Bi vekişîna ava Gola Wanê re şûnwareke dîrokî derket holê

Bi vekişîna ava Gola Wanê re şûnwareke dîrokî derket holê

PeyamaKurd – Bi vekişîna ava Gola Wanê re, di navbera navçeyên Xelat û Tetwanê yên Bêdlîsê de şûnwarekî niştecîbûnê derket holê.

Hate zanîn ku ew cihê dîrokî yê ji ber ziwabûna ava golê hatiye dîtin, goristaneke ku sembola xaçê li ser kêlên wê heye ye.

Serokê Komeleya Deryayê ya Rojhilatê ya Bêdlîsê Cumali Birol li ser dîtina vê şûnwara dîrokî wiha axivî: “Me di navbera navçeyên Xelat û Tetwanê de qadeke mezin keşif kir. Goristan heye û li ser goran sembola xaçê heye. Bi awayekî balkêş di nav goran de kevirekî Qay heye.”

Serokê Zanîngeha Bêdlîsê Prof. Dr. Necmettin Elmastaş jî dibêje; “Di çend salên dawî de di encama hişkesaliyê de av vekişiya ye û hema bêje nivê golê ziwa bûye û ev pêvajo didome. Çavkaniya sereke ya Gola Wanê û golên li herêmê berf û baran e. Di demên dawî de em dibînin ku şilî kêm bûye.”

Di nexşeya Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ya sala 2022yan de hatiye diyarkirin ku herêmên rojavayê Gola Wanê, qadên hişkesaliya tund ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ne.

Ev nivîs 210695 car hatiye xwendin.