Duhok | Festîvala Laleşê ya nasandina çand û jiyana Kurdên Êzidî birêve diçe

Duhok | Festîvala Laleşê ya nasandina çand û jiyana Kurdên Êzidî birêve diçe

PeyamaKurd  - Li Duhokê Festîvala Kultûrî ya Laleşê îro 6ê Tîrmhehê bi merasîmeke vekirinê dest pê kir.

Festîvala Laleşê ku çand û jiyana Kurdên êzidî dide nasandin, bi piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tê lidarxistin.

Gelek kesayetî û ciwanên deverên cuda yên Kurdistanê beşdarî festîvala Laleşê dibin.

Berpirsê Ragihandinê yê Navenda Laleşê Karwan Bedrî derbarê festîvalê de got: “Armanca me ew e ku em girîngiya zêdetir bidin çanda xwe ya Êzidî, ji ber ku her neteweyek bi çanda xwe tê naskirin.”

Karwan Bedrî diyar kir: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştevaniya lidarxistina vê festîvalê dike û hejmareke berçav ji kesayetî û rewşenbîrên Êzîdiyan jî beşdarî festîvalê dibin.

Ev nivîs 210703 car hatiye xwendin.