Rojhat Amedî: Divê Tirkiye ji bo pirsa Kurd konsepteke nû amade bike
PeyamaKurd – Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya 20ê Hezîrana 2023yan a Tirkiyeyê, di demeke ku hinardekirina petrola Kurdistanê zêdetirî 80 roj in rawestiyaye û herwiha piştî hilbijartinên Tirkiyeyê pêwendiyên dualî yên Tirkiye-Herêma Kurdistanê jî di serdema nû de xwedî girîngiyeke mezin a siyasî û aborî ye, hate kirin.
‘Hîn çawabûna pêwendiyan nediyar e’
Siyasetmedar Rojhat Amedî di hevpeyvîna ligel K24ê ya li ser serdana Mesrûr Barzanî ya Tirkiyeyê de dibêje: “Ev serdan nîşaneya wê ye ku tê xwestin pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê dubare baştir bibin. Pêwendîyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê di berjewendiya herdu aliyan de ne. Me ev ji sala 2013an ve 4-5 salan dît. Wê demê pêwendiyên gelekî baş û xurt hebûn. Ev yek wê demê hem bû sedema geşepêdana Kurdistanê û hem jî xizmeta pirsa Kurdî kir. Li Bakur kanalek hatibû vekirin û pêvajoya aştiyê hatibû destpêkirin.”
Amedî bibîr dixe, “Pêwendiyên Tirkiyê li gel herêma Kurdistanê gelek girîng in lê çawabûna wan pêwendiyan hê nediyar e. Divê Tirkiye konsepteke nû derbarê pirsa Kurd û Kurdistanê de amade bike.”
‘Îşaretên pêvajoyeke nû ji bo Kurdên Bakur hene’
Rojhat Amedî dibêje: “Îşaretên wê yekê hene ku qonaxeke nû ji bo Kurdên Bakur jî dest pê bike. Wek nimûne çend rojên dawî behsa efûya giştî tê kirin. Eger ev pêk were destpêkeke gelekî baş dibe. Eger vê bikin, wê bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan û rewşenbîrên girtî bên azadkirin. Ev nîşaneya qonax û destpêkeke nû ye.”
‘Hêvî heye bi beşdariya Serok Barzanî proseyeke nû ya dîyalogê bê destpêkirin’
Siyasetmedar Amedî diyar dike, gelek aliyên Kurd ên Bakurê Kurdistanê bi hêvî ne ku careke din Cenabê Serok Barzanî û deshilatdariya siyaseta Kurd a Başûrê Kurdistanê ji bo destpêkirina aştî û dîyalogê beşdariya proseyeke nû bike û got:
“Me salên 2023-14-15 jî ev dît ku sûde jê hat wergirtin. Niha hem hin aliyên Tirk hem jî aliyên Kurd dibêjin, ger pêvajoyeke nû dest pê bike, divê Barzanî û deshilata Başûrê Kurdistanê tê de hebe. Ev daxwaz heye, lê belê Qendîl û hinek aliyên din ên li Tirkiyeyê vê qebûl nakin ku Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî di nav de ye. CHP heger di hilbijartinan de bi ser biketa, dê pêwendiyên xwe ne li ser Hewlêrê li ser Bexdayê bimeşanda ku ev jî di konseta siyaseta wan de hebû. Lewma jî beşek ji Kurdan dengê xwe dan vê deshilatiyê. Heger opozîsyona Tirkiyeyê nehatibe hilbijartin sedema wê Kurd in ku beşeke girîng dengê xwe nedan wan.”
Amedî di hevpeyvînê de dide zanîn, “ji sedî 90ê sedema ku niha Tirkiye di nav krîzeke siyasî û aborî de ye, pirsa Kurd e û eger Tirkiye pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re baştir bike dê bandora vê li ser aboriyê û siyasetê jî çêbibe. Heger Tirkiye siyaseteke nû ji bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê biafirîne, dê rewşa aborî û siyasî ya Tirkiyeyê gelekî baştir bibe.”
‘Başûr ti carî bi Tirkiyeyê re pêwendiyên ku zirarê bidin Bakur nadeyne’
Rojhat Amedî tîne ziman, “Her çiqas hin hesabên Tirkiyeyê hebin jî, Başûrê Kurdistanê ti carî li ser aliyê ku zirarê bigihîne Bakurê Kurdistanê bi Tirkiyeyê re di ti astê de pêwendî nedaniye.”
‘Çareseriya Pirsa Kurd ne li Bexda û Şamê , li Enqere û Tehranê çareser dibe’
Herwiha Amedî diyar dike, “Kêşeyên ku ev 2-3 sal in di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêdibin jî girêdana wan bi Enqere û Tehranê re heye. Kurdan kêşeyên xwe bi Bexdayê re çareser kirine. Li Rojavayê Kurdistanê jî heta astekê bi Şamê re çareser kirine. Kêşeyên ku hene li Enqere û Tehranê ne. Pisa Kurd ne li Bexda û Şamê, li Enqere û Tehranê dikare bê çareserkirin. Deshilata Başûrê Kurdistanê jî divê vê rastiyê bizane û li gorî wê konseptekê biafirîne.”
Ev nivîs 210727 car hatiye xwendin.