Seyran Duran: Pirsa Kurdîtiyê, mafên jinan û azadiyê ketiye xwîna min
PeyamaKurd – Seroka Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Swêdê, Seyran Duran ku bi salan e serokatiya wê komeleyê dike dibêje, em bi hevkariya hikûmeta Swêdê û Herêma Kurdistanê li ser pirsa Kurdîtiyê, pirsa mafên jinan û azadî projeyên hevpar çêdikin.
Seroka Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Swêdê Seyran Duran, beşdarî bernameya Zeynep Cager a li ser NetewTVyê bû. Seyran Duran di wê bernameyê de got ew wekî komeleyeke Kurdistanî xebatên hilbijartinê dikin da ku zêdetir beşdarî li hilbijartinê bê kirin û namzedên jin bêne bijartin.
‘Di hikûmeta Swêdê de nêzîkî 8 jinên Kurd parlementer in’
Seyran Duran dide zanîn ku li Swedê gelek komele û rêxistin hene lê em komeleyeke jinan a bê alî ne ku her jin dikare xê tê de bibîne.
Xanima Duran, “Niha di hikûmeta Swêdê de nêzîkî 8 jinên Kurd parlementer in. Piraniya van jinan ciwan in, li Swêdê mezin bûne û nûnertiyek baş jî dikin.”
Duran wekî komele peywendiya wan bi van parlementeran re heye, “Peywendiya me bi wan re heye, eger em bixwazin wan bibinin yan jî dema tîmek ji Kurdistanê were û bixwaze biçe parlementoyê, em di navbera herdu aliyan de têkiliyan çêdikin. Beşdarî bernameyên me yên wekî pîrozbahiyên Newrozê, 8ê Adarê û hwd. dibin.”
‘Yekîtiya Jinên Kurdistanê înîsîyatîf werdigire û ji bo bakur û başurê Kurdistanê projeyan çêdike’
Li ser pirsa Zeynep Cager ‘em dikarin bêjin ev yek bi awayekî lobiyeke Kurdan e, lobiyeke jinên Kurd e lê dema li Kurdistanê pirsgirêkek çêbibe, hikûmeta Swêdê alîkariya we dike, rê li ber we dixe yan?’Seyran Duran got ew wekî Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Swêdê înîsîyatîf werdigrin û ji bo bakur û başurê Kurdistanê projeyên cuda cuda çêdikin.
Çalakvana Kurd Seyran Duran, “Em alikariya hikûmeta Swêdê dikin, ew jî ya me. Me di çaroçoveya projeyekê de li başurê Kurdistanê projeyek çêkir. Bo vegera welat bi dilxwazî. Me bi 4 mamosteyên jin ên Kurd re li Hewlêr û Silêmanîyê kurs vekirin. Di van kursan de em li ser perwerdeya zarokan, li ser yeksanî û demokrasiyê rawestiyan. Vê projeya me sê salan dewam kir. Birêz Kak Nêçîrvan Barzanî jî alîkariya me kir. Herwiha bi hevkariya hikûmeta Kurdistanê û Swedê me 10 jinên kurd li parlementoya Kurdistanê anîn Swêdê û beşdarî kursekê bûn. Projeyeke baş û serkeftî bûn.”
‘Rêxistina jinan rêxistineke mezin bû, tê naskirin lê bi xebatan berbelav bû’
Çalakvana Kurd Duran dibêje, pirsa Kurdîtiyê, pirsa mafên jinan û azadî ketiye xwîna we, “Pirsa Kurdîtiyê, pirsa mafên jinan û azadî ketiye xwîna me. Rêxistina jinan rêxistineke mezin bû, tê naskirin lê bi xebatan berbelav bû. Bêyî ku ferqiyê biximê ez beşdarî civîn, panel û konferansan bûm lê di van salên dawiyê de nînim, kar û taqeta min kêm bûye.”
Hêjayî gotinê ye ku Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Swêdê wekî struktur wek federasyona jinên Kurdistanê li Swêdê ye. Ji her çar perçeyên Kurdistanê endamên wê hene û ne girêdayî hêzeke siyasî nîne. Rêxistin li ser pirsgirêkên jinan li Swêdê û Kurdistanê kar dike. Rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Swêdê di sala 1992yan de hatiye avakirin û navend û bingeha rêxistinê li Swêdê ye.
Ev nivîs 210888 car hatiye xwendin.