Çiyayê Nemrûdê ji turîstan re hate qedexekirin

Çiyayê Nemrûdê ji turîstan re hate qedexekirin

PeyamaKurd -  Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyê bi sedema hatina demsala zivistanê, hilkişîn û derketina ser Çiyayê Nemrûdê yê li Semsûr a Bakurê Kurdistanê qedexe kir.

Şirketên turîzmê yên Tirkiyeyê ji bo vê biryarê nerazîbûn nîşan dan û dane xuyakirin ku Çiyayê Nemrûdê û muzexane bi sedemên kêfî hatine girtin ku ev cara yekem e di vê demsalê de biryarek wiha tê wergirtin.

Kompaniyên Turîzmê bertek ji qedexekirina derketina Çiyayê Nemrûdê yê li navçeya Kolikê ya Semsûrê re nîşan dan ku ji gelek welatên cîhanê geştiyar serdana wê dikin û dahateke wê ya aborî ya mezin heye. 

Li aliyê din Saziya Çand û Turîzmê ya Semsûrê jî bi hinceta ku zivistan e û berf û qeşa ji bo ewlehiya geştyaran dibe gef ji serê meha Kanûnê ve çûna Çiyayê Nemrûdê qedexe kiriye.