Taşçier: Heke Kurd mafên zimanê xwe bixwazin ev dibe nijadperestî!
PeyamaKurd – Di van demên dawî de, careke din li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mijara mafê perwerdeya zimanê Kurdî ketiye rojevê ku ew daxwaz bi dengekî bilind têne bilêvkirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Diyarbekirê Îmam Taşçier jî yek ji wan kesan e ku li parlementoyê vê mijarê tîne rojevê.
Em wekî PeyamaKurd li ser wê mijarê û rewşa siyasî û aborî ya Tirkiyê bi Îmam Taşçier re axivîn.
Taşçier dibêje, heke Kurd di nava xwe de yekîtiyekê ava bikin, dewletên Ewrûpî jî wê rêz û hurmetê ji Kurdan re bigirin.
Di meclîsê de ji ber ku we ji bo Kurdan mafê perwerdehiyê xwest, hinek wekîlên îqtîdarê axaftina we birîn û hûn weke nijadperest tometbar kirin û zebtên meclîsê de jî axaftina we ya bi Kurdî bi rengê “x”ê nivîsandin. Hûn dikarin hinekî qala vê mijarê bikin?
Di axaftina min de, min mafê perwerdehiyê bi zimanê Kurdî parast û min got ku ji bo nexweş û bijîşk ji hev fêhm bikin, divê mafê perwerdehiyê were dayîn. Êdî ji ber ku min çend hevok bi Kurdî gotin ew nijadperestên MHPyî yên faşîst êrîş kirin û gotin ku tu nikarî bi Kurdî biaxivî. Heke hûn li vir behsa Kurd û zimanê Kurdî bikin, ev nijadperestî ye. Ev qas sal zimanê me qedexe kirine û gelê Kurd asîmîle kirine, nehiştine ku Kurd bi zimanê xwe biaxivin û perwerdeyê bibînin. Zimanê Tirkî bi zorê li ser Kurdan ferz kirine. Êdî ev ne nijadperestî ye, lê ku Kurd behsa zimanê xwe yê hezar sale bikin ev dibe nijadperestî. Li gorî qanûnên Tirkiyê, tu nikarî di meclîsê de bi Kurdî biaxivî. Di zebtên meclîsê de peyvên Kurdî bi rengê “x”ê derbas kirine. Êdî jixwe Kurd nayên naskirin. Ji xeynî vê mafê axaftina bi Kurdî jî nayê naskirin. Di dinyayê de dewleteke wisa tune ye. Belkî berê hebûn, lê vê gavê nemane. Li her derê zimanê her kesî tê naskirin û perwerdekirin. Lê bi zimanê Kurdî perwerde nayê kirin. Ev jî di makezagona Tirkiyê de bi madeya sêyemîn hatiye qedexekirin.
Aboriya Tirkiyê her ku diçe ber bi xirabûnê ve diçe û dolar û dowîz bilind dibin. Li gorî we aborî ber bi kû ve diçe?
Aboriya Tirkiyê bi rastî ber bi xirabiyê ve diçe, heke mirov wisa kurt bibêje. Çima xirabî? Em dinêrin; dolar, dowîz, borsa tev bilind dibe û her ku diçe qîmetê pereyên Tirkiyê kêm dibe. wextê ku qîmetê pereyan kêm bibe û qîmetê dolaran bilind bibe, ew dewlet bi rastî têk diçe. Çima? Lewra dewleteke weke Tirkiyê, tiştekî nade derve û her tiştên xwe bi dolaran ji derve distîne. Heta heta ev hukûmeta AKP ew qasî xwe bi dolaran ve girêdaye heta nîsk, nok û genim ji derveyê Tirkiyê bi dolaran, bi dowîzan distîne. Vê dewletê xwe ew qasî bi derve daye girêdan ku pir dowîz jêre lazim dibe. Ji xeynî vê jî divê Tirkiye îxracatê jî bike û ew jî li Tirkiyê pir kêm e. Yanî ji aliyê sanayî ve tiştekî ku Tirkiye çêdike tune ye. Tirkiye dixwaze xwe bike weke Çîn û Koreyê lê ev pir zahmet e. Yanî em dikarin bibêjin ku aboriya Tirkiyê xirab diçe.
Ji ber ku aborî pir xirab e û hikûmet jî zeîf ketiye muxalelet ji bo hilbijartinê dengê xwe bilind dike. Li gorî we di demeke kin de hilbijartinek li pêşiya me heye an na?
Piştî ku hilbijartina herêmî a şaredariyan ku li Tirkiyê çêbû û dozdeh, sêzdeh bajarên mezin yên weke Stenbol, Enqere, Îzmîr û Edenê AK Partiyê winda kirin, ji wê rojê heta îro bi rastî hilbijartin di rojeva Tirkiyê de ye û her dem hatiye nîqaşkirin. Lewra hêza îqtîdarê li ser bajaran ketiye û partiyên muxalefetê jî dixwazin berî gavekê hilbijartinê bikin û îqtîdarê daxin. Îqtîdar jî lê digere ku hilbijartineke pêşwext bike û bi ser keve. Lê îro jî li gorî anketan rayên Ak Partî û MHPê ketine. Ji ber vê yekê ez hilbijartineke pêşwext niha zahmet dibînim. Li gorî min îqtîdar tiştekî wiha naceribîne. Lewra hê sal û nîvek dema hilbijartinê heye. Dibêje belkî heta sal û nîvekî ez xwe hinekî bi ser hev de bidim. Ya duduyan jî bi rastî wextê em lê dinêrin ev aborî çi qas xirab dibe, ew jî li ber çavan e. Êdî îqtîdar wê çi qasî bi ser keve, ew jî zahmet e.
Heke hilbijartinek di demeke kin de çêbibe; hûn ê wek HDPê, siyaseteke çawa bimeşînin?
Piştî hilbijartinên herêmî HDP ji roja pêşî de di bin zextan de ye û ji şaredariyên HDPê re qeyûm hatine avêtin. Jixwe ji wê rojê ve HDP ji bo hilbijartinê amade ye û xebatên xwe wisa dimeşîne. Ez wisa bawer dikim ku ti partî bi qasî HDP ji hilbijartinê re, ne amade ne. Ew siyaseta xwe jî li ser çareserkirina pirsgirêka Kurdî dimeşîne. Dixwaze berî gavekê ev siyaset bi ser keve. Tecrîda li ser Birêz Ebdullah Ocalan, Selahettîn Demîrtaş û Kavala heta bi hemî girtiyan tev siyasî ne. Ji ber vê yekê rojek berî rojekê dixwaze siyasetekê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî bi ser keve ew ê bimeşîne.
Gelo hûn niha kê weke namzetê Serokomariyê dibînin?
Bi rastî hê ti partiyan namzetê xwe eşkere nekirine. Weke CHPê û Tifaqa Gel û Îyî Partiyê jî eşkere nekiriye. Ê ku eşkere kirine MHP û Ak Partî ye û ew jî dibêjin namzetê me Erdogan e. Ji bo HDPê Selahattîn Demirtaş tê bîra gelê Kurd ,weke ku tê zanîn, bi qasî %15 rayan dikare bistîne. Lê divê % pêncih deng bêne standin. Ew jî zahmet e. Armanca me ew e ku di hilbijartina serokomarî û parlamentoyê de em dengên xwe winda nekin û namzetekî xurt eşkere bikin. Ew jî wê di pêşerojê de kifş bibe.
Ji bo ku Kurd derfetên baştir bi dest bixin, divê çawa tevbigerin?
Zextên dewleta Tirkiyê li ser Kurdan pir zêde ye û her dem girtin û heps û zindan heye. Endamên HDPê yên weke Selahattîn Demîrtaş, neh deh parlameter û serokên şaredariyan di girtîgehê de ne. Ji ber van, derfetên ku em bikaribin bi pêş kevin pir kêm in. Heta ku Kurd tifaqeke xwe çênekin û hemî li pirsgirêka Kurdî xwedî dernekevin, îqtîdara îro jî yeke din jî were ew ê li ser Kurdan zextên xwe bidomînin. Ji ber vê yekê heke gel li partiya xwe xwedî derkevin û rayên wê zêde bibin, ez wisa bawer im di pêşerojê de ew ê ji bo gelê Kurd û HDPê baş bibe. Divê em yekîtiyê zêde derxin pêş.
Li Tirkiyê û li derveyî Tirkiyê hûn pêşeroja siyaseta Kurdan çawa dibînin?
Heke Kurd yekîtiyê çênekin û dijmintiya hev bikin, pêşeroja Kurdan wê tarî be. Di van deh salên dawî de li Rojhilata Navîn di mijara dewlet, îqtîdar û pergalan de gelekî guhertin çêbûne. Di vir de jî Kurd roleke pir baş distînin. Partî û dewletên Rojhilata Navîn bêyî Kurdan nikarin gavan bavêjin. Hem hewceyiya wan bi Kurdan û hem jî ya Kurdan bi wan heye. Lê ji ber ku Kurd bi van dewletên emperyal yên weke Amerîka, Rûsya û Ewrûpayê re pêwendiyên xwe baş bike; di destpêkê de divê di nava xwe de yekîtiyeke xwe çêbike.
Divê partiyê Kurdan yên weke PKKê û KDPê û yên din bi hev re li ser yek armancê bimeşin. Lê belê heke di navbera partiyên Kurdan de dijmintî hebe, wî wextî dewletên Rojhilata Navîn wê Kurdan berteref bikin û bi hinek partnerên din re bimeşin. Ji bo ku li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava siyasta Kurdan bi ser keve divê di destpêkê de Kurd yekîtiyeke xwe ava bikin.
Ev nivîs 210806 car hatiye xwendin.