14 sal di ser koça dawî ya Aram Tîgran re derbas bûn
PeyamaKurd- Îro, 14emîn salvegera koça dawî ya hunermendê Ermen Aram Tîgran e ku di dema kuştina Ermeniyan a sala 1915an de ji aliyê malbateke Kurd ve hatibû xilaskirin.
Aram Tîgran ê ku di qada hunera Kurdî de xwedî nav û dengekî zede ye, di 6 saliya xwe de dest bi lêdana ûdê kiriye û dersên xwe yên yekem ji bavê xwe girtiye. Piştî qedandina lîseyê ya li Kamişloyê sê salan xwendina bilind wergirtiye. Aram Tîgran, bi wan dersên ku ji hinek ûdzanan girtiye di mekamên Kurdî de pispor bûye, lê beriya bîst saliya xwe di şev û dawetên taybet de dest bi stranbêjiyê kiriye da ku hunera xwe bike û bi vî awayî debara jiyana xwe bike.
Bavê hunermendê Ermen Aram Tîgran (Aram Melikyan an jî Aramê Dîkran) ku di sala 1934an de li bajarê Kamişloyê ji dayîk bûye, bi eslê xwe Ardeşîr Beg ji Sasonê ye û dayîka wî Hilda Hanim a ji Pasûrê ye.
Malbata Aram Tîgran, di dema kuştina Ermeniyan a sala 1915an de ji aliyê malbateke Kurd ve hatiye parastin.
Bi kompozîsyon û aranjmanên xwe yên ji bo helbesta Kurdî ya klasîk û nûjen, wî di muzîka Kurdî de şêweyeke nû ya bi navê aramî, wekî şêweya koroyê ya di muzîka Ermenî de pêş xist.
Tîgran, di 8ê Tebaxê de di 75 saliya xwe de li nexweşxaneya ku di 6ê Tebaxa 2009an de ji ber nexweşiyeke ji nişke ve li Atînayê rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Aram Tîgran ê ku li sirgûnê ji dayîk bûbû, wesiyet kiribû ku li Diyarbekirê bê definkirin lê belê daxwaza wî hatibû astengkirin.
Ev nivîs 210690 car hatiye xwendin.