Rojhat Amedî: Ti îşaretên ku DEM Partî û AK Partî li hev nekin tune ne

Rojhat Amedî: Ti îşaretên ku DEM Partî û AK Partî li hev nekin tune ne

PeyamaKurd – Siyasetmedar û nivîskar Rojhat Amedî, bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an re, mijarên rojeva siyasî ya Tirkiyê ku li ser pirsa Kurd û mijarên girêdayî wê tê meşandin nirxand.

Ketina rojevê ya Şêx Seîd yek ji nîşaneyeke nêzîkbûna hilbijartinê ye

Amedî di bernameya Nûroj a Rûdawê de, bersiva pirsan da û di serî de li ser nîqaşên bi navê Şêx Seîd ku piştî Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê xebatên li ser projeya çêkirina Bûlwara Şêx Seîd ragihand dest pê kirine got, ew hemû nîşaneyên nêzîkbûna hilbijartinê ne ku aliyên siyasî yên Tirk dixwazin ji xwe re bikar bînin.

Ji bo dengên Kurdan bistînin daxuyaniyên sempatîk didin

Rojhat Amedî bal kişand ser daxuyaniyên nerm ên Partiya Komarî ya Gel (CHP) yên bo kurdan û got: “Beyanên sempatîk ên CHPê ji bo hilbijartinê ye. Serokê CHPê destê hunermendeke Kurd a operayê maçî kir, bi vê dinya xera nebûye. Dema Şivan Perwer hatibû konser dabû, erê maçkirin nebû, lê Erdogan û xanima xwe giriyabûn. Ev hemû nîşaneyên hilbijartinên şaredariyan e. Her kes xwe li ser pirsa Kurd nîşan dide. Ji bo ku dengê kurdan bi taybet jî li metropolên Tirkiyê bistînin vê dikin.”

CHPê xwe nêzî Kurdan nekir û bersiva pirsên wan neda

Li ser pirsa ku divê Kurd di proseya hilbijartinên şaredariyan de çi bikin jî Rojhat Amedî bi bîr xist, “Bêguman pêwîstiya wan bi dengên Kurdan heye, weke mînak li Stenbolê kê şaredariyê bi dest bixe tê wê wateyê ku dibe deshilatdarê siyasî li Tirkiyeyê. Stenbol gelekî girîng e û herî kêm li dor 6 milyon Kurd jî lê hene. Ekrem Îmamoglu hem bi dengên mihafezekarên Kurd hem jî bi dengê DEM Partiyê li Stenbolê bi ser ket. Lê piştî hilbijartinê CHPê xwe nêzî Kurdan nekir û bersiva pirsên wan neda. Tiştek ji bo kurdan nekir û ew cidî negirtin. Bi ser de jî di hilbijartinên borî yên parlamentoyê û seroktiyê de, nêzîkbûn aliyekî silav jî neda kurdan.”

Di navbera Partiya DEM û AK Partiyê guftûgo tê kirin

Amedî destnîşan kir ku di hilbijartinên bê de di siyaseta kurdan de guhertineke stratejîk xuya dike ku di navbera HEDEPê (DEM Partî) û AK Partiyê de guftûgoyek heye. Yanî diyar e hinek şert û merc danîne ber hevdu. Di wê baweriyê de me ku wê lihevhatinek çêbibe. Ji ber ku heta niha ti îşareteke ku ew lihevhatin pêk neyê tune ye.”

Ji bo lihevkirina AK Partî û DEM Partiyê 3 şert têne axaftin

Li ser şertên li ser wan tê axaftin jî got: “Yek ji wan berdana hin girtiyên siyasî ye ku Demirtaş jî di nav de ye û li beramber vê jî dibe li hin metropolan piştevaniya AK Partiyê di hilbijartinê de bê kirin bi şertê ku qeyûman daneynin ser şaredariyên bajarê Kurdan. Şertekî din ê ji bo DEM Partiyê girîng jî destpêkirina serdanên bo Abdullah Ocalan e. Bawer dikim ku ev her sê şert di rojevê de ne û dibe pêk jî werin. “

Şansê CHPê nîne şaredariyên Kurdan bi dest bixe

Derbarê hevpeymaniyên hilbijartinê bo şaredariyan jî Rojhat Amedî dibêje, niha li metropolên Tirkiyê şansê Kurdan tune ye şaredariyan bi dest bixin, lê li bajarên bakurê Kurdistanê jî ji bo şaredariyên berê wergirtine ji dest nede û yên nû bi dest bîne, pêwîste lihevhatinekê pêk bînin. Bi ya min şansê CHPê tune ye li bakur şaredariyan bi dest bixe, her çiqas demên dawî gotinên xwe ji bo Kurdan dikin jî bi ya min ev têr nake. Loma jî bi ya min hevdîtinên behsa wan tê kirin ên di navbera AK Partî û DEM Partiyê de pêk tên, girîngtir e.”

Ji bo pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê faktor û aliyên nû çêbûne

Ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoyeke çareseriyê jî Amedî diyar kir ku ew bawer nake carên din be, ji ber ku rewş li Tirkiye û Rojhilata Navîn hatiye guhertin û got: “Dîsa jî dibe nêzîkbûnek çêbibe. Ji derveyî PKKê û DEM Partiyê (HDP) li rojhilata navîn hin faktorên din bipêş ketine û hin aliyên din jî hene ku divê daxilê vê proseya nû bibin. Bo nimûne HUDA-PAR jî bûye faktorek. Li aliyên din li Bakurê Kurdistanê komeleyên sivîl çêbûne. Ew jî divê weke hêzekê bên dîtin. Ji ber ku ew ji hinek partiyan jî bihêztir in. Heke pêvajoyeke nû dest pê bike, wê ew jî beşdar bibin.”

Partiya DEM neçar dibe were ser xeta Kurdî

Rojhat Amedî dawiyê got: “Di hilbijartinên şaredariyan de, niha dengdêrên Kurd dixwazin bi taybet partiyên Kurd nêzîkî hev bibin, Partiya DEM jî dikare li vir rolekê bilîze ji ber ku hêza esasî ew in. Ew jî niha ji bo hilbijartinan bi hinek partiyên biçûk re danûstandinan dikin daku helwesteke Kurdistanî nîşan bidin. Dibe ku ev jî hinek aliyên çepên Tirk nerehet bike, lê ew luksa Partiya DEMê nemaye ku vê carê jî daxwazên partiyên çep bicih bîne. Yanî hinek faktorên nû û konjonktur neçar dike Partiya DEM were ser xeta Kurdî.”