Berî Festîvala Dêrsimê qedexeya 15 rojan hate ragihandin
PeyamaKurd - Parêzgariya Dêrsim a Bakurê Kurdistanê, beriya lidarxistina Festîvala Mûnzûrê ku di navbera rojên 3-6ê Tebaxê de birêve diçe, 15 rojan qedexeya çalakiyan ragihandin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ji demjimêr 00.01 1ê Tebaxê heta demjimêr 23:59 15ê Tebaxê li navenda bajêr û bajarokên Dêrsimê hemû çalakiyên wek xwepêşandan, civînên çapemeniyê, meş û grev, vedana çadir û çalakiyên din qedexe ne.
Parêzagariyê behsa 21emîn Festîvala Munzurê kir û diyar kir, ji bo festîval di rojên 3-6ê Tebaxê de di rewşeke aram û ewle de bê kirin, tedbîrên cuda hatine wergirtin.
Parêzgariyê daye xuyakirin, di de dema festîvalê de, destûra ti kar û çalakiyên bêdestûr nayê dayîn.
Ev nivîs 210702 car hatiye xwendin.