Vahap Coşkun: PKK mafê jiyanê nade muxalefeta Kurdan!
PeyamaKurd – Akademîsyenê Kurd li Zanîngeha Dicle ya Diyarbekirê Dr. Vahap Coşkun, rojeva kurdan, rewşa Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê nirxand.
Coşkun dibêje; PKK dixwaze li Rojavayê Kurdistanê desthilatdariya yekperestî çêbibe û li dijî wê muxalefet çênebe, lê beramberî wê jî li dijî Statuya fermî ya Herêma Kurdistanê siyasetê dimeşîne û bi zimanekî tahrîkkar tevdigere ku bi vî awayî jî destkeftiyên siyasî yên Kurdan dikevin xetereyê.
Akademîsyen Coşkun li ser êrîşên dijî navendên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê dide zanîn: "Demokrasî beriya her tiştî bi naskirina muxalefetê çêdibe. Dema ku hûn mafên jiyanê nedin muxalefetê, hûn li vê derê ne dikarin demokrasiyê pêk bînin ne jî mafên gel tên parastin."
Herwiha Vahap Coşkun balê dikişîne ser girîngiya statuya Rêveberiya Herêma Kurdistanê û bibîr dixe, "Di pêvajoya ku şerê Rûsya û Ukraynayê ji dewletên herêmê re bûne mînaka pozîsyoneke nû, statuya Başûrê Kurdistanê û serdanên Rêveberiya Herêma Kurdistanê yên navdewletî, xwedî girîngiyeke mezin a li ser hebûna Kurdan e."
Akademîsyenê Kurd û mamosteyê Zankoya Hiqûqê li Zanîngeha Dicle ya Diyarbekirê Dr. Vahap Coşkun, bersiva pirsên PeyamaKurd dan.
Hûn êrîşên PKKê yên li dijî saziyên bin banê ENKSê çawa dinirxînin?
“PKK, ji berê ve ji siyaseteke din re tehemulê nake, tehamulê fikir û ramanên cuda nake. Ji bo wê heger li herêmekê desthilatdarî bikeve destên PKKê, hêz bikeve destên PKKê, wê demê PKK derfetê nade muxalefetê. Êrîşên li ser ENKSê jî ev siyaseta PKKê car din derxist holê. Ev siyaset, siyaseteke gelek xelet e. Heger ku ev siyaset bimeşe, ango PKK bi ENKSê re li hev neke yan jî jiyaneke bi hev re pêk neyîne, li rojava îhtimala yekîtiya Kurdan ji holê radike. Ev jî ji bo Kurdan pirsgirêkeke gelek mezin e.”
“Dema ku di demên pêş de Sûriyeya nû were tanzîmkirin, daxwazên Kurdan çi ne, Kurd dê di Sûriyeya nû de çawa cih bigirin? Ji bo vê beriya her tiştî divê di siyaseta Kurdan de di daxwazên Kurdan de yekgirtinek hebe. Lê ev siyaset vê îhtimalê ji holê radike, destên Kurdan li wê derê vala dihêle. Heger di navbera ENKS û PKKê de siyaseteke hevpar hatibûya pêkanîn, ez wisa bawer dikim ku dê hêza Kurdan li Rojava hîn zêdetir bibûya.”
Armanca PKKê ya li ser siyaseta başûr û rojava çi ye?
“PKK dixwaze li Rojava desthilatdariya yekperestî çêbibe, li dijî wê muxalefet çênebe. Ji bo wê jî pergaleke antîdemokratîk dide ber xwe. Hawirdoreke totalîter ava dike, muxalefet li wê derê nikare ji bo mafên xwe yên siyasî derfetê bibîne. Her saziyên PKKê bi navê ‘demokratîk’ dest pê dikin, her fikirên wan bi peyva demokratîkbûnê dest pê dikin lê belê demokrasî beriya her tiştî bi naskirina muxalefetê çêdibe. Dema ku hûn mafên jiyanê nedin muxalefetê, hûn li vê derê ne dikarin demokrasiyê pêk bînin ne jî mafên gel tên parastin.”
“Dema em li başûr temaşe dikin, PKK li wê derê jî statuya Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya fermî nas nake. Medyaya PKKê bi temamî li dijî vê statuyê disekine û siyaseteke gelek tehrîkkar dimeşîne. Ev jî li başûr bêpergaliyekê derdixe holê. Ev bêpergalî jî ji bo Kurdan gefeke mezin e lewra li wê derê ji bo Kurdan hem destkeftiyeke hiqûqî hem destkeftiyeke siyasî heye. Rêveberiya Kurdistanê vê wateyê dide. Heger ev rêveberiya Kurdistanê bikeve bin xetereyê yan statuya wê bikeve bin xetereyê, jixwe hem rêveberiya Iraqê, hem rêveberiya Îranê ji piştgiriya vê statuyê ne razî ne, dixwazin ev statu hinek din kêm bibe. Heger ev statu were wendakirin, ev ji bo hemû Kurdan dibe wendahiyeke mezin. Lê PKK vê nagire ber çavên xwe, vê siyasetê nas nake û li dijî vê statuyê siyasetê dimeşîne. Ev ji bo Kurdan pirsgirêkeke mezin e.”
Divê nûnertiya Kurdan di qada navneteweyî de çawa bê kirin?
“Îro hem li herêmê, hem li deverên din ên cîhanê bûyerên girîng diqewimin. Li cîhanê di nav Rûsya û Ûkraynayê de şerekî mezin heye û ev ji bo vê herêmê û ji bo dewletên vê herêmê pozîsyoneke nû derdixe holê. Di vê demê de nûnertiya Kurdan gelek girîng e. Kurd hem bi dewletên herêmê re hem bi dewletên rojavayî re divê têkiliyên xwe yên aborî û siyasî xurt bikin. Divê qada van têkiliyan dorfireh bikin. Di vê mijarê de em dikarin bibêjin ku van serdanên dawîn ên Rêveberiya Herêma Kurdistanê ên li Fransa û Brîtanyayê hatin kirin, ev gelek girîng in. Hem têkiliyên nû ava dibin hem jî têkiliyên heyî xurttir dibin. Divê ev serdan werin zêdekirin. Li aliyê din ne tenê aktorên siyasî, divê aktorên sivîl ên Kurdan jî di vê qadê de rola xwe bilîzin. Wekî mînak çalakiyên lobî hene, divê daxwazên Kurdan li qada navdewletî hinek din jî zêde were zimên.”
“2 Erkên sereke yên partiyên siyasî yên Kurdan hene. Yek jê daxwazên Kurdan bên diyarkirin û bên eşkerekirin. Kurd kîjan mafên makezagonî dixwazin, dixwazin kîjan mafên wan di nav makezagonê de were naskirin û ji bo vê jî pergaleke nû bê avakirin. Ya duduyan jî ji bo van erkan pêk werin, divê siyaseteke yekgirtî were meşandin. Lewra divê hemû daxwaz û mafên Kurdan bi helwesteke yekzimanî werin parastin. Ev yek jî dê hêza Kurdan zêde bike.”
“Dema em li Tirkiyeyê temaşe dikin, em dibînin ku hilbijartin yan dê di dema xwe de çêbibin yan jî dê pêşwext çêbibin. Em dizanin ku di vê hilbijartinê de rola Kurdan gelek girîng e. Me di hilbijartinên herêmî de dît ku Kurd giraniya xwe deynin kîjan aliyî, ew alî di hilbijartinê de bi ser dikeve. Ji bo vê jî divê Kurd bi vê giraniya xwe bizanibin û li gorî wê siyaseta xwe bimeşînin.”
Ev nivîs 210745 car hatiye xwendin.