Rojhat Amedî: Tirkiye karta PKKê wekî fişar bikar tîne

Rojhat Amedî: Tirkiye karta PKKê wekî fişar bikar tîne

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, beriya serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, serdana Bexda û Hewlêrê kir. Di vê serdanê de gelek mijarên hilawistî yên li benda çareseriyê ne, hatin gotûbêjkirin ku biryar e hejmarek peyman jî di çend rojên bê de werin îmze kirin û ji bo pêwendiyên Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê ev bibe destpêkeke nû.

‘Hakana Fîdan ji bo destpêkirina qonaxeke nû şansek e’

Siyasetmedar Rojhat Amedî, di hevpeyvîna ligel Kurdistan24ê de serdana girîng a Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku di kabîneya nû ya hikûmeta Tirkiyê de dest bi kar kiriye, wekî şansekî mezin nirxand û wiha got: “Hakan Fîdan ji ber şarezayiya xwe ya di warên têkiliyên derve, ewlekarî û herêmê de ku pir baş nas dike, ji bo destpêkirina qonaxeke nû ya ligel Iraqê şansek e. Herwiha derbarê Sûriyê de jî agahdar e û ev şansek e ji bo destpêka qonaxekê. Dikare bibe sedema baştirkirina têkiliyên Tirkiye yên ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

‘Herêma Kurdistanê nikare daxwazên Tirkiyê bicih bike’

Amedî bal kişand ser daxwazên îradeya siyasî ya Tirkiyeyê ji Iraq û Herêma Kurdistanê û diyar kir, “Tirkiyeyê daxwazên zêde ji Herêma Kurdistanê kirine ku nikare wan cîbicî bike. Lewra tê zanîn ku di her biryarên li Bexdayê têne dayîn de, bêguman bandora Tehran û Enqereyê heye.”

Li ser çareserkirina pirsên girîng û hilawistî yên Tirkiyeyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re jî Rojhat Amedî dibêje; “Niha pirsa herî girîng ku Tirkiye daxwazê ji Herêma Kurdistanê dike PKK ye. Tirkiye hewl dide li gorî xwestekên xwe çareseriyekê ji vê mijarê re bîne, lê bi ya min ev ne mimkun e. Hakan Fîdan li Bexdayê daxwaz kir ku PKK wekî rêxistineke terorîst bê pênasekirin ku ev daxwaz pêk nayê.”

Gelo Tirkiye dikare heman daxwazên bo PKKê ji Îranê jî bike?

Rojhat Amedî diyar kir ku ew daxwazên ku Tirkiye ji Iraq û Herêma Kurdistanê dike, divê ji Îranê bê kirin û wiha pê de çû:

“Belê rast e ku PKK ji zû de ye li Herêma Kurdistanê bicih bûye û çalakiyên xwe yên li dijî Tirkiyeyê birêve dibe. PKKê li herêmên ne di bin deshilatiya Herêma Kurdistanê de jî heye. Bi eşkereyî tê dîtin ku pêwendiyên gelekî xurt di navbera PKKê û Îranê de hene. Berê bi hezaran çekdarên PKKê li Qendîlê hebûn, niha ew nemane. Li sînorên Tirkiyê hejmarek zêde hebûn, lê niha hemûyan xwe kişandine aliyê başûr. Wekî nimûne li deverên wekî Pêncwînê ango 300 kîlomtre dûrî sînorên Tirkiyê bicih bûne. Niha ew herêm hemû di bin kontrola Îranê de ye.”

Amedî destnîşan kir ku divê Tirkiye daxwazên xwe yên derbarê PKKê de li şûna Iraq û Herêma Kurdistanê, ji Îranê bike û da zanîn: “Bêguman bandora Îranê gelek li ser PKKê heye. Gelo Tirkiye wan daxwazên ku ji hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê dike dikare li Îranê bike?”

‘Tirkiye karta PKKê wekî fişar bikar tîne’

Rojhat Amedî derbarê serdana Hakan Fîdan û amadekirina zemîna serdana Erdogan a bo Iraq û Herêma Kurdistanê de got, “Recep Tayyip Erdogan zû de ye dixwaze serdana Iraqê bike. Di heman demê de wê serdana Herêma Kurdistanê jî bike. Beriya vê serdanê amadekarî têne kirin ku dê hinek peyman bên vajokirin. Lewma jî karta PKKê li dijî Iraq û Herêma Kurdistanê wekî fişarê bikar tînin. Mijarên avê, korîdora geşepêdanê ku Tirkiye dixwaze ji Ovakoy heta Bexdayê ava bike hene. Ev hemû di rojeva Tirkiyê de ne.”