Suleyman Çevîk: Kurdî bi xwe siyaset e!

Suleyman Çevîk: Kurdî bi xwe siyaset e!

PeyamaKurd - Kovara Nûbiharê 27 sal in bê navber weşana xwe didomîne. Gelo welatekî weke Tirkiyê ku ewqas tundî û qedexe li ser zimanê Kurdî çêbûne, ev kar çiqas hêsan e? Çi bûye sedem ku kovara Nûbiharê demek ewqas dirêj weşana xwe domandiye? Edîtorê Nûbiharê birêz Suleyman Çevîk pirsên PeyamaKurd ên di vê mijarê de bersivandin.

Çevîk dibêje: “Hemû rengên kurdan bawerîyên kurdan, gereke xwe di Nûbiharê de bibînin û bikaribin xwe bînin ziman”.

We di sala 1992yan de weşanxene û kovara Nubiharê ava kir. Gelo berî wê demê weşanxaneyên kurdî li Tirkîyê hebûn û kîjan bûn?

Dema em li tarîxa Tirkiyê dinêrin, weşangerîya kurdî piştî ku cumhurîyet ava bûye, Osmanî hildiweşe di wê deme de, li ser zimanê kurdî qedexeyek bi tundî dest pê dike. Heta salên şêstî. Di salên şêstî de em bêjin yek bi navê “Deng” wekî dî jî du sê kovar weşîyane. Ew jî ne bi kurdî bûne. Tenê çend rûpel di nav wan de bi kurdî hebûne.

Gelo berî Cumhurîyetê kîjan kovarên kurdî hebûn? Tu dikarî çend navan bêjî?

Berî Cumhurîyetê yekem rojnameya Kurdî di sala 1898an de rojnameya Kurdistanê derketiye. 1908an de bi navê “Kurd Teawun we Teraqî Xazetesî” derketiye. Piştî wê kovara telebeyan “Rojîkurd” derketiye. Pey wê dema Rojîkurd hatiye girtin bi heman maneyê “Hetawî Kurd” derketiye.

Bi giştî osmanî bûne gelo?

Bi Osmanî û Kurdî, bi du zimanan derketine. Pey wan di 1918an de kovara “Jîn” derketiye. Salek pey wê bi navê “Kurdistan” kovarek derketiye. Yanî wisa dewam kiriye. Heta salên bîstî. Pistî Cumhurîyetê tabî evna xelas bûne. Yanî kovarên piştî Cumhurîyetê derketine piştî salên 60î pê ve ne, ew jî wekî me got, ne bi giştî kurdî ne, tenê nav wan de çend heb şiîr hene. Cara yekem li Dîyarbekirê di 1959an de, di rojnameya Yenî Yurtê de Musa Anter bi navê “Qimil” helbestekê dinivîsîne ew jî jixwe gelek bûyer tên serê wî, heta wê demê metnek kurdî di tu derê tuneye.

Li pey wî ji salên 1960î pe ve, di salên 1970yî de dema çepgirên Kurd û tirk ji hev diqetin hingê û hinek rêxistinên kurdên çepgir ava dibin, ewna tiştên kurdî û li ser kurdan diweşînin.

Yekem kovara kurdî piştî Cumhurîyetê derketiye “Tîrêj” e, ew jî 4 hejmar derketiye. Di nav ev kovar derxistine de Rojen Barnas, Malsimanîj û Berken Bereh heye. Helbestên Arjen Arî jî di vê kovarê de derketine. Mixabin jimarên wan jî niha di destê kesî de tune ne, an jî kêm in. Di salên 80yî pê ve jixwe piştî 12 Îlonê her tişt qedexe bûye. Gelek nivîskar çûne Swêdê. Li Swêdê di salên navbera 1980 û 1990an de weşangerîya Kurdî geş bûye. Di 1991ê de dema Turgut Ozal qedexeya li ser ziman rakir; lewre cunta 12ê îlonê qedexe anîbû ser zimanê kurdî, gelek weşanxane ava bûn, di nav wan de Nûbihar jî ava bû. Wê demê çend weşanxane hene Firat heye, Doz heye.

27 sal in Kovara Nûbiharê weşana xwe didomîne. Di weşangerîya Kurdî de ev tiştek ne ji rêzê ye. sedema temen dirêjîya Nûbiharê çiye?

Tabî ev kar, karek normal nîne. Karê weşangerîya Kurdî karek zehmet e. Lê divê ji ber gelek sedeman mirov vî karî bike û dev jê bernede. Mesela eva naşibe karê dikandariyê yan karê xwaringehekê. Ew kar xwedî mîsyon e. Misyon jî ev e: Li hember asîmilasyonê zimanê kurdî diparêze fêrî mirovan dike. Li hember qedexeyên li ser ziman helwestê nîşan dide. Ji ber van sedeman xebat divê, têkoşîn divê. Karên li ser zimanê kurdî tên kirin ev kar bivê nevê bi her şiklê mirov gelek zor û zehmetiyê dikşîne. Yanî heger kar karek normal bûya, ne karê weşangerîya Kurdî bûya belkî deh caran bîst caran me yê dev jê berda û kareke din bikira. Bes ev kar ne karê devjêberdanê ye. Divê mirov micadeleyek dûv û dirêj bidomîne. Çimkî ji gelek însanan re hêvî ye. Di vê karî de tabî fedakarî heye, fedakarîya xebatkaran, xwendewanan ya karmendan heye. Ev kes çiqas zehmetîyan bikşînin jî, çiqas biwestin jî dixwazin ev kar dewam bike. Ev kar bi vê misyon û armanca heta vê rojê hatîye.

Tevî ku Nûbihar kovarek olî ye di nav nivîs û nivîskarên Nûbiharê de rengên gelek cuda jî hene. Em dikarin bêjin Nûbihar deriyê xwe ji hemû rengên Kurdewariyê re vekiriye?

Belê, di serî de jî misyona Nûbiharê ev bûye. Yanî her çiqas em kovareke xwedî bawerî bin jî yên ku di kovarê de dixebitin mirovên dîndar bin jî;

Nûbihar tenê xîtabî dîndaran nake. Wekî me jor jî got, hemû rengên kurdan, baweriyên kurdan, gereke xwe di Nûbiharê de bibînin û bikaribin xwe bînin ziman. Helbet pîvanên me hene. Ango her tiştî em naweşînin. Mesela pîvana me, em bêjin nivîsên li bawerîyan heqaret bikin, ne tenê baweriya Îslamê, hemû bawerîyan, nivîsên bi wî şiklî me neweşandine û em tu carî naweşînin. Ya duduyan jî dubendiyê bixe navbera partîyan, grûban hwd. Hinek însanan hedef nîşan bide. Nivîsên wîsa rexneyî bi tarzek bê sîyanet bên nivîsandin, em wan jî naweşînin. Yanî em naxwazin Nûbihar bibe qada dubendiyan û gengeşîyan.

Bi qasî em dizanin Nûbihar ji siyasetê dûr e.

Belê ji siyasetê dûr e, lê karê kurdî bivê nevê muamela siyasetê dibîne. Li Tirkiyê tu tefsîra Qur’anê jî biweşînî, tu meala Qur’anê jî biweşînî muamela siyasetê dibîne. Heger Kurdî be di çavê wan de sîyaset e.

Pirsa dawî; di nav nivîskarên Nûbiharê de hejmara nivîskarên jin gelek kêm in. Heta di hin hejmaran de qet jin tune ne. Ji bo ku jinên Kurdan bêhtir bala xwe bidin xwendin û nivîsandina Kurdî tu xebat û projeyên we hene gelo?

Helbet jin, nîvê civatê ne. Herçendî di kargehan de, weşanxaneyan de jin ne bi qasê mêran hebin jî, di jîyanê de jin bi qasî mêran hene. Di vê xalê de heyat mişterek e. Mixabin jin di karê nivîsandinê de qasê ku em dixwazin ewqas tune ne. Haya me jî ji vê yekê heye. Em jî ferq dikin. Ev ji bo me kêmasîyek e. Divê em vê kêmasîyê ji holê rabikin. Jinên kurdan bi nivîsandinê ve bi kulturê ve eleqedar bibin, ev ji bo me qezenc e. Û divê wisa jî bibe. Heger jinên bi vî rengî xebatan bikin hebin emê jî bi kêfxweşî bêhtir îmkanan bidin wan. Dema nivîsek jinan dikeve destê me, em dixwazim pêşî wê biweşînin. Rastî jî dema bi temamî nivîsên mêran di hejmarekê de hebin, ew kêmasî ye. Em nikarin bêjin ev tiştekî baş e. Dema em keç û jinên ku di nav van xebatan de dibînin jî em wan teşwîq dikin û piştgirîya wan dikin.

Xwendevanên we yên jin di çi astê de ne?

Belê hene, lê mixabin bi qasî zilaman tune ne. Em dibêjin jina Kurd di warê parastina ziman û çandê de ji zilaman bêhtir xwedî mîsyon in. Çimkî jin di malê de ne, zarokan xwedî dikin. Rasterast bi perwerdê ve eleqeya wan heye. Eger ew jin bi kurdî xeber bidin, ser karê kurdî xebatan bikin ewê bêhtir feydê bidin ziman û çanda xwe. Jin bêhtir li zimanê Kurdî xwedî derdikevin. Bêhtir gotinên pêşîyan dizanin, bêhtir bi kelepora kurdî ve eleqedar in. Jin bikaribin van tiştan derbasî nivîsê bikin, evê bêhtir feydê bidin zimanê Kurdî. Wekî min got, kêmbûna nivîskarên jin di Nûbiharê de helbet kêmasîya me ye. Derfet hebe jin bikaribin binivîsin helbet emê cih bidin wan. Yek sedemê kêmbûna nivîsên jinan jî ew e ku ew jî bi qasî zilaman ji me re nivîsan naşînin.

Suleyman Çevîk kî ye?

“Ez di sala 1965an de li gundekî Çermugê hatime dinyayê. Heta deh salîya xwe li gundê xwe bûm. Paşê em çûne Merdînê ji bo karê bavê min. Min li wir dibistana destpêkê, ya navîn û lîse qedandiye. Di sala 1984an de jî ez hatime Stenbolê Zankoya Marmarayê, min rojnemavanî xwendiye. Me sala 1992yan jî kovara “Nûbihar” ê ava kir. Ji wê demê heta niha ez di Nûbiharê de dixebitim û berpirsîyarê kovar û weşanxaneya Nûbiharê me.”

Ev nivîs 210996 car hatiye xwendin.