Kurdî de ked û xebatên jinan bê qîyas in. Ji dîrokê heta îro jinên kurdan bi dengên xwe yên xweş reng dane stranên Kurdî.
Wan êş û şahîyên dilên xwe bi avazên xwe anîne ziman. Taybet di van salên dawî de gelek keçên Kurd him bi dengên xwe him bi karanîna amurên muzikê xebatên gelek hêja dikin.
Hûnermend Rewşan ku em wê bi navê “Rewşan Çelîker” nas dikin; yek ji van keçên Kurda ye ku bi hûnera xwe, xwe daye naskirin û hezkirin. Albûma Rewşanê ya bi navê “Tov” demek berê derket. Rewşan Xan li ser xebatên xwe bersiva pirsên PeyamaKurdê da.
Rewşan dibêje; Albûma nû TOV, îlhama xwe ji zemanên qedîm distîne ku hê dil û zimên sînorên ser rûyê erdê nas nekiribû.
Rewşen Xan çend sal in tu bi muzîkê re eleqdar î û te çawa dest bi muzîkê kir?
Cirgî ez hay ji xwe çêbûm heta niha bi mûzîkê re eleqedar im, zaroktiya min di nav dengê keçên koçeran, jinên ku stranan di dawetan de dibêjin derbas bû. Dema min dest bi dibistana seretayî kir, tembûreke min hebû, min lêdida û stranên Kurdî digot. Li zanîngehê rêwitiyeke min ber bi Îranê çêbû, kekê min kemanek ji min re kirî ji wê derê, bi xêra vê kemanê min dest bi perwerdehiya mûzîkê kir, dersen enstûman û armoniyê min stend, fikra mûzîkê, nimuneyên cîhanê hêdî hêdî min nas kir, hîn jî perwerdehiya xwe didomînim.
Di malbata te de kesên muzisyen hene gelo? Berteka malbatê bo karê te çawa bû?
Malbata min gelek ji hûnerê hez dike, gelek xwişk û birayên min bi beşên hûnerê re eleqedar in, di malbatê de sereke cureya hûnerê wênesazî ye, wênesazên me gelek in. Kekê min Amed, bi tembûr û cumbûşê re eleqedar e. Herwiha weke her malbatî dê û bavê min jî, hişmendiya wan ew bû ku digotin pêşî xwendin, azadiya ekonomîk, piştre hûner. Li gor şert û mercên welat ev fikreke maqûl bû, ez wan neheq nabînim.
Di nav stranbêjên jin ên Kurdî de îdola te kê ye?
Ji bilî stranbêjên ji vê alemê bar kirine (Meryemxan, Sûsika Simo, Eyşe Şan) ez ji dengê Hanî Mojtahedy, Lelîla Fariqî û Rojda gelek hez dikim.
Te heta niha çend konser dane?
Min nejimartiye, lê ev du salên dawî, bi albûma yekemîn 'Ax Lê Wesê' konserên min î li welat û derveyî welat zêde bûn.
Tu bi zaravayê kurmancî distirî. Gelo dixwazî bi soranî û zaravayên kurdî yên din jî bistrî?
Ez Mûzîkjeneke Kurmanc im. Zaravayên din hinekî fehm dikim, bi taybetî hewl didim stranên perçeyeke zaroktiya min, jiyan û serpêhatiyên min vebêjim, jiyana min a vê derê Kurmancî ye, di albûma min a nû Tov de 10 stranên Kurmancî hene, lê li ser dikê, li konseran ez stranên bi zaravayên din ku pir ji wan hez dikim jî distrim.
Tu tarza xwe çawa bi nav dikî?
Albûma nû TOV, îlhama xwe ji zemanên qedîm distîne ku hê dil û zimên sînorên ser rûyê erdê nas nekiribû. Behsa zemanên ku evîn jê difûre dike û jixweber ziman jî ber bi henûnbûnê ve bi rê dikeve. TOV, ji rabirduya bîra helbestan sûd werdigire; carna behsa awirên delaleke şermokî, carna behsa gazindên xortekî dilîn, carna bavekî mihacir ku şîretan li keça xwe dike û carna jî behsa meleyekî ku bi nefs û baweriya xwe re ketiye îmtihanê dike.
TOV, bi amûrên kevneşopî û modern ve hat sazkirin, cureya albûmê Progresif Folk e (muzîka gel ku ji bo pêşveçûnê guncav e) û ew di kategoriya 'Muzika Dinyayê' de tê hesibandin.
Keç û xortên ku dixwazin li ser muzikê kar bikin pêşnîyara te ji wan re çi ye?
Ez hîn wê hedê di xwe de nabînim ku pêşniyaran li ciwanan bikim, hîn tecrûbe û serpêhatiyên min ne gelek in. Ji loma bila guh bidin hostayên mezin, hay ji gotin û biyografiyên kesên serkeftî hebin.
Ev nivîs 210940 car hatiye xwendin.