Derhênerê navdar fîlmê stranbêj Helly Luv ê li ser Komkujiya Êzidiyan dikişîne
PeyamaKurd – Derhêner û lîstikvanê navdar ê Kurd Mihemed Şêrwanî fîlmê senaryoya wê ji aliyê stranbêja Kurd Helly Luv ve bi navê “Ji Bîr Neke” hatiye nivîsandin û li ser Komkujiya Êzidiyan e dikişîne.
Hate diyarkirin ku fîlm behsa komkujiya Kurdên Êzidî û revandina keçên wan dike ku bûne qurbaniyên destê terorîstên DAIŞ’ê.
Fîlm ji aliyê stanbêj Helly Luv ve hatiye nivîsandin, derhêneriya fîlm jî Mihemed Şêrwanî dike û Maziçîn Xoşnaw, Şerare Îbrahîm û komek xort û keçên Şingalê û deverên Êzidiyan tê de dilîzin.
Yek ji lîstikvana fîlmê Maziçîn Xoşnaw dibêje: “Beşdarbûna min di vî fîlmî de, hestkirin bi êşa jinên Kurd û tawanên ku li dijî gelê me hatine kirin, bû. Rola min di vî fîlmî de, dayîkeke temen mezin e ku wek keçên din dibim qurbaniya tundrewiya DAIŞê û piştre em bi mêrxasî û qehremaniya ji aliyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve rizgar dibin û vedigerin welatê bav û kalan.”
Ev nivîs 210688 car hatiye xwendin.