Çi taybetmendiyên Yadgeha Niştimanî ya Barzanî hene?
PeyamaKurd - Yadgeha Niştimanî ya Barzanî îro 11ê Gulana 2023yan, bi merasîmeke mezin a bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û gelek dîplomat û nûnerên welatên biyanî li gundê Barzanî hate vekirin.
Sembola berxwedana Mele Mistefa Barzanî
Yadgeha Niştimanî ya Barzanî, saziyeke çandî ya Herêma Kurdistanê ye ku ji bo bîranîna serkirdeyê mezin ê Kurd û sembola berxwedana gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî hatiye avakirin.
Armanc gihandina çawaniya dîrokê bo roja îro ye
Armanca avakirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî, hişyarkirina hemû aliyan e li ser dîroka civaka Kurdistanê ku di çi rewşê re derbas bûye û çawa gihîştiye roja xwe ya îroyîn. Herwiha ji bo nifşên nû yên Kurdistanê jî bîranînek e ku bav û kalên wan ji bo bidestxistina mafên xwe çiqas zor û zehmetî dîtine.
Qadeke mezin a merasîmên kulturî
Taybetmendiyeke Yadgeha Niştimanî ya Barzanî ev e, ku qadeke mezin heye ji bo lidarxistina merasîmên kulturî, ev qad li gor malpera yadgehê, “atmosfêreke wê ya pir aram û asûde heye, ku bedewaiya xwezaya herêmê nîşan dide.”
Dîrokeke zindî dike
Herwiha yadgeh dîrokê zindî dike û bi rêya muzexaneyê serdanvanên xwe ber bi geşteke zelal bo nav dîrokê ve dibe û gelek çîrokan ji serdanvanan re zelal dike.
Di Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de odeyeke şanoyê heye ku bi rêya fîlmên dokyumentarî yên kurt, bi kurtî dîroka Barzan tê nîşan dan, herwiha galeriyek di muzexaneyê de heye ku kar û berhemên nîgarkêşên navdar ên navçeyê nimayiş dike.
Odeyên konferans û semîneran bo lêkolîneran
Yadgeha Niştimanî ya Barzanî (BNM) herwiha saloneke civînê jî li xwe digre û hejmarek odeyên semînarê bo konferans û semînaran jî lê hene. Armanceke yadgehê ev e ku gelek çavkaniyan ji bo lêkolînvan û xwandevanan dabîn bike.
Pirtûkxaneya online
Pirtûkxaneyek li Yadgeha Niştimanî ya Barzanî heye ku gelek pirtûk û belge têde hene. Ji bo kesên ku nikarin serdana pirtûkxaneyê bikin û bêtir bi rêya teknolojiyê kar dikin, pirtûkxaneya elektronîk (online) jî hatiye dabînkirin.
Odeya şikeftê ya Mele Mistefa Barzanî
Odeyeke weke şikeftê di nav Yadgeha Niştimanî ya Barzanî hatiye çêkirin û wek heman şikeftê hatiye dîzaynkirin ku Mistefa Barzanî bo demeke dirêj lê jiyana xwe derbas kiriye.
Muzexaneya yadgehê bi hûrgiliyên zêde weke çiya û şikeftan hatiye dîzaynkirin ku ji bo salên dûr û dirêj, wan şikeftan weke mertalekê neteweya Kurd parastine.
Bi vê lînkê di nav Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de, bi dîmenên 3D û online bigerin...
Ev nivîs 210706 car hatiye xwendin.